DERS 89
Petrûs Îsa Înkar Dike
Gava Îsa bi şandiyên xwe re di odeya jor de bû, wî ji wan re got: “Îşev hûnê hemû terka min bikin.” Petrûs got: “Eger hemû kesên din terka te bikin jî, ezê tu caran terka te nekim!” Lê Îsa ji Petrûs re got: ‘Bi rastî berî ku dîk bang bide, tuyê sê caran bêjî ku tu min nas nakî.’
Gava eskeran Îsa bir mala Kayafas, gelek şandî reviyan. Lê du şandiyên wî li dû xelkê çûn. Yek ji wan Petrûs bû. Ew ket hewşa mala Kayafas û xwe li ber êgir germ dikir. Di wê ronahiyê de keçikeke xizmetkar rûyê Petrûs dît û got: ‘Ez te nas dikim! Tu bi Îsa re bûyî!’
Petrûs got: ‘Na, ez nizanim tu behsa kê dikî!’ Ew rabû çû ber deriyê hewşê. Lê piştî demeke kin keçikeke din a xizmetkar ew dît û ji xelkê re got: ‘Ev zilam bi Îsa re bû!’ Petrûs got: ‘Ez Îsa nas nakim!’ Zilamekî got: ‘Tu yek ji wan î! Ji gotinên te xuya ye ku tu wek Îsa ji Celîleyê yî.’ Lê Petrûs sond xwar: ‘Ez wî nas nakim!’
Tam wê gavê dîkekî bang da. Îsa xwe zivirand û li Petrûs nêrî. Wê çaxê gotinên Îsa hatin bîra wî û ew derket derve û bi dilşewatî giriya.
Di wê wextê de hakimên Mehkemeya Bilind a Cihûyan gihîştin mala Kayafas ku hukmê Îsa bidin. Jixwe wan qerar dabû ku Îsa bikujin. Ji bo vê yekê, ew êdî li sebebekî digeriyan. Lê wan tiştek nedît ku wî pê sûcdar bikin. Di dawiyê de Kayafas rasterast ji Îsa pirsî: ‘Tu Kurê Xwedê yî?’ Îsa got: “Erê, ez im.” Kayafas got: ‘Ew ji Xwedê re kufir dike! Êdî îsbatên din ji me re ne lazim in.’ Hakiman got: ‘Erê, ev zilam gerek bimire.’ Wan sîle li Îsa xistin, tifî wî kir, çavên wî girtin û li wî xist. Wan got: ‘Eger tu pêxember î, ka ji me re bêje ku kê li te xist!’
Gava bû sibeh, wan Îsa bir salona Mehkemeya Bilind a Cihûyan û wan dîsa ji wî pirsî: “Tu Kurê Xwedê yî?” Îsa cewab da: “Hûn bi xwe dibêjin ku ez ew im.” Dûre wan Îsa ji ber kufra li dijî Xwedê sûcdar dît û ew bir qesra waliyê Romayê Pontiyos Pîlatos. Dûre çi bû? Ka em binêrin.
“Wext … êdî hatiye ku her yek ji we wê bireve mala xwe, û hûnê min bi tenê bihêlin. Lê ez ne bi tenê me, çimkî Bav bi min re ye” (Yûhena 16:32).