KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 28 r. 70-r. 71 p. 1
  • Kera Balam Dipeyive

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Kera Balam Dipeyive
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 28 r. 70-r. 71 p. 1
Gava kera Balam melekê Xwedê dibîne, ew li ser rê dikeve erdê

DERS 28

Kera Balam Dipeyive

Îsraîlî nêzîkî 40 salan li çolê bûn. Wan gelek bajarên xurt kirin bin destê xwe. Niha ew li deşta Moabê li rojhilatê Çemê Urdunê bi cih bûn. Êdî wexta ku ew têkevin Welatê Sozdayî hat. Padîşahê Moabê Balak ditirsiya ku welatê wî têkeve bin destê Îsraîliyan. Loma wî gazî zilamekî bi navê Balam kir ku ew were Moabê û lanetê li Îsraîliyan bike.

Lê Yehowa ji Balam re got: ‘Lanetê li Îsraîliyan neke.’ Loma Balam neçû wir. Balak Padîşah careke din gazî wî kir. Wî soz da Balam ku ewê her tiştê ku ew bixwaze bide wî. Dîsa jî Balam neçû. Piştre Xwedê ji Balam re got: ‘Tu dikarî herî wir. Lê gerek tu tenê tiştên ku ez ji te re dibêjim bêjî.’

Balam rabû li kera xwe siwar bû û çû Moabê. Wî plan dikir ku lanetê li Îsraîliyan bike, lê Yehowa ji wî re gotibû ku gerek ew vê yekê neke. Di rê de melekê Yehowa sê caran derket pêşiya wî. Balam melek nedidît, lê kera wî ew didît. Cara pêşîn ker ji rê derket û çû nav zeviyê. Cara diduyan ker pir nêzîkî dîwarekî bû û lingê Balam di wir de hat eciqandin. Cara dawîn kera wî di nîvê rê de ket erdê. Her car Balam bi darekî li kera xwe dixist.

Piştî cara sisêyan, Yehowa hişt ku kera Balam xeber bide. Kera Balam jê pirsî: ‘Tu çima li min dixî?’ Balam got: ‘Ji ber ku te ez kirim şûna yekî bêaqil. Eger şûrekî min hebûya, minê tu bikuştayî.’ Kerê got: ‘Tu bi salan li min siwar dibî. Ma min heta niha tiştekî wisa li te kiriye?’

Piştre Yehowa hişt ku Balam melek bibîne. Melek ji wî re got: ‘Yehowa tu hişyar kirî ku tu lanetê li Îsraîliyan nekî.’ Balam jê re got: ‘Min şaşiyek kir. Ezê vegerim malê.’ Lê melek jê re got: ‘Tu dikarî herî Moabê, lê tenê tiştê ku Yehowa ji te re dibêje bêje.’

Gelo Balam ji xwe re dersek stand? Na. Piştî vê yekê, Balam sê caran hewl da ku lanetê li Îsraîliyan bike. Lê Yehowa her car laneta ku Balam digot ji Îsraîliyan re dikir bereket. Di dawiyê de Îsraîliyan hicûmî Moabê kir û Balam hat kuştin. Eger Balam ji destpêkê ve guh bidaya Yehowa, ma wê ji bo wî ne baştir bûya?

“Hay ji xwe hebin û xwe ji her cureyê çavbirçîtiyê biparêzin, çimkî eger gelek mal û milkê kesekî hebe jî, ew jiyanê nadin wî” (Lûqa 12:15).

Pirs: Balam çima çû Moabê? Di rê de çi çêbû?

4. Mûsa 22:1–24:25; 31:8; Nehemya 13:2; 2. Petrûs 2:15, 16; Cihûda 11

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne