DERS 85
Îsa di Roja Sebtê de Mirovekî Qenc Dike
Fêrisî ji Îsa diqehirîn û li mehneyekê digeriyan ku wî bigirin. Wan digot ku gerek Îsa kesên nexweş di roja Sebtê de qenc neke. Di rojeke Sebtê de Îsa dît ku zilamekî kor li kolanê parsê dike. Wî ji şagirtên xwe re got: ‘Hûnê niha bibînin ku Xwedê çawa bi qudreta xwe alî vî zilamî dike.’ Îsa xweziya xwe tifî axê kir, herî çêkir û li çavên wî da. Îsa ji wî re got: ‘Rabe here çavên xwe di hewza Sîloamê de bişo.’ Zilamê kor bi ya Îsa kir û çavên wî qenc bûn. Wî dikaribû di jiyana xwe de cara pêşîn bibîne.
Mirov ji ber vê yekê şaş man. Wan got: ‘Ma zilamê ku tim pars dikir ne ew e? An jî ew dişibe kesekî din?’ Wî zilamî got: ‘Belê, ez im!’ Xelkê ji wî pirsî: ‘Çavên te çawa vebûn?’ Gava wî ji wan re got ku çi çêbûye, wan ew bir cem Fêrisiyan.
Wî zilamî ji Fêrisiyan re got: ‘Îsa herî li çavê min da û ji min re got ku here rûyê xwe bişo. Min wisa kir û niha ez dikarim bibînim.’ Fêrisiyan got: ‘Ji ber ku Îsa mirovan di roja Sebtê de qenc dike, ne mumkin e ku qudreta wî ji Xwedê ye.’ Lê kesên din gotin: ‘Eger ev zilam ne ji Xwedê bûya, wiyê nikaribûya tu kes qenc bikira.’
Fêrisiyan gazî dê û bavê wî zilamî kir û ji wan pirsî: ‘Çawa dibe ku kurê we êdî dikare bibîne?’ Dê û bavê wî ditirsiyan ku cewabê bidin. Ji ber ku Fêrisiyan gotibû ku her kesê ku îmana xwe bi Îsa bîne wê ji sînagogê bê avêtin. Ji ber vê yekê, wan got: ‘Em nizanin. Ji wî bipirsin.’ Îcar Fêrisiyan gelek pirs ji wî kirin. Di dawiyê de wî zilamî got: ‘Min her tiştê ku ez dizanim ji we re got. Hûn çima hê jî eynî pirsan ji min dipirsin?’ Fêrisî qehirîn û ew avêt derve.
Îsa rabû çû ew zilam dît û jê pirsî: ‘Tu îmana xwe bi Mesîh tînî?’ Wî zilamî got: ‘Eger min bizaniya ku Mesîh kî ye, minê îmana xwe pê bianiya.’ Îsa got: ‘Ez Mesîh im.’ Îsa ji wî zilamî re pir dilovan bû, ma ne wisa ye? Wî ew hem qenc kir hem jî alî wî kir ku ew îmana xwe pê bîne.
“Hûn şaş in, çimkî hûn ne Nivîsarên Pîroz û ne jî qudreta Xwedê dizanin” (Meta 22:29).