KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 1 r. 8
  • Xwedê Ezman û Erd Çêkirin

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwedê Ezman û Erd Çêkirin
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 1 r. 8
Baxçeyê Adenê

DERS 1

Xwedê Ezman û Erd Çêkirin

Yehowa Xwedê em xuliqandine. Wî hemû tiştên ku em dibînin an jî nabînin çêkirine. Berî çêkirina tiştên ku em dikarin bibînin, wî gelek gelek melek çêkirin. Tu dizanî melek kî ne? Melek xizmetkarên Yehowa ne. Ew dişibin wî. Çawa ku em Xwedê nabînin, em nikarin wan jî bibînin. Melekê pêşîn, ê ku Xwedê çêkir, bû alîkarê wî. Gava Yehowa stêr, gerstêr û hemû tiştên din çêkirin, melekê pêşîn alî wî kir. Yek ji van gerstêran, yanî erd bû mala me ya xweşik.

Piştre Yehowa erd hazir kir ku heywan û mirov lê bijîn. Wî kir ku roj ronahiyê bide erdê. Wî çiya, behr û çem çêkirin.

Piştre çi bû? Yehowa got: ‘Ezê giya, şînahî û daran çêkim.’ Gelek cureyên fêkî, şînahî û kulîlkên rengîn şîn bûn. Dûre Yehowa hemû heywanên ku li ezmanan difirin, di behrê de dijîn û li ser erdê dimeşin û dixuşin çêkirin. Hem heywanên biçûk ên wek kevroşkan hem jî heywanên mezin ên wek fîlan hatin çêkirin. Heywanê ku tu herî zêde jê hez dikî gelo kîjan ne?

Piştre Yehowa ji melekê pêşîn re got: ‘Em mirovan çêkin.’ Mirov wê ji heywanan cuda bin. Mirov wê bikarin tiştên nû çêkin, xeber bidin, bikenin û dua bikin. Ewê li erd û heywanan xwedî derkevin. Tu dizanî mirovê pêşîn kî bû? Ka em binêrin.

“Di destpêkê de Xwedê ezman û erd afirand” (1. Mûsa 1:1, KP).

Pirs: Yehowa Xwedê kî ye? Yehowa çi çêkirine?

1. Mûsa 1:1-26; Methelokên Silêman 8:30, 31; Yêremya 10:12; Kolosî 1:15-17

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne