KILAM 15
Pesnê Îsa Mesîh Bidin!
1. Îsa Mesîh êdî
bûye Padîşahê me.
Ew bi heq û edalet
hukimdariyê dike.
Îsa wê navê Xwedê
û serweriya wî
bilind û pîroz bike
ji bo rûmeta wî.
(DÎSGOTIN)
Pesnê Îsa bidin,
ew hêjayî pesnan e!
Îro ew li ezmanan
padîşahiyê dike.
2. Îsa bi dilnizmî
ji bo me bûye fîdye.
Bi saya qurbana wî
Xwedê me efû dike.
Bûka Mesîh hazir e,
xwe xemilandiye.
Daweta li ezmanan
êdî pir nêzîk e.
(DÎSGOTIN)
Pesnê Îsa bidin,
ew hêjayî pesnan e!
Îro ew li ezmanan
padîşahiyê dike.
(Li van ayetan jî binêre: Zeb. 2:6; 45:3, 4; Pey. 19:8)