DERS 42
Yonatanê Xurt û Dilsoz
Yonatan kurê Saûl Padîşah ê mezin bû. Ew şervanekî xurt bû. Dawid got ku Yonatan ji teyr bileztir û ji şêrekî xurttir bû. Rojekê Yonatan 20 eskerên Filîstî li ser girekî dîtin. Wî ji eskerê bi xwe re got: ‘Tenê eger Yehowa nîşanekê bide me, emê hicûmî wan bikin. Eger Filîstî bêjin werin hilkişin jor, emê biçin bi wan re şer bikin.’ Filîstiyan bang kir û got: ‘Werin em şer bikin!’ Loma Yonatan û eskerê bi wî re hilkişiyan ser gir û zora 20 eskerên Filîstî bir.
Ji ber ku Yonatan kurê Saûl ê mezin bû, heqê wî hebû ku piştî bavê xwe bibe padîşah. Lê Yonatan dizanibû ku Yehowa Dawid hilbijartiye ku bibe padîşahê nû yê Îsraîlê. Dîsa jî wî hesûdiya Dawid nedikir. Yonatan û Dawid bûn dostên hev. Wan soz da hev ku ewê hevdû biparêzin û alî hev bikin. Yonatan wek nîşana hevaltiyê xiftan, şûr û kevana xwe dan Dawid.
Gava Dawid ji Saûl direviya, Yonatan rabû çû cem wî û jê re got: ‘Xurt be û netirse! Yehowa tu hilbijartiye ku tu bibî padîşah. Bavê min jî bi vê yekê dizane.’ Ma tu jî dixwazî ku hevalekî teyî baş yê wek Yonatan hebe?
Yonatan ji bo ku alî dostê xwe bike gelek caran jiyana xwe xist xeterê. Wî dizanibû ku Saûl Padîşah dixwest Dawid bikuje, loma wî ji bavê xwe re got: ‘Bavo, Dawid tiştekî xerab nekiriye. Eger tu wî bikujî, tuyê guneh bikî.’ Saûl ji Yonatan pir aciz bû. Piştî çend salan, Saûl û Yonatan bi hev re di şer de mirin.
Piştî ku Yonatan mir, Dawid li Mefîboşetê kurê Yonatan geriya. Gava Dawid ew dît, wî ji Mefîboşet re got: ‘Ji ber ku bavê te dostê min bû, ezê heta dawiya emrê te li te xwedî derkevim. Tuyê li qesra min bijî û li ser sifreya min bixwî.’ Dawid dostê xwe Yonatan qet ji bîr nekir.
“Wek ku min ji we hez kir, hûn jî ji hevdû hez bikin. Ji hezkirina ku kesek ji bo xatirê dostên xwe canê xwe bide, hezkirineke mezintir tune ye” (Yûhena 15:12, 13).