KILAM 156
Bi Bawerî
(Zebûr 27:13)
1. Ne ji diranên şêran
ne ji şûrê dijminan,
ez natirsim tu caran,
Xwedê min her zeman
xelas dike ji destê wan.
(DÎSGOTIN)
Bi bawerî
ez roniyê dibînim,
bi bawerî
ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
qewetê distînim.
Xwedê li ba min e,
dizanim –
bi bawerî.
2. Yên ku li çaxên berê
dilrast man li ber Xwedê
wê hemû rojekê
ji xewa mirinê
rabin ji bo xelatekê.
(DÎSGOTIN)
Bi bawerî
ez roniyê dibînim,
bi bawerî
ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
qewetê distînim.
Xwedê li ba min e,
dizanim –
bi bawerî.
(PIR)
Bi bawerî
dilê min bêtirs e
û hêviya
min qayîm e.
Bawerî min
li hemberî tengasiyê
qewî û
bêhnfireh dike!
3. Dinyaya nû nêzîk e,
Bavê me soz daye.
Ez dilqewî me,
qet şika min tune,
Yehowa wê min xelas bike.
(DÎSGOTIN)
Bi bawerî
ez roniyê dibînim,
bi bawerî
ez êdî natirsim.
Ji Yehowa ez her tim
qewetê distînim.
Xwedê li ba min e,
dizanim –
bi bawerî,
bi bawerî.
(Li vê ayetê jî binêre: Îbr. 11:1-40)