KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lfb ders 34 r. 84-r. 85 p. 2
  • Gîdeon Zora Mîdyaniyan Bir

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gîdeon Zora Mîdyaniyan Bir
  • Dersên ji Kitêba Pîroz
  • Malzemeya Eleqedar
  • Rîspîno – ji Mîsala Gîdeon Bielimin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
  • “Bi vê Quweta Xwe Here”
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2021
Dersên ji Kitêba Pîroz
lfb ders 34 r. 84-r. 85 p. 2
Gîdeon û zilamên wî li boriyê dixin, cer dişikînin, meşaleyên agir dihejînin, û diqîrin

DERS 34

Gîdeon Zora Mîdyaniyan Bir

Bi zeman re Îsraîlî dîsa ji Yehowa dûr ketin û wan dest bi îbadeta îlahên sexte kir. Mîdyaniyan heft salan heywanên Îsraîliyan didizîn û zeviyên wan xera dikirin. Îsraîlî ji bo ku ji Mîdyaniyan birevin xwe di çiya û şikeftan de vedişartin. Wan ji Yehowa rica dikir ku ew wan xelas bike. Loma Yehowa melekê xwe şand cem xortekî bi navê Gîdeon. Melek ji wî re got: ‘Yehowa tu hilbijartiye ku tu bibî şervanekî xurt.’ Gîdeon pirsî: ‘Ez çawa dikarim Îsraîlê xelas bikim? Ma ez kî me?’

Gîdeon çawa fehm kir ku Yehowa ew hilbijartiye? Wî hinek hirî danî ser erdê û ji Yehowa re got: ‘Serê sibê eger hirî ji xunavê şil bibe, lê erd ziwa bimîne, ezê fehm bikim ku tu dixwazî ez Îsraîlê xelas bikim.’ Roja din serê sibê hirî şil bû û erd ziwa bû! Lê piştre Gîdeon tiştekî din xwest. Wî ji Yehowa rica kir ku hirî ziwa be û erd şil be. Roja din eynî wisa bû. Di dawiyê de Gîdeon tam bawer bû ku Yehowa ew hilbijartiye. Îcar ji bo ku bi Mîdyaniyan re şer bike, wî eskerên xwe kom kirin.

Yehowa ji Gîdeon re got: ‘Ezê Îsraîliyan di şer de bi ser bixim. Lê ji ber ku ew qas zêde eskerên te hene, belkî hûn bifikirin ku we bi qeweta xwe zora wan biriye. Kesên ku ditirsin bila biçin malê.’ Loma 22.000 esker vegeriyan malê û 10.000 esker man. Piştre Yehowa got: ‘Esker hê jî zêde ne. Wan bibe ber çem û ji wan re bêje avê vexwin. Tenê kesên ku di wexta vexwarinê de li dora xwe dinêrin ka dijmin hene yan na li cem xwe bihêle.’ Tenê 300 zilamî bidîqat av vexwar. Yehowa soz da ku tenê ev çend zilam wê zora 135.000 eskerên Mîdyanê bibin.

Wê şevê Yehowa ji Gîdeon re got: ‘Niha wext hatiye ku hûn hicûmî Mîdyaniyan bikin!’ Gîdeon hem borî hem cerên mezin, ên ku meşale tê de bûn, dan zilamên xwe. Wî ji wan re got: ‘Li min binêrin û her tiştê ku ez dikim hûn jî bikin.’ Gîdeon li boriya xwe xist, cera xwe şikand, meşaleya xwe hejand û bi dengekî bilind got: ‘Şûrê Yehowa û Gîdeon!’ 300 zilamên wî eynî wek wî kir. Mîdyanî pir tirsiyan û bi ecele ber bi her aliyekî ve reviyan. Di nav vê tevliheviyê de, wan hicûmî hev kir. Vê carê jî Yehowa alî Îsraîliyan kir ku ew zora dijminên xwe bibin.

Eskerên Mîdyanî yên tirsiyayî

“Mezinahiya zêde ya hêzê ne ji me ye, lê ji Xwedê ye” (2. Korîntî 4:7, Mizgînî).

Pirs: Yehowa çawa nîşan da ku wî Gîdeon hilbijartiye? Çima di ordiya Gîdeon de tenê 300 mêr hebûn?

Serweran 6:1–16; 6:36–7:25; 8:28

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne