DERS 27
Wan li ber Yehowa Serî Hilda
Wexta ku Îsraîlî li çolê bûn piştî demekê Korah, Datan, Abîram û 250 kesên din li ber Mûsa serî hilda. Wan ji wî re got: ‘Em ji we aciz bûn! Çima gerek tu rêberê me bî û Harûn kahînê mezin be? Yehowa ne tenê bi we re ye. Ew bi me re ye jî.’ Qet kêfa Yehowa ji van gotinan re nehat. Wî ev serhildan wek serhildaneke li dijî xwe hesiband!
Mûsa ji Korah û piştgirên wî re got: ‘Sibê werin ber konê îbadetê û bixûra xwe bi xwe re bînin. Yehowa wê nîşanî me bide ku wî kî hilbijartiye.’
Roja din Korah û 250 zilamên wî rabûn çûn cem konê îbadetê ku Mûsa bibînin. Li wir wek ku ew kahîn bûn wan bixûr şewitandin. Yehowa ji Mûsa û Harûn re got: ‘Xwe ji Korah û zilamên wî dûr bixin.’
Korah rabû çû konê îbadetê, lê Datan, Abîram û malbatên wan gotin: “Em nayên.” Yehowa ji Îsraîliyan re got ku gerek ew ji konên Korah, Datan û Abîram dûr bikevin. Îsraîlî bi lez ji wir dûr ketin. Datan, Abîram û malbatên wan li ber konên xwe bûn. Erd ji nişka ve qelişî û ew daqurtandin! Li ber konê îbadetê, agir ji ezmanan hat û Korah û 250 zilamên wî şewitandin.
Dûre Yehowa ji Mûsa re got: ‘Ji serokê her eşîrekê darikekî bistîne û navê wî li ser binivîse. Lê navê Harûn li ser darikê eşîra Lêwî binivîse. Wan têxe hundirê konê îbadetê. Darikê zilamê ku ezê hilbijêrim wê kulîlk bide.’
Roja din Mûsa hemû darik anîn û ew nîşanî serokên eşîran dan. Li ser darikê Harûn kulîlkên pişkivî û behîvên gihîştî hebûn. Bi vî awayî Yehowa nîşan da ku wî Harûn kiriye kahînê mezin.
“Guh bidin kesên ku di nav we de rêberiyê dikin û ji wan re îtaet bikin” (Îbranî 13:17).