DERS 83
Îsa bi Hezaran Kesan Têr Dike
Wexteke kin berî Cejna Derbasbûnê ya di sala 32yan de, şandî ji belavkirina mizgîniyê vegeriyan. Ew westiyayî bûn, loma Îsa ew bi qeyîkê birin Beytsaydayê. Li wê derê wan dikaribû xwe rehet bikin. Lê gava qeyîk nêzîkî qeraxa behrê bû, Îsa dît ku bi hezaran kes li dû wan hatine. Îsa dixwest ku bi şandiyên xwe re bi tenê bimîne, lê dîsa jî ew ji dil bi kesên ku hatibûn re eleqedar bû. Wî nexweşên wan qenc kirin û dest bi elimandina wan kir. Îsa temamiya rojê ew di heqê Hukimdariya Xwedê de dielimandin. Gava bû êvar, şandiyên wî hatin cem wî. Wan ji wî re got: ‘Mirov birçî ne. Wan bişîne ku ew ji xwe re xwarinê bînin.’
Îsa got: ‘Ne lazim e ku ew herin. Hûn xwarinê bidin wan.’ Şandiyan pirsî: ‘Ma tu dixwazî ku em herin û ji wan re nan bikirin?’ Ji nav şandiyan Filîpos got: ‘Eger gelek pereyên me hebin jî, em nikarin têra ew qas kesan nan bikirin.’
Îsa pirsî: ‘Çi qas xwarin li cem me heye?’ Andreas got: ‘Li cem me pênc nan û du masiyên biçûk hene. Ev xwarin têra ew qas kesan nake.’ Îsa got: ‘Ka nan û masiyan bînin cem min.’ Wî ji xelkê re got ku ew kom bi kom li ser giyê rûnin. Îsa got ku bila di her komekê de 50 an 100 kes rûnin. Wî nan û masî hilgirtin, li ezmanan mêze kir û dua kir. Piştre wî xwarin da şandiyên xwe û wan ew di nav xelkê de belav kir. 5.000 zilam û gelek jin û zarok jî heta ku têr bûn xwarin. Ji bo ku xwarin nehata avêtin, şandiyan xwarina ku ji ber wan zêde mabû top kir. Di dawiyê de 12 selik bi xwarinê tije bûn! Ev yek mucîzeyeke çi qas mezin bû!
Vê yekê tesîreke ew qas mezin li ser xelkê hişt ku wan dixwest Îsa bikin padîşahê xwe. Lê Îsa dizanibû ku hê wexta Yehowa nehatibû ku wî bike padîşah. Ji ber vê yekê, wî xelk şand û ji şandiyên xwe re got ku herin aliyê din ê Behra Celîleyê. Şandî li qeyîka xwe siwar bûn û Îsa bi tena serê xwe çû ser çiyê. Gelo çima? Ji ber ku wî dixwest ji Bavê xwe re dua bike. Îsa çi qas mijûl bû jî, wî her tim wext vediqetand ku dua bike.
“Ne ji bo xwarina ku îro heye û sibê tune ye îş bikin, lê ji bo xwarina ku dimîne û jiyana herheyî tîne îş bikin. Kurê Mirov wê vê xwarinê bide we” (Yûhena 6:27).