DERS 7
Birca Babîlê
Piştî Tofanê gelek zarokên kurên Nûh çêbûn. Malbatên wan mezin dibûn. Wek Yehowa ji wan re gotibû, ew li dinyayê li her derê belav bûn.
Lê hinek malbatan guh neda Yehowa. Wan got: ‘Werin em bajarekî ava bikin û li vir bimînin. Emê birceke ew qas mezin çêkin ku serê wê bigihîje heta ezmanan. Bi vî awayî, emê bi nav û deng bibin.’
Yehowa qet ji vê hez nekir. Wî qerar da ku wan bisekinîne. Tu dizanî wî çi kir? Wî ji nişka ve wisa kir ku mirov bi zimanên cuda xeber bidin. Êdî wan nikaribû ji hev fehm bikin. Ji ber vê yekê, wan dest ji çêkirina bircê berda. Navê bajarê ku wan dixwest ava bikin Babîl bû. Ev nav tê maneya “Tevlihevî”. Îcar mirov ji bajarê Babîlê derketin û li her dera dinyayê belav bûn. Li wan deran jî, wan tiştên xerab dikirin. Gelo mirovên ku hîn ji Yehowa hez dikir hebûn? Emê di beşa din de vê yekê bibînin.
“Her kesê ku xwe bilind dike, wê bê nizmkirin. Lê kesê ku xwe nizm dike, wê bê bilindkirin” (Lûqa 18:14).