BEŞA DUYEMÎN
Kitêba Pîroz – Peyva Xwedê
1, 2. Kitêba Pîroz çima hediyeyeke mezin e?
ÇAXA ku hevalekî me hediyeyekê dide me, ma dilê me şa nabe? Bêguman em pir kêfxweş dibin, û em ji wî re spas dikin.
2 Kitêba Pîroz jî hediyeyeke ji Xwedê ye. Melûmata ku tê de heye, di tu kitêbeke din de tune. Mesela, Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê ezman, erd û mirovên pêşîn afirandine. Gava derdên me hebin, prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin. Kitêba Pîroz xuya dike ku Xwedê wê mexseda xwe çawa bîne cih û halê dinyayê çawa rast bike. Kitêba Pîroz bi rastî jî hediyeyeke mezin e!
3. Gava tu bi xwendina Kitêba Pîroz dewam bikî, tuyê çi bielimî?
3 Gava tu bi xwendina Kitêba Pîroz dewam bikî, tuyê bibînî ku Xwedê dixwaze ku tu bibî dostê wî. Her ku tu bielimî ku Xwedê yekî çawa ye, tuyê hê nêzikî wî bibî.
4. Kitêba Pîroz bi çend zimanan hatiye wergerandin, û çend Kitêba Pîroz hatine çap kirin?
4 Kitêba Pîroz yan hin qismên vê kitêbê bi zêdetirî 3.000 zimanî hatine wergerandin, û bi milyaran Kitêba Pîroz hatine çap kirin. Niha bi milyaran mirov dikarin Kitêba Pîroz bi zimanê xwe bixwînin. Her hefte, zêdetirî yek milyon kes Kitêba Pîroz distînin! Belê, Kitêba Pîroz, kitêbeke bêemsal e!
5. Kitêba Pîroz çawa ji îlhama Xwedê ye?
5 Kitêba Pîroz “ji bîhna Xwedê ye”, yanî ji îlhama wî ye (2. Tîmotêyos 3:16 bixwîne). Lê hinek wisa difikirin: “Madem ku Kitêba Pîroz ji aliyê mirovan ve hatiye nivîsandin, ew çawa dikare peyva Xwedê be?” Kitêba Pîroz wisa cewabê dide: “Mirovan bi rêberiya Ruhê Pîroz, peyv ji Xwedê gotine” (2. Petrûs 1:21). Mesela, bîne ber çavê xwe ku midurek ji sekretera xwe dixwaze ku ew nameyekê binivîse. Midur dibêje, û sekreter dinivîse. Nivîskarê eslî yê vê nameyê kî ye? Helbet midur e, ne sekreter e. Mîna vê, nivîskarê eslî yê Kitêba Pîroz Xwedê ye, ne mirovên ku ji aliyê Xwedê ve ji bo karê nivîsandinê dihatin xebitandin. Xwedê rêberiya mirovan kir ku ew fikrên wî binivîsin. Belê, Kitêba Pîroz bi rastî “peyva Xwedê” ye (1. Selanîkî 2:13; bnr. Not 2).
Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz bi gelek zimanan heye
PÊXEMBERTIYÊN KITÊBA PÎROZ RAST IN
6, 7. Kitêba Pîroz çawa ahengdar e?
6 Nivîsandina Kitêba Pîroz zêdetirî 1.600 sal berdewam kir. Nivîskarên Kitêba Pîroz li demên cuda cuda dijiyan. Hinek pir xwendî, hinek jî nexwendî bûn. Mesela, yekî hekîm bû. Yên din cotkar, masîgir, şivan, pêxember, hakim û padîşah bûn. Belê, nivîskar ji hev cuda bûn, lê hemû qismên Kitêba Pîroz bi hev ve ahengdar in. Kitêba Pîroz li ser tiştekî carek “spî” û careke din “reş” nabêje.
7 Ayetên pêşîn ên Kitêba Pîroz eşkere dikin ku problemên dinyayê çawa dest pê kir, û ayetên dawîn dibêjin ku Xwedê wê van derdan çawa hel bike û dinyayê bike cenet. Kitêba Pîroz behsa tarîxa çend hezar salan dike û nîşan dide ku mexseda Xwedê her tim tê cih.
8. Kîjan mîsal nîşan didin ku Kitêba Pîroz ji aliyê zanistê ve rast e?
8 Kitêba Pîroz ji bo perwerdeya zanistî an ji bo dersên mektebê nehatiye nivîsandin. Dîsa jî, hemû gotinên Kitêba Pîroz ji aliyê zanistê ve rast in. Jixwe, kitêbeke ji Xwedê gerek wisa be. Mesela, di kitêba Mûsa ya sêyemîn de, Xwedê gotibû ku miletê Îsraêl gerek çi bike ku nexweşiyên xerab belav nebin. Wê demê, mirovan nizanibû ku nexweşî seba bakterî û vîrûsan tên meydanê. Wekî din, Kitêba Pîroz dibêje ku erd li ser tu tiştî nehatiye dardekirin (Eyûb 26:7). Di demên berê de, piraniya mirovan bawer dikir ku erd pehn e, lê Kitêba Pîroz dibêje ku erd girover e (Îşaya 40:22).
9. Duristiya nivîskarên Kitêba Pîroz çi nîşan dide?
9 Gava Kitêba Pîroz li ser tarîxê dipeyive, gotinên wê her tim rast in. Gelek kitêbên tarîxê ne wisa ne, çimkî nivîskar ne durist bûn. Mesela, gava miletê wan di şerekî de bin diketin, wan ev yek carinan nedinivîsî. Lê nivîskarên Kitêba Pîroz ne wisa bûn. Wan mexlûbiyetên miletê xwe jî bi duristî dinivîsîn. Heta wan şaşiyên xwe jî qeyd dikirin. Mesela, di kitêba Mûsa ya çaremîn de, Mûsa behsa şaşiyeke xwe kir û got ku seba vê şaşiyê, wî ji Xwedê ceza stand (4. Mûsa 20:2-12). Duristiya nivîskarên Kitêba Pîroz nîşan dide ku Kitêba Pîroz ji Xwedê ye. Ji ber vê yekê, em dikarin baweriya xwe bi Kitêba Pîroz bînin.
ŞÎRETÊN KITÊBA PÎROZ BIFEYDE NE
10. Şîretên Kitêba Pîroz îro jî çima bifeyde ne?
10 Kitêba Pîroz “ji bîhna Xwedê ye û ji bo hînkirin, lêhilatin, rastkirin ... bi kêr tê” (2. Tîmotêyos 3:16). Belê, şîretên Kitêba Pîroz îro jî bifeyde ne. Ji ber ku Yehowa em afirandine, ew fikir û hîsên me fehm dike. Ew me rind nas dike, û ew dixwaze ku em dilşad bin. Ew dizane ku ji bo me çi baş e û çi na.
11, 12. (a) Li kitêba Metta, di beşên 5 heta 7an de, Îsa Mesîh kîjan şîretên baş dan? (b) Kitêba Pîroz çawa alîkariya me dike?
11 Ji bo ku em dilşad bin, gerek em çi bikin? Em çawa dikarin bi kesên din re li hev bên? Gerek em çawa dua bikin? Gerek em li mal û milk çawa binêrin? Li kitêba Metta, di beşên 5 heta 7an de, Îsa Mesîh cewabên van pirsan dan. Piştî van gotinan 2.000 sal derbas bûne, lê ev şîret heta niha jî biqîmet û bifeyde ne.
12 Wekî din, prensîpên Kitêba Pîroz alîkariya me dikin ku malbata me hê dilşadtir bibe, ku em di xebata xwe de serkeftî bin û ku em bi kesên din re di aştiyê de bin. Prensîpên Kitêba Pîroz ji bo her kesî, li her derê û her tim bifeyde ne (Îşaya 48:17 bixwîne; bnr. Not 3).
HEMÛ TIŞTÊN KU KITÊBA PÎROZ JI BERÊ DE GOTIBÛN, TÊN CIH
Îşaya pêxember ji berê de gotibû ku bajarê Babîlê wê bê girtin
13. Îşaya pêxember gotibû ku çi wê bê serê bajarê Babîlê?
13 Gelek tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê de gotibûn, jixwe hatine cih. Mesela, pêxemberekî bi navê Îşaya ji berê de gotibû ku bajarê Babîlê wê bê xera kirin (Îşaya 13:19). Wî hûr û kûr gotibû ku bajar wê çawa bê girtin. Li derdora bajêr sûrên bilind hebûn, ji nava bajêr çemek diherikî û çend deriyên mezin hebûn. Lê Îşaya ji berê de gotibû ku çem wê ziwa bibe û derî wê vekirî bimînin. Wî gotibû ku dijmin wê bajêr bêyî şerkirinê bigire. Wekî din, Îşaya eşkere kiribû ku zilamekî bi navê Koreş wê bajarê Babîlê bin dest bike (Îşaya 44:27–45:2 bixwîne; bnr. Not 4).
14, 15. Gotinên Îşaya pêxember çawa hatin cih?
14 Weke 200 sal piştî qeydkirina vê pêxembertiyê, leşkeran êrîşî Babîlê kir. Gelo serokê van leşkeran kî bû? Wek Kitêba Pîroz ji berê de gotibû, ew padîşahê Farsan bû – Koreş! Gelo Koreş û leşkerên wî pêxembertiya Îşaya anî cih?
15 Li şeva ku êrîşê dest pê kir, mirovên li bajarê Babîlê di ziyafeteke mezin de rûniştibûn. Seba sûrên bilind û çemê fireh, ew qet neditirsiyan. Lê belê li derveyî bajêr, Koreş û leşkerên wî kanalek kolabû ku ava çem nizm bibe. Gava av têra xwe nizm bû, leşker daketin çem û tê de bi pêş ve çûn. Lê leşker çawa ji sûrên Babîlê derbas bûn û ketin hundirê bajêr? Wek Îşaya pêxember gotibû, deriyên bajêr vekirî mabûn, û leşkeran bajar bêyî şerkirinê girt.
16. (a) Îşaya pêxember li ser dawiya bajarê Babîlê çi gotibû? (b) Gotinên Îşaya pêxember çawa hatine cih?
16 Îşaya pêxember gotibû ku Babîl wê wêran bimîne û tu kes wê êdî tê de nejî. Wî wisa nivîsîbû: “Dê abadîn tê de neyê rûniştin û ji nifşe heta nifşeyan nebe cîh” (Îşaya 13:20). Gelo ev pêxembertî hatiye cih? Belê. Li cihê bajarê kevn ê Babîlê, ku kêm zêde 80 kîlometre li başûrê bajarê Baxdadê ye, niha tenê wêrane hene. Îro li wê derê tu kes rûnane. Yehowa bajarê Babîlê “bi havlêka [gêzika] helaqê” malaştiye (Îşaya 14:22, 23).
Wêraneyên bajarê Babîlê
17. Em çima dikarin bawer bikin ku Xwedê wê hemû sozên xwe bîne cih?
17 Heta niha, gelek tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê de gotibûn, jixwe hatine cih. Ji ber vê yekê, em dikarin bawer bikin ku hemû gotinên din ên Kitêba Pîroz jî wê bên cih. Belê, Yehowa wê soza xwe bîne cih û dinyayê bike cenet (4. Mûsa 23:19 bixwîne). Loma, em xwediyê “hêviya jiyana herheyî” ne. “Xwedayê ku derewan nake, ji beriya destpêka deman ve jiyana herheyî soz da” (Tîtos 1:2).a
KITÊBA PÎROZ DIKARE JIYANA TE XWEŞ BIKE
18. Pawlos li ser “peyva Xwedê” çi got?
18 Wek me dîtiye, tu kitêbeke din ne mîna Kitêba Pîroz e. Ew ahengdar e, û gava ew behsa zanist an tarîxê dike, ew tim û tim rast dibêje. Tê de şîretên baş hene, û gelek tiştên ku Kitêba Pîroz ji berê de gotibûn jixwe hatine cih. Wekî din, Pawlosê şandî der heqê Kitêba Pîroz de wisa nivîsî: “Peyva Xwedê jîndar û bi bandûr e.” Ev tê çi maneyê? (Îbranî 4:12 bixwîne).
19, 20. (a) Kitêba Pîroz çawa dikare alîkariya me bike ku em xwe rindtir nas bikin? (b) Em çawa dikarin îsbat bikin ku em qîmetê didin Kitêba Pîroz?
19 Kitêba Pîroz dikare jiyana te xweş bike. Ew dikare alîkariya te bike ku tu xwe rindtir nas bikî. Bi alîkariya Kitêba Pîroz, tu dikarî fikir û hîsên xwe yên kûr fehm bikî. Mesela, em belkî difikirin ku em ji Xwedê hez dikin. Lê ji bo ku em îsbat bikin ku em bi rastî ji Xwedê hez dikin, gerek em li gor Kitêba Pîroz bijîn.
20 Belê, Kitêba Pîroz peyva Xwedê ye. Xwedê dixwaze ku em vê kitêbê bixwînin, bielimin û ji wê hez bikin. Gerek em qîmetê bidin vê hediyeyê û bi xwendina Kitêba Pîroz dewam bikin. Eger em wisa bikin, emê mexseda Xwedê ya ji bo mirovan fehm bikin. Li beşa din, emê li ser vê mexsedê zêdetir melûmatê bistînin.
a Ji xeynî xerakirina Babîlê, Kitêba Pîroz gelek tiştên din jî ji berê de gotibûn. Ji kerema xwe re, li Nota 5emîn binêre; li wê derê, tuyê bibînî ku Kitêba Pîroz ji berê de der heqê Îsa Mesîh de çi gotibû.