DERS 49
Melîkeyeke Xerab Tê Cezakirin
Ahab Padîşah wexta ku li Yîzreêlê ji pencereya qesra xwe li derve dinêrî, wî rezê zilamekî bi navê Nabot didît. Ahab dixwest vî rezî ji Nabot bikire. Lê Nabot nedixwest rezê xwe bifiroşe wî. Ji ber ku li gor Qanûna Yehowa, erdê mîrasgirtî gerek nehata firotin. Nabot tiştê ku rast bû kir. Gelo Ahab qedrê qerara Nabot girt? Na. Ahab pir qehirî. Ahab ew qas aciz bû ku ew ji nav nivînên xwe derneket û xwarin nexwar.
Melîkeya xerab Îzebelê ji zilamê xwe Ahab re got: ‘Tu padîşahê Îsraîlê yî. Tu dikarî her tiştê ku tu dixwazî bi dest bixî. Meraq neke ezê wî erdî ji bo te bistînim.’ Îzebelê ji rîspiyên bajêr re name nivîsandin. Wê ji wan xwest ku ew Nabot wek kafirekî sûcdar bikin û wî bidin ber keviran û bikujin. Rîspiyan tiştê ku Îzebelê ji wan re got kir. Dûre Îzebelê ji Ahab re got: ‘Nabot miriye. Rezê wî êdî rezê te ye.’
Ne tenê Nabot kesekî bêsûc bû ku Îzebelê ew kuşt. Wê gelek kesên din ên ku ji Yehowa hez dikir kuştin. Îzebelê ji pûtan re îbadet dikir û xerabiyên din jî dikirin. Yehowa ev hemû tişt didîtin. Gelo wî li hemberî wê çi kir?
Piştî ku Ahab mir, kurê wî Yehoram bû padîşah. Yehowa zilamekî bi navê Yehû şand ku Îzebelê û malbata wê ceza bike.
Yehû rabû li erebeya xwe siwar bû û çû Yîzreêlê. Li wê derê Îzebel dijiya. Yehoram rabû bi erebeya xwe hat pêşiya Yehû û ji wî pirsî: ‘Te xêr e?’ Yehû got: ‘Heta ku dayika te Îzebel ew qas tiştên xerab dike, ma wê çawa xêr hebe.’ Yehoram erebeya xwe zivirand û xwest bireve. Lê Yehû kevana xwe şidand, tîr berda Yehoram û ew kuşt.
Piştre Yehû çû qesra Îzebelê. Wexta ku wê bihîst ku Yehû tê, wê xwe makyaj kir, porê xwe xemiland û li ber pencereyê li benda wî ma. Gava Yehû hat, wê bi zimanekî nexweş silav da wî. Yehû bangî xulamên ku nêzîkî wê sekinî bûn kir û ji wan re got: “Wê bavêjin jêr!” Wan Îzebel ji pencereyê avêt. Îzebel ket erdê û mir.
Piştî vê yekê Yehû 70 kurên Ahab kuştin û welat ji îbadeta Baal paqij kir. Em ji vê serpêhatiyê çi dielimin? Yehowa her tiştî dizane û ew kesên ku tiştên xerab dikin di dema rast de ceza dike.
“Mal û milkê pêşî bi lezgînî tê bi dest xistin, di dawiyê de bêbereket e” (Methelokên Silêman 20:21).