KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • Piştî Mirinê Çi Dibe?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
    • BEŞA ŞEŞEMÎN

      Piştî Mirinê Çi Dibe?

      1-3. Mirov li ser mirinê çi dipirsin, û hin dîn û bawerî çawa cewabê didin?

      KITÊBA PÎROZ sozê dide ku rojekê, “êdî mirin wê nebe” (Peyxam 21:4). Li beşa 5emîn, me dîtibû ku bi saya fîdyeyê, em dikarin heta bi hetayê bijîn. Lê mirov dîsa jî dimirin (Waiz 9:5). Ji ber vê yekê, pirseke muhîm tê meydanê: “Piştî mirinê çi dibe?”

      2 Gava meriv an dostekî me dimire, em gelek xemgîn dibin û meraq dikin: “Ew niha li ku derê ye? Gelo ew me dibîne? Gelo ew dikare alî me bike? Gelo emê rojekê dîsa hevdû bibînin?”

      3 Dîn û bawerî cure cure cewaban didin. Hinek dibêjin ku mirovên qenc diçin ceneta li dinyaya din, û mirovên xerab di cehenemê de dişewitin. Hinek dibêjin ku piştî mirinê, mirov dibe ruh û diçe cem merivên xwe yên mirî. Hinek jî dibêjin ku piştî mirinê, mirov tê mehkeme kirin û paşê wek mirov an heywanek ji nû ve çêdibe.

      4. Fikra esasî ya dîn û baweriyan a li ser mirinê çi ye?

      4 Cewabên ku alimên dînî didin her çi qas ji hev cuda bin jî, fikra wan bi eslê xwe yek e. Piraniya wan dibêjin ku piştî mirinê, ruh ji mirov derdikeve û sax dimîne. Ma ev rast e?

      PIŞTÎ MIRINÊ ÇI DIBE?

      5, 6. Piştî mirinê çi dibe?

      5 Yehowa dizane ku piştî mirinê çi dibe. Wî gotiye ku gava yekî dimire, jiyana wî diqede. Yanî, gava yekî dimire, hîs û fikrên wî li cihekî din sax namînin.a Piştî mirinê, em nikarin bibînin, bibihîzin an bifikirin.

      6 Silêman padîşah nivîsî ku “mirî bi tiştekî nizanin”. Mirî nikarin hez bikin an nefret bikin, û di mezel de xebat, plan, zanîn û hîkmet tune (Waiz 9:5, 6, 10 bixwîne). Li Zebûr 146:4, Kitêba Pîroz dibêje ku gava mirov dimirin, “planên wan” diqedin.

      ÎSA MESÎH LI SER MIRINÊ ÇI GOT?

      Zilamek û pîreka wî di baxçe de rûdinin û li kulîlkekê dinêrin

      Yehowa însan afirandine ku ew heta bi hetayê li ser erdê bijîn

      7. Îsa Mesîh li ser mirinê çi got?

      7 Piştî mirina Lazar, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe re wisa got: “Dostê me Lazar bi xew ve çûye.” Li vir, Îsa Mesîh behsa îstirhetê nedikir. Îsa Mesîh wisa berdewam kir: “Lazar miriye” (Yûhenna 11:11-14). Yanî Îsa Mesîh got ku mirin mîna xewê ye. Wî negot ku Lazar çûye cenetê an ba merivên xwe yên mirî. Wekî din, Îsa Mesîh negot ku Lazar di cehenemê de dişewite an wek kesekî din an wek heywanekî dîsa çêbûye. Na, rewşa Lazar mîna xewa kûr bû. Ayetên din jî dibêjin ku mirin mîna xewa kûr e. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku gava şagirtekî Îsa yê bi navê Steyfan hat kuştin, ew “bi xew ve çû, mir” (Karên Şandiyan 7:60). Pawlosê şandî jî nivîsî ku hin şagirtên Îsa “razane” (1. Korîntî 15:6).

      8. Em ji ku dizanin ku gava Xwedê însanên pêşîn afirandin, wî nedixwest ku ew bimirin?

      8 Gava Xwedê însanên pêşîn Adem û Hewa afirandin, gelo wî dixwest ku ew rojekê bimirin? Na! Yehowa ew wisa afirandin ku ew karibin bi siheta xweş bijîn û tu caran nemirin. Yehowa însan bi xwestina jiyana bêdawî çêkiriye (Waiz 3:11). Tu dê û bav naxwazin ku zarokên wan kal û pîr bibin û bimirin, û Yehowa jî naxwaze ku em kal û pîr bibin û bimirin. Lê madem ku Xwedê em afirandine ku em heta bi hetayê bijîn, em çima dimirin?

      EM ÇIMA DIMIRIN?

      9. Emrê ku Yehowa dabû Adem û Hewayê çima ne zor bû?

      9 Di baxçeyê Adenê de, Yehowa ji Adem re wisa gotibû: “Tu dikarî ji her dara baxçe têra xwe bixwî. Lê belê, ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe, çimkî roja ku tu jê bixwî, tuyê bêguman bimirî” (1. Mûsa 2:9, 16, 17, NWT). Ne zor bû ku ew guh bidin vî emrî. Bi ser de, heqê Yehowa hebû ku ji Adem û Hewayê re bibêje ku çi qenc e û çi xerab e. Eger wan guhdariya Yehowa bikira, wanê bi vî awayî nîşan bidaya ku ew mezinahiya wî qebûl dikin. Wekî din, wanê bi vî awayî nîşan bidaya ku ew ji bo hemû tiştên ku Xwedê dane wan şikurdar in.

      10, 11. (a) Îblîs însanên pêşîn Adem û Hewa çawa xapandin? (b) Ji bo kirinên Adem û Hewayê çima mazeret tune?

      10 Mixabin Adem û Hewayê guhdariya Yehowa nekir. Îblîs ji Hewayê re wisa got: “Gelo Xwedê bi rastî gotiye ku gerek hûn ji hemû darên baxçe nexwin?” Hewayê wisa cewab da: “Em dikarin ji mêweya darên baxçe bixwin. Lê ji bo mêweya dara ku di nava baxçe de ye Xwedê wisa got: ‘Jê nexwin, û dest nedin wê, ku hûn nemirin’” (1. Mûsa 3:1-3, NWT).

      11 Paşê Îblîs wisa got: “Hûnê qet nemirin. Çimkî Xwedê dizane ku roja ku hûn ji mêweya vê darê bixwin, çavên we wê vebin û hûnê bibin mîna Xwedê û qencî û xerabiyê bizanin” (1. Mûsa 3:4-6, NWT). Îblîs dixwest ku Hewa bifikire ku ew dikare xwe bi xwe qerarê bide ku çi qenc e û çi xerab e. Wekî din, Îblîs li ser netîceyên bêîtaetiyê jî derew kirin. Wî ji Hewayê re got ku ewê nemire. Hingê Hewayê ji mêweyê xwar û paşê jî da zilamê xwe. Adem û Hewayê rind dizanibû ku Bavê wan Yehowa xwarina mêweyê qedexe kiribû. Gava wan ji vê mêweyê xwar, wan emrekî zelal û maqûl binpê kir. Bi xwarina mêweyê, wan ji Bavê xweyî dilovan re bêhurmetî kir. Belê, ji bo kirinên wan mazeret tune!

      12. Çima gelek heyf e ku Adem û Hewayê li hemberî Yehowa bêîtaetî kir?

      12 Çi heyf e ku dê û bavê meyî pêşîn li hemberî Afirandêrê xwe wisa bêhurmetî kir! Eger te ji bo xêra zarokên xwe gelek wext û pere xerc bikira, lê wan paşê li hemberî te serî hildaya û guhdariya te nekira, ma tuyê xemgîn nebûyayî?

      Afirandina Adem

      Adem ji axê hatibû; piştî mirinê, ew vegeriya axê

      13. Yehowa gotibû ku Adem wê vegere axê. Maneya van gotinan çi ye?

      13 Gava wan bêîtaetî kir, Adem û Hewayê fersenda jiyana bêdawî winda kir. Yehowa ji Adem re wisa got: ‘Tu ax î û tuyê vegerî axê’ (1. Mûsa 3:19 bixwîne). Belê, berî ku Adem hatibû afirandin, ew ax bû, û Xwedê jê re got ku piştî mirinê, ewê dîsa bibe ax (1. Mûsa 2:7). Piştî ku Adem guneh kir, ew mir û tune bû.

      14. Em çima dimirin?

      14 Eger Adem û Hewayê guhdariya Xwedê bikira, ewê heta niha sax bimana. Lê gava wan li hemberî Xwedê bêîtaetî kir, wan guneh kir. Bi zeman re, ew mirin. Guneh mîna nexweşiyeke xerab e, ya ku me ji Adem û Hewayê mîras standiye. Wexta ku em tên dinyayê, em gişt gunehkar in, û ji ber vê yekê em dimirin (Romayî 5:12). Lê belê, mexseda Xwedê ji bo mirovan ne wisa bû. Xwedê qet nedixwest ku însan bimirin, û Kitêba Pîroz ji bo mirinê dibêje “dijmin” (1. Korîntî 15:26).

      RASTÎ ME AZAD DIKE

      15. Rastiya li ser mirinê me ji çi azad dike?

      15 Rastiya li ser mirinê, me ji gelek fikrên şaş azad dike. Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku mirî nikarin tiştekî hîs bikin. Ji ber vê yekê, mirî xemgîn nabin û êşê nakişînin. Em nikarin bi wan re bipeyivin, û ew jî nikarin bi me re bipeyivin. Em nikarin alî miriyan bikin, û mirî nikarin alî me bikin. Ji ber ku ew nikarin zerarê bidin me, ne lazim e ku em ji wan bitirsin. Gelek alimên dînî dibêjin ku ruhên miriyan sax dimînin. Ew dibêjin ku eger em pere bidin wan, ew dikarin alî miriyan bikin. Lê belê, ev ne rast e! Gava em rastiya li ser mirinê fehm dikin, em bi derewên wisa bawer nakin.

      16. Gelek dîn û bawerî li ser halê miriyan çi dibêjin?

      16 Îblîs bi destê dîn û baweriyên sexte ji me re derewan dike, da ku em bifikirin ku mirî hê sax in. Mesela, hinek dibêjin ku piştî mirinê, em li cihekî din sax dimînin. Dînê te li ser vê yekê çi dielimîne? Gelo dînê te rastiya Kitêba Pîroz a li ser halê miriyan dielimîne? Bi derewên xwe, Îblîs dixwaze mirovan ji Yehowa dûr bixe.

      17. Fikra cehenemê çima ji Yehowa re heqaret e?

      17 Gotinên gelek dîn û baweriyan pir xerab in. Mesela, hinek dibêjin ku mirovên nebaş wê heta bi hetayê li cehenemê bişewitin. Ev derew, ji Yehowa re heqaret e. Xwedê ji tu kesî re îşkence nake! (1. Yûhenna 4:8 bixwîne). Eger kesekî ji bo cezakirinê destê zarokê xwe bişewitanda, tuyê çi bifikiriyayî? Ma tuyê nefikiriyayî ku ew zalim e? Teyê nexwesta nêzikî vî kesî bibî. Îblîs dixwaze me bide bawer kirin ku Yehowa yekî wisa ye.

      18. Çima ne lazim e ku em ji miriyan bitirsin?

      18 Hin dîn û bawerî dibêjin ku gava mirov dimire, ew dibe ruh. Ew dibêjin ku gerek em hurmetê bidin van ruhan û ji wan bitirsin, çimkî ew dikarin ji me re qencî an xerabiyê bikin. Gelek kes bi van derewan bawer dikin. Ji ber vê yekê, ew ji miriyan ditirsin û ne ji Yehowa re, lê bi eslê xwe ji miriyan re îbadetê dikin. Ji bîr neke: Mirî nikarin tiştekî hîs bikin. Ne lazim e ku em ji wan bitirsin. Yehowa Afirandêrê me ye. Xwedayê rastîn ew e, û gerek em tenê ji wî re îbadetê bikin (Peyxam 4:11).

      19. Em ji zanîna rastiya li ser mirinê çawa feydeyê distînin?

      19 Rastiya li ser mirinê me ji derewên dînî azad dike. Bi saya vê rastiyê, em dikarin tiştên xweş fehm bikin, yên ku Yehowa wê ji bo me bike.

      20. Li beşa din, emê çi bielimin?

      20 Bi hezaran sal berê, Eyûb pêxember wisa pirs kir: “Gava mirov dimire, gelo ew dikare dîsa sax bibe?” (Eyûb 14:14, NWT). Gelo mirî wê rojekê dîsa sax bibin? Cewaba Kitêba Pîroz dilê me pir şa dike. Li beşa din, emê li ser vê mewzûyê melûmatê bistînin.

      a Hinek bawer dikin ku ruh piştî mirinê sax dimîne. Ji bo zêdetir melûmatê, li Notên 17 û 18emîn binêre.

      BI KURTASÎ

      RASTΠ1: GAVA YEKΠDIMIRE, JIYANA WΠDIQEDE

      “Mirî bi tiştekî nizanin” (Waiz 9:5)

      Piştî mirinê çi dibe?

      • Zebûr 146:3, 4; Waiz 9:6, 10

        Mirî nikarin bibînin, bibihîzin an bifikirin.

      • Yûhenna 11:11-14

        Îsa Mesîh got ku mirin mîna xewê ye.

      RASTΠ2: YEHOWA NEDIXWEST KU ÎNSAN BIMIRIN

      “Ji dara zanîna qencî û xerabiyê nexwe, çimkî roja ku tu jê bixwî, tuyê bêguman bimirî” (1. Mûsa 2:17, NWT)

      Em çima dimirin?

      • 1. Mûsa 3:1-6

        Îblîs ji Hewayê re got ku ne lazim e ku ew guhdariya Xwedê bike. Wekî din, wî li ser netîceyên bêîtaetiyê derew kirin. Gava Adem û Hewayê li hemberî Yehowa bêîtaetî kir, wan guneh kir. Bi zeman re, ew mirin.

      • 1. Mûsa 3:19

        Gava Adem mir, ew tune bû.

      • Romayî 5:12

        Guneh mîna nexweşiyeke xerab e, ya ku me ji Adem û Hewayê mîras standiye. Wexta ku em tên dinyayê, em gişt gunehkar in, û ji ber vê yekê em dimirin.

      • 1. Korîntî 15:26

        Kitêba Pîroz ji bo mirinê dibêje “dijmin”.

      RASTΠ3: RASTIYA LI SER MIRINÊ ME AZAD DIKE

      “Gava mirov dimire, gelo ew dikare dîsa sax be? Ezê ... li bendê bim heta ku ez bifilitim” (Eyûb 14:14, NWT)

      Rastiya li ser mirinê me çawa ji fikrên şaş azad dike?

      • 1. Yûhenna 4:8

        Fikra cehenemê ji Yehowa re heqaret e. Xwedê ji tu kesî re îşkence nake.

      • Peyxam 4:11

        Gelek kes ji miriyan ditirsin. Ji ber vê yekê, ew ne ji Yehowa re, lê bi eslê xwe ji miriyan re îbadetê dikin. Lê Xwedayê rastîn Yehowa ye, û gerek em tenê ji wî re îbadetê bikin.

  • Mirî wê Bên Rakirin!
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
    • BEŞA HEFTEMÎN

      Mirî wê Bên Rakirin!

      1-3. Em gişt bindestiyên çi ne, û Yehowa wê me çawa azad bike?

      BÎNE ber çavê xwe: Ji bo sûcekî ku te nekiriye, te ceza standiye ku heta mirinê li hebsê bimînî. Îmkan tune ku tu rojekê bifilitî. Qet çare tune, û tu nikarî ji bo vî halî tiştekî bikî. Lê rojekê, tu dibihîzî ku yekî dikare te azad bike. Bi ser de, ew sozê dide ku ewê alî te bike! Ma tuyê seba alîkariya wî dilxweş nebûyayî?

      2 Mîna vê, hemû însan bindestiyên mirinê ne. Em çi bikin jî, em nikarin bifilitin. Lê Yehowa dikare me ji mirinê azad bike. Li gor Kitêba Pîroz, mirin “dijminê dawî” ye, û Yehowa soz daye ku ewê mirinê tune bike (1. Korîntî 15:26).

      3 Gava em êdî ji mirinê netirsin, dilê me wê çi qas rihet be! Yehowa wê hem mirinê tune bike hem jî kesên mirî dîsa rake. Carekê bifikire: Xwedê soz daye ku “yên ku di hundirê axê de radikevin” wê dîsa rabin (Îşaya 26:19). Belê, Kitêba Pîroz dibêje ku mirî wê bên rakirin!

      GAVA MERIV AN DOSTEKÎ ME DIMIRE

      4. (a) Gava meriv an dostekî me dimire, çi dikare me teselî bike? (b) Hin dostên Îsa Mesîh kî bûn?

      4 Gava meriv an dostekî me dimire, şîn û êşa me mezin dibe, û em xwe bêçare hîs dikin. Em nikarin tiştekî bikin ku vî kesî ji mirinê rakin. Lê belê, Kitêba Pîroz me teselî dike (2. Korîntî 1:3, 4 bixwîne). Yehowa û Îsa Mesîh ji dil dixwazin meriv û dostên me ji mirinê rakin. Em vê yekê ji ku dizanin? Gava Îsa Mesîh li dinyayê dijiya, ew carinan diçû mala Lazar û xwişkên wî Merta û Meryemê, yên ku dostên Îsa Mesîh bûn. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Îsa ji Mertayê, ji xwişka wê û ji Lazar hez dikir.” Lê rojekê, Lazar mir (Yûhenna 11:3-5).

      5, 6. (a) Gava Îsa Mesîh şîna meriv û hevalên Lazar dît, wî çi kir? (b) Îsa Mesîh li ser mirinê çi hîs dike, û ev yek me çawa teselî dike?

      5 Îsa Mesîh çû ba Merta û Meryemê ku wan teselî bike. Gava Mertayê bihîst ku Îsa Mesîh li ser rê bû, ew ji gund derket û çû pêşiya wî. Gava wê Îsa Mesîh dît, ew şa bû, lê wê got: “Eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir.” Merta difikirî ku Îsa Mesîh dereng ma. Pişt re, Îsa Mesîh dît ku xwişka wê Meryem digiriya. Wexta ku wî dît ku dilê wan çi qas dişewitî, ew jî xemgîn bû û giriya (Yûhenna 11:21, 33, 35). Wî rind zanibû ku gava meriv an dostekî me dimire, em çi qas xemgîn dibin.

      6 Belê, hîsên Îsa Mesîh ên li ser mirinê mîna hîsên me ne, û ev yek me bi rastî teselî dike. Bi ser de, hîsên Îsa Mesîh û hîsên Xwedê wek hev in (Yûhenna 14:9). Yehowa dikare mirinê heta bi hetayê tune bike, û di demeke nêzik de, ewê vê yekê bike.

      “LAZAR, WERE DERVE!”

      7, 8. Mertayê çima nedixwest ku kevirê li ber mezelê Lazar bê rakirin, lê Îsa Mesîh çi kir?

      7 Gava Îsa Mesîh gihîşt mezelê Lazar, derî bi kevirekî mezin ve girtî bû. Îsa Mesîh got: “Kevir rakin.” Lê Mertayê nedixwest ku kevir bê rakirin, çimkî êdî çar roj bû ku laşê Lazar di mezel de bû (Yûhenna 11:39). Mertayê fehm nedikir ku Îsa Mesîh wê çi bikira.

      Îsa Lazar radike, û meriv û dostên wî gelek dilxweş dibin

      Bîne ber çavê xwe ku gava Lazar ji mirinê hat rakirin, meriv û dostên wî çi qas dilxweş bûn! (Yûhenna 11:38-44)

      8 Îsa Mesîh bangî Lazar kir: “Were derve!” Paşê, Merta û Meryemê tiştekî ecêb dît. “Yê mirî, dest û ling bi caw pêçayî û serçavê wî bi destmalekê nixamtî derket derve” (Yûhenna 11:43, 44). Belê, Lazar ji mirinê rabû û vegeriya ba meriv û dostên xwe. Wan dîsa dikaribû wî hembêz bikin, dest pê bidin û bi wî re bipeyivin. Çi mucîzeyeke mezin! Belê, Îsa Mesîh dostê xwe Lazar ji mirinê rakiribû.

      “KEÇIKÊ, EZ JI TE RE DIBÊJIM: RABE!”

      9, 10. (a) Kê qudret da Îsa Mesîh ku ew miriyan rake? (b) Gotinên Kitêba Pîroz ên li ser rakirina miriyan ji bo me çima muhîm in?

      9 Îsa Mesîh kesên mirî çawa rakirin? Bi qudreta xwe? Na. Berî ku wî Lazar rakir, Îsa Mesîh ji Yehowa re dua kiribû, û Yehowa qudret da wî ku ew Lazar ji mirinê rake (Yûhenna 11:41, 42 bixwîne). Ji xeynî Lazar, kesên din jî hatin rakirin. Mesela, Kitêba Pîroz behsa keçikeke 12 salî dike, ya ku gelek nexweş bû. Bavê wê Yayîros dixwest ku Îsa Mesîh wê qenc bike. Tu zarokên wî yên din tune bûn. Gava wî bi Îsa Mesîh re xeber dida, hin mirovan wisa got: “Keçika te mir. Tu çima hê mamoste diwestînî?” Lê Îsa Mesîh ji Yayîros re got: “Netirse, tenê bawer bike, keçik wê qenc bibe!” Paşê, Îsa Mesîh bi Yayîros re çû mala wî. Li wê derê, her kes digiriya. Îsa Mesîh ji wan re got: “Negirîn, ew nemiriye, lê ew di xew de ye.” Dê û bavê keçikê bêguman li ber van gotinên Îsa Mesîh şaş man. Îsa emir da ku her kes derkeve. Paşê, ew tevî dê û bavê keçikê ket hundirê odeya ku keçik tê de radiket. Îsa Mesîh destê wê girt û got: “Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!” Keçik hemen rabû! Bîne ber çavê xwe ku dê û bavê wê çi qas dilxweş bûn. Belê, Îsa Mesîh keçika wan ji mirinê rakiribû (Marqos 5:22-24, 35-42; Lûqa 8:49-56). Ji wê rojê û pê ve, her ku wan keçika xwe didît, wan bê guman dianî bîra xwe ku Yehowa bi destê Îsa Mesîh ji bo wan çi kiribû.a

      10 Kesên ku Îsa Mesîh ji mirinê rakirin paşê dîsa mirin. Dîsa jî, wexta ku em der heqê van kesan de dixwînin, dilê me fireh dibe. Ji van serpêhatiyan, em fehm dikin Yehowa dixwaze miriyan rake, û ewê vê yekê bike.

      EM JI GOTINÊN KITÊBA PÎROZ ÊN LI SER RAKIRINA MIRIYAN ÇI DIELIMIN?

      Petrûs li ber çavên kesên din Xezal radike

      Petrûsê şandî, şagirteke Îsa Mesîh ya bi navê Xezal ji mirinê rakir (Karên Şandiyan 9:36-42)

      Jinebiyek kurê xwe, yê ku ji aliyê Êlyas ve hat rakirin, hembêz dike

      Êlyas kurê jinebiyekê ji mirinê rakir (1. Qiralan 17:17-24)

      11. Waiz 9:5 li ser halê Lazar çi dibêje?

      11 Kitêba Pîroz bi eşkereyî dibêje ku “mirî bi tiştekî nizanin”. Halê Lazar jî wisa bû (Waiz 9:5). Wek Îsa Mesîh gotibû, Lazar qey di xewê de bû (Yûhenna 11:11). Çaxa ku Lazar di mezel de bû, wî ‘bi tiştekî nizanibû’.

      12. Em ji ku dizanin ku Lazar bi rastî ji mirinê rabû?

      12 Gava Îsa Mesîh dostê xwe Lazar ji mirinê rakir, gelek mirov ev yek didît. Dijminên Îsa Mesîh jî dizanibû ku wî ev mucîze bi rastî kiribû, çimkî Lazar êdî sax bû, û vê yekê îsbat dikir ku ew bi rastî ji mirinê rabûbû (Yûhenna 11:47). Wekî din, gelek mirov çûn ba Lazar, û wan jî bawerî anî ku Îsa Mesîh ji aliyê Xwedê ve hatibû şandin. Lê belê, dijminên Îsa Mesîh diqehirîn û dixwest hem wî hem jî Lazar bikujin (Yûhenna 11:53; 12:9-11).

      13. Em ji ku dizanin ku Yehowa dikare miriyan rake?

      13 Îsa Mesîh got ku “hemû kesên di goran de” wê bên rakirin (Yûhenna 5:28). Yanî, hemû kesên ku di bîra Yehowa de ne, wê ji mirinê bên rakirin. Lê ji bo ku Yehowa bikaribe yekî ji mirinê rake, lazim e ku ew der heqê vî kesî de her tiştî bîne bîra xwe. Gelo Xwedê bi rastî dikare vê yekê bike? Wek em dizanin, di fezayê de bi milyaran stêrk hene. Kitêba Pîroz dibêje ku Yehowa navê her stêrkê dizane (Îşaya 40:26 bixwîne). Madem ku ew dikare navê her stêrkê bîne bîra xwe, ew bêguman bi hêsanî dikare der heqê miriyan de jî hemû teferuatan bîne bîra xwe. Wekî din, ji ber ku Yehowa Afirandêrê her tiştî ye, em dizanin ku qudreta wî heye ku miriyan rake.

      14, 15. Di kitêba Eyûb de, em der heqê rabûna miriyan de çi dielimin?

      14 Eyûb pêxember bi rakirina miriyan bawer dikir. Wî wisa pirs kir: “Gava mirov dimire, gelo ew dikare dîsa bijî?” Paşê, Eyûb ji Yehowa re wisa got: “Tuyê bang bikî, û ezê cewabê bidim te. Tuyê bêriya karê destê xwe bikî.” Belê, wî dizanibû ku rojekê, Yehowa wê miriyan rake (Eyûb 14:13-15, NWT).

      15 Tu li ser umîda rabûna miriyan çi difikirî? Gelo meriv û hevalên te yên mirî jî wê bên rakirin? Ji ber ku em dizanin ku Yehowa ji dil dixwaze miriyan rake, dilê me fireh dibe. Kî wê bê rakirin, û yên rakirî wê li ku derê bijîn? Ka em li cewaba Kitêba Pîroz binêrin.

      MIRÎ WÊ “DENGÊ WÎ BIBIHÎZIN Û DERKEVIN”

      16. Jiyana kesên ku wê bên rakirin wê çawa be?

      16 Kesên ku di demên berê de hatibûn rakirin dîsa gihîştin meriv û dostên xwe. Li dema bê, gava ku mirî wê bên rakirin, jiyana wan wê hê jî xweştir be. Gelo çima? Çimkî yên ku li rûyê erdê wê bên rakirin wê bikaribin heta bi hetayê bijîn. Dinyaya nû wê ji dinyaya îroyîn gelek cuda be. Şer, zilm û nexweşî wê êdî tune bin.

      17. Kî wê bên rakirin?

      17 Kî wê bên rakirin? Îsa Mesîh got ku “hemû kesên di goran de wê dengê wî bibihîzin û derkevin” (Yûhenna 5:28, 29). Peyxam 20:13 jî wisa dibêje: “Deryayê ew miriyên ku di wê de bûn dan; mirinê û diyarê miriyan jî ew miriyên ku di wan de bûn, dan.” Belê, bi milyaran kes wê ji mirinê bên rakirin. Wekî din, Pawlosê şandî got ku kesên “rast û nerast” wê bên rakirin (Karên Şandiyan 24:15 bixwîne). Maneya vê çi ye?

      Di Cenetê de, kesên rakirî digihîjin meriv û dostên xwe

      Li ceneta li rûyê erdê, mirî wê rabin û vegerin ba meriv û dostên xwe

      18. Kesên “rast”, ên ku wê bên rakirin, kî ne?

      18 Xizmetkarên Yehowa yên dilsoz, ên ku berî hatina Îsa Mesîh dijiyan, kesên “rast” bûn. Mesela, Nûh, Birahîm, Sara, Mûsa, Rût û Ester wê bên rakirin û li ser erdê bijîn. Îbranî beşa 11an behsa hinek ji wan dike. Lê halê xizmetkarên Yehowa, yên ku di dema me de dimirin, wê çi be? Ew jî kesên “rast” in, û ewê jî bên rakirin.

      19. Kesên “nerast” kî ne? Yehowa wê fersendê bide wan ku ew çi bikin?

      19 Bi milyaran kesên ku fersend nedîtibû ku Yehowa nas bikin wek kesên “nerast” tên bi nav kirin. Ew her çi qas mirî ne jî, Yehowa ew ji bîr nekirine. Xwedê wê wan ji mirinê rake, û wê çaxê ewê bikaribin wî nas bikin û ji wî re xizmet bikin.

      20. Kî wê neyên rakirin?

      20 Gelo ev yek tê maneya ku hemû mirî wê bên rakirin? Na. Îsa Mesîh got ku hin kes wê neyên rakirin (Lûqa 12:5). Kî wê qerarê bide ku kesek wê bê rakirin an na? Yehowa Hakimê herî bilind e, û wî Îsa Mesîh wek hakimê li ser kesên sax û mirî tayîn kiriye (Karên Şandiyan 10:42). Yên ku xerab in û naxwazin xwe serrast bikin wê neyên rakirin (bnr. Not 19).

      RAKIRINA JI BO JIYANA LI EZMANAN

      21, 22. (a) Rakirina ji bo jiyana li ezmanan çawa çêdibe? (b) Kesê pêşîn, ê ku ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin, kî bû?

      21 Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku hin kes wê li ezmanan bijîn. Gava kesek ji bo jiyana li ezmanan tê rakirin, ew bi bedeneke fîzîkî nayê rakirin. Ew bi bedeneke ruhî tê rakirin ji bo ku ew li ezmanan bijî.

      22 Kesê pêşîn, ê ku bi vî awayî hat rakirin, Îsa Mesîh bû (Yûhenna 3:13). Sê roj piştî ku Îsa Mesîh hatibû kuştin, Yehowa ew ji mirinê rakir (Zebûr 16:10; Karên Şandiyan 13:34, 35). Îsa Mesîh bi bedeneke fîzîkî nehat rakirin. Wek Petrûsê şandî gotibû, Îsa Mesîh “di bedenê de hat kuştin, lê di ruh de hat sax kirin” (1. Petrûs 3:18, NWT). Belê, Îsa Mesîh wek ruhekî biqudret hat sax kirin! (1. Korîntî 15:3-6). Kitêba Pîroz dibêje ku kesên din jî wê wek ruh bên rakirin.

      23, 24. Îsa Mesîh behsa “keriyê biçûk” kiribû. Ew kî ne û çend kes in?

      23 Berî mirina xwe, Îsa Mesîh ji şagirtên xwe yên dilsoz re wisa gotibû: “Ez diçim ji we re cih amade bikim” (Yûhenna 14:2). Li gor van gotinan, hin şagirtên wî wê bên rakirin ji bo ku ew li cem wî li ezmanan bijîn. Gelo çend kes? Îsa Mesîh got ku ewê hindik bin, wek “keriyê biçûk” (Lûqa 12:32). Paşê, Yûhennayê şandî hejmara wan xuya kir. Wî dît ku Îsa Mesîh “li ser Çiyayê Siyonê [yê ezmanî] sekinî û bi wî re sed û çil û çar hezar mirov hebûn” (Peyxam 14:1).

      24 Ev 144.000 şagirtên Îsa Mesîh wê kengê bên rakirin? Kitêba Pîroz dibêje ku ewê piştî sazkirina hikumdariya Îsa Mesîh ya li ezmanan bihatana rakirin (1. Korîntî 15:23). Niha em li wê demê de ne, û piraniya wan jixwe hatine rakirin û çûne ezmanan. Ên ku hê li dinyayê ne û di dema me de dimirin wê hemên ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin. Lê piraniya însanan wê ji bo jiyana li ceneta li rûyê erdê bên rakirin.

      25. Li beşa din, emê der heqê çi de melûmatê bistînin?

      25 Di demeke nêzik de, Yehowa wê hemû mirovan ji mirinê azad bike, û mirin wê heta bi hetayê tune be! (Îşaya 25:8 bixwîne). Gelo kesên ku diçin ezmanan wê li wê derê çi bikin? Li gor Kitêba Pîroz, ewê bi Îsa Mesîh re di Padîşahiya ezmanî ya Xwedê de hikum bajon. Li beşa din, emê li ser vê hikumdariyê zêdetir melûmatê bistînin.

      a Kitêba Pîroz behsa rakirina ciwan û kalan, jin û mêran û kesên ji cure cure miletan dike. Li 1. Qiralan 17:17-24; 2. Qiralan 4:32-37; 13:20, 21; Metta 28:5-7; Lûqa 7:11-17; 8:40-56 û Karên Şandiyan 9:36-42; 20:7-12, tu dikarî der heqê wan de bixwînî.

      BI KURTASÎ

      RASTΠ1: YEHOWA WÊ MIRINÊ TUNE BIKE

      “Dijiminê dawî yê ku divê bê rakirin, mirin e” (1. Korîntî 15:26)

      Gava yekî dimire, Kitêba Pîroz me çawa teselî dike?

      • 2. Korîntî 1:3, 4

        Gava meriv an dostekî me dimire, em gelek xemgîn dibin. Kitêba Pîroz me bi rastî teselî dike.

      • Îşaya 25:8; 26:19

        Yehowa dikare mirinê heta bi hetayê tune bike. Bi ser de, ewê miriyan dîsa rake.

      RASTΠ2: EM DIKARIN BI RABÛNA MIRIYAN BAWER BIKIN

      “Keçikê, ez ji te re dibêjim: Rabe!” (Marqos 5:41)

      Em çima dikarin bawer bikin ku mirî wê dîsa rabin?

      • Yûhenna 11:1-44

        Îsa Mesîh dostê xwe Lazar rakir.

      • Marqos 5:22-24, 35-42

        Îsa Mesîh keçikek rakir.

      • Yûhenna 11:41, 42

        Bi qudreta ku Îsa Mesîh ji Yehowa standibû, wî kesên mirî radikirin.

      • Yûhenna 12:9-11

        Gelek kes şahid bûn gava Îsa Mesîh kesên mirî radikirin. Dijminên Îsa Mesîh jî dizanibû ku ew dikare miriyan rake.

      RASTΠ3: YEHOWA WÊ BI MILYARAN KESAN DÎSA RAKE

      “Tuyê bang bikî, û ezê cewabê bidim te. Tuyê bêriya karê destê xwe bikî” (Eyûb 14:13-15, NWT)

      Kî wê bên rakirin?

      • Yûhenna 5:28, 29

        Hemû kesên ku di bîra Yehowa de ne, wê dîsa rabin.

      • Karên Şandiyan 24:15

        Hem kesên rast, hem jî kesên nerast wê bên rakirin.

      • Îşaya 40:26

        Yehowa navê her stêrkê dizane, û ew li ser kesên ku ewê dîsa rake jî her tiştî dizane.

      RASTΠ4: HINEK WÊ JI BO JIYANA LI EZMANAN BÊN RAKIRIN

      “Ez diçim ji we re cih amade bikim” (Yûhenna 14:2)

      Kî wê ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin?

      • 1. Petrûs 3:18

        Îsa Mesîh mirovê pêşîn bû, yê ku ji bo jiyana li ezmanan hat rakirin.

      • Lûqa 12:32

        Îsa Mesîh got ku şagirtên wî, yên ku wê ji bo jiyana li ezmanan bên rakirin, wê hindik bin.

      • Peyxam 14:1

        Yehowa 144.000 kes hilbijartine ji bo ku ew li ezmanan bijîn.

Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
Derkeve
Têkeve
  • Kurdî (Kurmancî)
  • Bişîne
  • Eyar
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
  • Mercên Bikaranînê
  • Siyaseta Taybetîtiyê
  • Eyarên Veşarîtiyê
  • JW.ORG
  • Têkeve
Bişîne