DERS 64
Danîêl di Çala Şêran de
Daryûsê Med padîşahekî din ê Babîlê bû. Daryûs dît ku Danîêl mirovekî baş bû. Wî Danîêl danî ser zilamên herî muhîm ên welêt. Van zilaman hesûdiya Danîêl dikir û dixwest ji wî xelas bibin. Wan dizanibû ku Danîêl rojê sê caran ji Yehowa re dua dikir, loma wan ji Daryûs re got: ‘Ya padîşah, ji bo ku her kes tenê ji te re dua bike, qanûnekê derxe. Her kesê ku guh nede vê qanûnê gerek bê avêtin nav çala şêran.’ Daryûs ji vê fikrê hez kir û qanûn îmze kir.
Dema ku Danîêl ev qanûna nû bihîst, ew çû mala xwe. Wek her car Danîêl li ber pencereya vekirî çû ser çokan û ji Yehowa re dua kir. Ew zilamên hesûd ji nişka ve ketin mala wî û wan dît ku Danîêl dua dike. Ew di cih de çûn cem Daryûs û wan got: ‘Danîêl bi ya te nake. Ew rojê sê caran ji Xwedayê xwe re dua dike.’ Daryûs ji Danîêl hez dikir û nedixwest ku ew bimire. Daryûs ji sibê heta êvarê li çareyekê digeriya ku Danîêl xelas bike. Lê padîşah jî nikaribû qanûneke ku wî êdî îmze kiribû betal bike. Loma ew mecbûr ma ku vî emrî bide zilamên xwe: ‘Danîêl bavêjin çala şêran.’
Wê şevê Daryûs ji bo Danîêl ew qas xemgîn bû ku xew lê herimî. Serê sibê wî baz da cem çala şêran û bangî Danîêl kir: ‘Gelo Xwedayê te tu xelas kirî?’
Daryûs dengek bihîst. Dengê Danîêl bû! Wî ji Daryûs re got: ‘Melekê Yehowa devê şêran girt. Şêran tiştek bi min nekir.’ Daryûs pir kêfxweş bû! Wî emir da zilamên xwe ku ew Danîêl ji çalê derxin. Birîn qet di canê wî de tune bû. Piştre padîşah emir da: ‘Wan zilamên ku Danîêl sûcdar kir bavêjin çalê.’ Zilam hê negihîştibûn binê çalê, şêran ew parçe parçe kirin.
Daryûs ev ferman ji miletê xwe re şand: ‘Gerek her kes ji Xwedayê Danîêl bitirse. Wî Danîêl ji nav lepên şêran xelas kir.’
Gelo tu jî wek Danîêl her roj ji Yehowa re dua dikî?
Yehowa “dizane ku çawa xwedênasan ji ceribandinê rizgar bike” (2. Petrûs 2:9, Mizgînî).