DERS 88
Îsa Tê Girtin
Nîvê şevê derbas bû û hîv bi temamî ronahî bû. Îsa û şandiyên wî di Newala Kîdronê re derbas bûn û hatin Çiyayê Zeytûnê. Gava ew gihîştin baxçeyê Gêtsemaniyê, Îsa ji wan re got: “Li vir bisekinin û hişyar bimînin.” Îsa ji wir hinekî ber bi pêş ve meşiya û çû ser çokan. Dilê wî pir teng bû. Wî ji Yehowa re dua kir: “Bila daxwaza te bê cih.” Piştre Yehowa melekek şand ku dilê Îsa xurt bike. Gava Îsa vegeriya cem şandiyên xwe, wî dît ku ew di xewê de bûn. Wî got: ‘Hişyar bimînin! Niha ne wexta xewê ye! Êdî wext hatiye ku ez bêm dayîn dest dijminan.’
Piştî demeke kin Cihûda bi gelek zilaman re hat. Di destê wan de şûr û dar hebûn. Ji ber ku Cihûda berê gelek caran bi Îsa re hatibû baxçe, wî dizanibû ku ewê wî li wir bibîne. Cihûda ji eskeran re gotibû ku ewê nîşanekê bide wan ku Îsa kî ye. Ew rasterast çû cem Îsa û got: ‘Merheba, mamoste’ û ew maç kir. Îsa got: ‘Cihûda, ji bo ku ew min bigirin, tu min maç dikî?’
Îsa derket pêş û ji zilaman pirsî: “Hûn li kê digerin?” Wan got: “Îsayê Nasirayî.” Gava Îsa got ku ew “ez im”, zilam bi paş ve çûn û ketin erdê. Îsa dîsa ji wan pirsî: “Hûn li kê digerin?” Wan dîsa got: “Îsayê Nasirayî.” Îsa cewab da: ‘Min ji we re got ku ew ez im. Bihêlin ku ev zilamên li cem min herin.’
Gava Petrûs fehm kir ku çi diqewime, wî şûrê xwe kişand û guhê xulamekî kahînê mezin jêkir. Navê wî Malxos bû. Lê Îsa destê xwe da guhê wî û ew qenc kir. Piştre wî ji Petrûs re got: ‘Şûrê xwe bixe cihê wî. Her kesê ku bi şûr şer dike, wê bi şûr bê kuştin.’ Îcar eskeran Îsa girt û destên wî girêdan. Wê gavê şandî ji wir reviyan. Piştre wan zilaman Îsa bir cem Henanê serokê kahînan. Henan îfadeya Îsa girt û ew şand mala Kahînê Mezin Kayafas. Lê çi bi şandiyên Îsa hat?
“Di dinyayê de tengasiyên we wê hebin, lê dilxurt bin! Ez li hemberî dinyayê bi ser ketime” (Yûhena 16:33).