DERS 65
Ester Xelkê Xwe Xelas Dike
Ester keçeke Cihû bû. Ew li bajarê Farisan Şûşanê dijiya. Berî gelek salan Nebûkadnetsar malbata wê ji Orşelîmê biribû wir. Pismamê wê Mordekay ew mezin kiribû. Mordekay xizmetkarekî Padîşahê Farisan Ahaşveroş bû.
Ahaşveroş Padîşah ji xwe re li melîkeyeke nû digeriya. Xulamên wî jinên herî xweşik ên welêt ji wî re anîn. Ester jî di nav wan de bû. Padîşah ji nav wan hemûyan Ester hilbijart ku bibe melîke. Mordekay ji Esterê re got: ‘Ji kesî re nebêje ku tu Cihû yî.’
Zilamekî qure yê bi navê Haman serekê hemû mezinên milet bû. Wî dixwest ku her kes xwe li ber wî bitewîne. Lê Mordekay ev yek nedikir. Ji ber vê yekê, Haman pir qehirî û xwest Mordekay bikuje. Gava Haman pê hesiya ku Mordekay Cihû ye, wî planek hazir kir ku hemû Cihûyên li welêt bikuje. Wî ji padîşah re got: ‘Cihû mirovên bixeter in. Gerek em ji wan xelas bibin.’ Ahaşveroş got: ‘Tu çawa dixwazî wisa bike’ û wî îzin da Haman ku ew qanûnekê derxe. Haman qanûneke nû derxist. Wî emir da xelkê ku ew di 13ê meha Adarê de hemû Cihûyan bikujin. Yehowa her tişt didît.
Haya Esterê ji vê qanûnê tune bû. Loma Mordekay kopyayeke wê jê re şand û got: ‘Rabe here bi padîşah re bipeyive.’ Esterê got: ‘Her kesê ku nehatibe gazîkirin û biçe ba padîşah wê bê kuştin. Ev sî roj in ku padîşah gazî min nekiriye! Lê ezê biçim. Eger ew gopalê xwe dirêj bike, ezê bijîm û eger ew dirêj neke, ezê bimirim.’
Ester rabû çû hewşa padîşah. Dema ku padîşah ew dît, wî gopalê xwe dirêj kir. Ester çû cem padîşah û wî jê pirsî: ‘Ester, ez dikarim ji bo te çi bikim?’ Wê got: ‘Ez dixwazim te û Haman dawetî ziyafetekê bikim.’ Di dema ziyafetê de Esterê ew dawetî ziyafeteke din jî kirin. Îcar di dema ziyafeta diduyan de padîşah dîsa jê pirsî: ‘Ez dikarim ji bo te çi bikim?’ Wê got: ‘Kesek dixwaze min û xelkê min bikuje. Ji kerema xwe re me xelas bike.’ Padîşah pirsî: ‘Kî dixwaze we bikuje?’ Wê got: ‘Ev zilamê xerab Haman.’ Ahaşveroş ew qas qehirî ku wî di cih de fermana kuştina Haman da.
Lê padîşah jî nikaribû qanûna Haman betal bikira. Loma padîşah Mordekay kir serekê mezinên milet û heqê derxistina qanûneke nû da wî. Qanûna ku Mordekay derxist îzin dida Cihûyan ku eger kesên din êrîşî wan bikin, ew dikarin xwe biparêzin. Cihûyan di roja 13ê Adarê de zora dijminên xwe bir. Ji wê rojê pê ve her sal wan ev serkeftin pîroz dikir.
“Ji ber min, ewê we bidin destê walî û padîşahan, da ku ew û miletên din di heqê baweriya we de bibihîzin” (Meta 10:18).