DERS 47
Yehowa Êlyas Xurt Kir
Îzebelê tiştên ku hatin serê pêxemberên Baal bihîstin û ew pir qehirî. Wê ev xeber ji Êlyas re şand: ‘Sibê tuyê jî wek pêxemberên Baal bimirî.’ Êlyas pir tirsiya û reviya çolê. Wî dua kir: ‘Yehowa, êdî qeweta min nemaye. Ez bimirim çêtir e.’ Êlyas ew qas westiyayî bû ku ew di bin darekê de di xew re çû.
Melekekî ew hişyar kir û bi nermî got: ‘Rabe xwarinê bixwe.’ Êlyas nanekî pijiyayî li ser kevirên germ û cerekî avê dîtin. Wî xwar û vexwar û dîsa raket. Melek ew dîsa hişyar kir û got: ‘Bixwe. Ji bo rêwîtiya te ya dûr qewet ji te re lazim e.’ Loma Êlyas rabû hinekî din xwar. Piştre heta ku ew gihîşt Çiyayê Horebê ew 40 roj û 40 şevan meşiya. Li wir Êlyas ji bo ku rakeve ket şikeftekê. Lê Yehowa bi wî re xeber da û jê re got: ‘Êlyas, tu li vir çi dikî?’ Êlyas cewab da: ‘Îsraîliyan soza ku wan dabû te negirt. Wan qurbangehên te xera kirin û pêxemberên te kuştin. Niha dixwazin min jî bikujin.’
Yehowa ji wî re got: ‘Derkeve û li ser çiyê bisekine.’ Pêşî bayekî xurt li ber şikeftê rabû. Piştre erd hejiya. Piştre jî Êlyas agirekî mezin dît. Di dawiyê de Êlyas dengekî nizm û nerm bihîst. Wî rûyê xwe bi xiftanê xwe nixumand û derket derve û li ber şikeftê sekinî. Yehowa dîsa ji wî pirsî ku ew çima reviyaye. Êlyas got: ‘Ji xeynî min kesek nemaye.’ Lê Yehowa ji wî re got: ‘Tu ne bi tenê yî. Li Îsraîlê 7.000 kesên din jî hene û ji min re îbadetê dikin. Rabe here û Êlîşa li şûna xwe wek pêxember tayîn bike.’ Êlyas zû bi rê ket û tiştê ku Yehowa ji wî re gotibû kir. Tu çi dibêjî, eger tu tiştê ku Yehowa ji te dixwaze bikî, gelo ewê alî te bike? Belê, Yehowa wê alî te bike. Ka em li tiştekî ku di dema ziwatiyê de çêbû binêrin.
“Ji bo tu tiştî xeman nexwin. Lê belê di her tiştî de bila daxwazên we bi dua û lavan û bi şikirkirinê ji Xwedê re bên gotin” (Filîpî 4:6, Mizgînî).