KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • fg ders 15 pirs 1-4
  • Gerek Tu Çima Berdewam Bikî?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gerek Tu Çima Berdewam Bikî?
  • Mizgîna Xwedê
  • Malzemeya Eleqedar
  • Em Çawa Dikarin Nêzikî Xwedê Bibin?
    Mizgîna Xwedê
  • Ji bo Me Baş e ku Em Nêzîktirî Xwedê Bibin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Nêzikî Yehowa Bimîne
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Çi wê Alî Te Bike ku Tu Lêkolîna Kitêba Pîroz Dewam Bikî?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
Zêdetir Bibîne
Mizgîna Xwedê
fg ders 15 pirs 1-4

DERS 15

Gerek Tu Çima Berdewam Bikî?

1. Çima muhîm e ku tu dev ji kursa Kitêba Pîroz bernedî?

Du jinik Kitêba Pîroz lêkolîn dikin

Bi saya melûmata ku te ji Kitêba Pîroz stendiye, hezkirina Xwedê di dilê te de bêguman mezintir bûye. Lazim e ku tu vê hezkirinê her ku diçe zêde bikî (1. Petrûs 2:2). Eger tu dixwazî heyata bêdawî bistînî, gerek tu Kitêba Pîroz her tim bixwînî. Bi vî awayî, tuyê nêziktirî Xwedê bibî.​—Yûhenna 17:3; Cihûda 21 bixwîne.

Tu Xwedê çi qas rind nas bikî, baweriya te wê ew qas xurttir bibe. Ev bawerî wê alî te bike ku tu dilê Xwedê şa bikî (Îbranî 11:1, 6). Wekî din, bawerî wê alî te bike ku tu tobe bikî û heyata xwe li gor daxwaza Xwedê bajoyî.​—Karên Şandiyan 3:19 bixwîne.

2. Tu çawa dikarî alî kesên din bikî?

Jinikek dua dike

Tu dikarî bibî dostê Yehowa

Gava em tiştekî xweş dibihîzin, em dixwazin vê mizgînê bidin kesên din jî. Eger tu bi lêkolîna Kitêba Pîroz berdewam bikî, tuyê bielimî ku tu çawa dikarî mizgîna Xwedê bidî kesên din jî.​—Romayî 10:13-15 bixwîne.

Gelek kes mizgînê serê pêşîn didin heval û merivên xwe. Mizgîn helbet bi zimanê şîrîn hê jî şîrîntir dibe. Nebêje ku baweriya wan ne rast e, lê behsa mexsed û sozên Xwedê bike. Wekî din, ji bîr neke ku ji bo gelek mirovan, hal û hereketên te ji gotinên te muhîmtir in.​—2. Tîmotêyos 2:24, 25 bixwîne.

3. Tu çawa dikarî bibî dostê Xwedê?

Lêkolîna Kitêba Pîroz wê alî te bike ku tu nêziktirî Xwedê bibî. Bi vî awayî, tu dikarî bibî dostê Yehowa û bikevî malbata wî.​—2. Korîntî 6:18 bixwîne.

4. Tu çawa dikarî bi pêş ve herî?

Eger tu dixwazî ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herî, gerek tu dev ji lêkolîna Kitêba Pîroz bernedî (Îbranî 5:13, 14). Ji Şahidekî Yehowa re bibêje ku tu dixwazî Kitêba Pîroz bi alîkariya kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? hîn bibî. Bi alîkariya melûmata Kitêba Pîroz, tuyê dilşad û serkeftî bibî.​—Zebûr 1:1-3; 73:27, 28 bixwîne.

Şahidên Yehowa kursa Kitêba Pîroz teklîf dikin

Mizgîna Kitêba Pîroz ji Xwedê tê, yê ku tu caran derewan nake. Ji bo ku tu nêzikî Xwedê bibî, gerek tu nêzikî xizmetkarên wî jî bibî (Îbranî 10:24, 25). Eger tu daxwaza Yehowa bi dil û can bînî cih, tuyê bigihîjî heyata bêdawî. Belê, eger tu nêzikî Xwedê bibî, tuyê gelek dilşad û bextewar bibî!​—Tîtos 1:2 bixwîne.

Ji bo zêdetir melûmatê, li beşa 18an a kitêba bi navê Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje? binêre.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne