KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 15 r. 42-r. 43 p. 3
  • Yehowa Ûsiv ji Bîr Nekir

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Yehowa Ûsiv ji Bîr Nekir
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Xulamekî ku Guh Dida Xwedê
    Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Yehowa wê Alî Te Bike ku Tu bi Ser Bikevî
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 15 r. 42-r. 43 p. 3
Ûsiv xewnên Fîrawûn jê re şîrove dike

DERS 15

Yehowa Ûsiv ji Bîr Nekir

Gava Ûsiv di hebsê de bû, padîşahê Misrê Fîrawûn xewn dîtin. Tu kesî nikaribû maneya xewnên wî jê re bigota. Xizmetkarekî Fîrawûn ji wî re got ku Ûsiv dikare maneya xewnên wî bibêje. Fîrawûn di cih de şand pey Ûsiv.

Fîrawûn jê pirsî: ‘Tu dikarî maneya xewnên min ji min re bêjî?’ Ûsiv ji wî re got: ‘Li Misrê wê heft salan bi zêdeyî xwarin hebe, lê dûre wê heft salan xela hebe. Ji bo ku miletê te birçî nemîne ji xwe re zilamekî jîr û jêhatî bibîne ku ew xwarinê di embaran de hilîne.’ Fîrawûn got: ‘Ez vî karî dixim bin destê te! Ji niha û pê ve, li Misrê piştî min tu zilamê herî mezin î!’ Ûsiv çawa dizanibû ku maneya xewnên Fîrawûn çi ye? Yehowa alî Ûsiv kir.

Ûsiv emir dide zilaman ku ew xwarinê di embaran de hilînin

Ûsiv di nav heft salan de xwarin di embaran de hilanî. Piştre wek ku Ûsiv gotibû li seranserê dinyayê xela çêbû. Mirov ji her derê dihatin ku xwarinê ji Ûsiv bikirin. Bavê wî Aqûb bihîst ku li Misrê xwarin heye, loma wî deh kurên xwe şandin wê derê.

Gava kurên Aqûb çûn ba Ûsiv, wî ew di cih de nas kirin. Lê birayên wî ew nas nekir. Wek ku Ûsiv berî gelek salan di xewna xwe de dîtibû, birayên wî xwe li ber wî tewandin erdê. Ûsiv dixwest bibîne ka birayên wî wek berê kesên xerab in an na. Loma wî ji wan re got: ‘Hûn casûs in. Hûn hatin bibînin ku welatê me li ku derê nayê parastin.’ Wan got: ‘Na, em ne casûs in! Em ji welatê Kenanê ne. Em 12 bira ne. Yek ji me miriye û yê herî biçûk jî li cem bavê me ye.’ Paşê Ûsiv got: ‘Birayê xwe yê herî biçûk bînin vir. Wê çaxê ezê ji we bawer bikim.’ Loma ew vegeriyan cem bavê xwe.

Gava xwarina wan kêm bû, Aqûb kurên xwe dîsa şandin Misrê. Vê carê wan birayê xwe yê biçûk Benyamîn jî bi xwe re bir. Ûsiv birayên xwe ceribandin. Wî tasa xwe ya zîvîn bi dizî xist tûrikê Benyamîn. Piştre wî birayên xwe bi diziyê sûcdar kirin. Gava xizmetkarên Ûsiv tas di tûrikê Benyamîn de dît, birayên wî pir tirsiyan. Wan ji Ûsiv rica kir ku ew wan di şûna Benyamîn de ceza bike.

Niha Ûsiv fehm kir ku birayên wî hatine guhertin. Ûsiv nikaribû xwe bigirta. Wî dest bi girî kir û got: ‘Ez birayê we Ûsiv im. Ma bavê min hê sax e?’ Birayên wî şaş man. Wî ji wan re got: ‘Ji ber tiştên ku we anîn serê min xemgîn nebin. Ji bo ku hûn sax bimînin, Xwedê ez şandim vê derê. Niha bi ecele herin û bavên min bînin vir.’

Îcar ew çûn malê û wan xebera xêrê da bavê xwe. Wan got ku Ûsiv hê sax e. Dûre wan bavê xwe bir Misrê. Piştî sal û zemanan, Ûsiv û bavê wî dîsa hev dîtin.

Ûsiv û bavê wî Aqûb silavê li hev dikin

“Eger hûn sûcên kesên din efû nekin, Bavê we jî wê sûcên we efû neke” (Meta 6:15).

Pirs: Yehowa çawa alî Ûsiv kir? Ûsiv çawa nîşan da ku wî birayên xwe efû kirine?

1. Mûsa 40:1–45:28; 46:1-7, 26-34; Zebûr 105:17-19; Karên Şandiyan 7:9-15

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne