DERS 86
Îsa Lazar ji Mirinê Radike
Sê dostên Îsa yên nêzîk hebûn û ew li Beytanyayê dijiyan. Ew Lazar û her du xwişkên wî Meryem û Marta bûn. Rojekê gava Îsa li aliyê din ê çemê Urdunê bû, Meryem û Martayê ev xebera acîl ji wî re şand: ‘Lazar pir nexweş e. Ji kerema xwe re zû were!’ Lê Îsa di cih de neçû. Ew du rojên din jî li cihê ku lê bû ma û ji şagirtên xwe re got: ‘Rabin em herin Beytanyayê. Lazar di xewê de ye û ezê herim ku wî hişyar bikim.’ Şandiyan got: ‘Eger Lazar di xewê de ye, ewê dîsa qenc bibe.’ Loma Îsa bi eşkereyî ji wan re got: ‘Lazar miriye.’
Dema ku Îsa gihîşt Beytanyayê, Lazar êdî çar roj bû ku mirî bû. Gelek mirov hatibûn ku teseliyê bidin Marta û Meryemê. Gava Martayê bihîst Îsa hatiye, ew zû çû pêşiya wî. Wê got: “Efendiyê min, eger tu li vir bûyayî, birayê min nedimir.” Îsa ji wê re got: ‘Birayê te wê ji mirinê rabe. Tu bi vê yekê bawer dikî, Marta?’ Wê got: ‘Ez bawer dikim ku ewê di roja rabûna miriyan de rabe.’ Îsa jê re got: “Rabûna miriyan û jiyan ez im.”
Piştre Marta çû cem Meryemê û jê re got: ‘Îsa li vir e.’ Meryem zû çû cem Îsa û xelk jî li dû wê çû. Wê xwe avêt ber lingê Îsa û pir giriya. Wê got: ‘Efendiyê min, eger tu li vir bûyayî, birayê me wê hê sax bûya!’ Îsa dît ku ew çi qas xemgîn e û ew jî bi wê re giriya. Gava xelkê hêstirên wî dîtin, wan got: “Binêrin, wî çi qas jê hez dikir!” Lê hinekan got: ‘Te çima alî dostê xwe nekir?’ Gelo Îsa çi kir?
Îsa rabû çû ser mezel. Ev mezel şikeftek bû û kevirekî mezin li ber deriyê wê bû. Îsa got: ‘Kevir dehf bidin aliyê din.’ Martayê got: ‘Ev çar roj in ku ew miriye! Êdî bêhn ketiye laşê wî.’ Wan kevir ber bi aliyê din ve dehf da û Îsa wisa dua kir: ‘Bavo, şikir ji te re ku te ez bihîstim. Ez dizanim ku tu her tim min dibihîzî. Lê ji bo ku ev mirov bawer bikin ku te ez şandime, ez bi dengekî bilind dua dikim.’ Piştre Îsa bi dengekî bilind bang kir: “Lazar, derkeve derve!” Di wê gavê de tiştekî ecêb çêbû: Lazarê ku hê pêçayî bû ji mezel derket derve! Îsa got: “Wî vekin, da ku ew here.”
Ji ber vê mucîzeyê gelek kesan îmana xwe bi Îsa anî. Lê hinek kes çûn cem Fêrisiyan û hemû tişt ji wan re gotin. Ji wê rojê û pê ve, Fêrisiyan dixwest hem Îsa hem jî Lazar bikujin. Îcar Cihûdayê Îsxeryot yê ku ji 12 şandiyan bû bi dizî çû cem Fêrisiyan û ji wan pirsî: ‘Eger ez Îsa bidim dest we, hûnê çi qas pere bidin min?’ Wan got ku ewê 30 zîvî bidin wî. Piştî vê yekê Cihûda li fersendekê digeriya ku Îsa bide dest Fêrisiyan.
“Xwedayê me Xwedayê rizgarkirinê ye, tenê Rebê me Xudan, dikare ji mirinê xelas bike” (Zebûr 68:20).