KILAM 31
Bi Xwedê re Bimeşe
(Mîka 6:8)
1. Tevî Yehowa bimeşe,
dilnizm û nefsbiçûk be.
Nêzîkî wî be, xwe bispêre wî,
ji wî hêzê bistîne.
Li gor qanûnên Xwedê bijî,
ji wan dûr nekeve.
Bila ew Rêberê te be
di hemû emrê te de.
2. Tevî Yehowa bimeşe,
di her tiştî de pak be.
Eger zor be jî, dilsoz bimîne,
ewê alî te bike.
Bala xwe bide tiştên pîroz
û tiştên heqîqî.
Tuyê her tim serkeftî bî,
bi saya kerema wî.
3. Tevî Yehowa bimeşe,
dilşad û bextewar be.
Dostaniya wî pir biqîmet e,
ji wî re şikurdar be.
Bi kêfxweşî pesnê wî bide,
kilaman bibêje.
Belê, her tim bi kêfxweşî
bi Xwedê re bimeşe!
(Li van ayetan jî binêre: 1. Mû. 5:24; 6:9; Flp. 4:8; 1. Tîm. 6:6-8)