KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • lff ders 17
  • Îsa Mesîh Yekî Çawa ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Îsa Mesîh Yekî Çawa ye?
  • Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • HÛR Û KÛR BIFIKIRE
  • BI ÇEND GOTINAN
  • ZÊDETIR HÎN BIBE
  • Îsa Pêxember Kî ye?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • Îsa Mesîh Kî ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
  • Gava ku Îsa Mesîh li Dinyayê Bû, Wî Çi Dikir?
    Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
  • “Ez ji We re Dibêjim ‘Dostên Min’”
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
Zêdetir Bibîne
Heta bi Hetayê Dilşad Be! – Kursa Kitêba Pîroz
lff ders 17
Ders 17. Îsa Mesîh destê xwe dirêj dike û bi mucîzeyekê zilamekî nexweş qenc dike.

DERS 17

Îsa Mesîh Yekî Çawa ye?

Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî
Versiyona Çapkirî

Gava ku em bala xwe didin gotin û kirinên Îsa Mesîh, em sifetên wî yên pir xweş keşf dikin. Ji ber vê yekê, em dixwazin bibin dostên wî û dostên Bavê wî Yehowa. Gelo Îsa Mesîh yekî çawa ye? Û em dikarin ji mîsala Îsa Mesîh ji xwe re çi dersan bigirin?

1. Îsa Mesîh çima li Yehowa Xwedê çûye?

Gava ku Îsa Mesîh li ezmên bû, ew bi milyaran salan ji Bavê xweyî dilovan dielimî gelek tiştên qenc. Ji bo vê yekê, ew wek Bavê xwe difikire, hîs dike û hereket dike (Yûhena 5:19 bixwîne). Bi rastî jî, Îsa Mesîh tam li Bavê xwe çûye. Loma wî got: “Yê ku ez dîtime, Bav dîtiye” (Yûhena 14:9). Gava ku tu şexsiyeta Îsa Mesîh çêtir nas bikî, tuyê Yehowa jî çêtir nas bikî. Mesela, gava em dixwînin ku Îsa Mesîh çi qas xema însanan dixwar, em fehm dikin ku Yehowa ji me pir hez dike.

2. Îsa Mesîh çawa nîşan dida ku ew ji Yehowa hez dike?

Îsa Mesîh got: “Lê bila dinya bizane ku ez ji Bav hez dikim û Bav çawa emir daye min ez wisa dikim” (Yûhena 14:31). Îsa Mesîh di rewşên zor û zehmet de jî guh dida Bavê xwe. Bi vî awayî, wî nîşan dida ku ew ji Bavê xwe pir hez dike. Wekî din, wî ji dil behsa Bavê xwe dikir û alî kesên din dikir ku ew bibin dostên Wî (Yûhena 14:23).

3. Îsa Mesîh çawa nîşan dida ku ew ji însanan hez dike?

Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh ji însanan pir hez dike. Gava ku wî dilê xelkê xweş dikir û ji dil alîkariya wan dikir, wî nîşan dida ku ew ji wan hez dike. Mucîzeyên wî nîşan dida ku hem qewet û qudreta wî heye hem jî dilê wî bi halê însanan dişewite (Marqos 1:40-42). Ew bi gotin û kirinên xwe ji însanan re qenc bû û wî xerabiya tu kesî nedixwest. Gotinên wî hêvî û dilrihetî didan însanên dilpak. Îsa Mesîh hazir bû ku ji bo însanan êşê bikişîne û bimire, çimkî wî ji wan hez dikir. Lê ew bi taybetî ji kesên ku guh didin gotin û elimandinên wî, pir hez dike (Yûhena 15:13, 14 bixwîne).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Bibîne ku Îsa Mesîh yekî çawa bû. Em çawa dikarin wek wî hezkirin û comerdiya xwe nîşan bidin?

4. Îsa Mesîh ji Bavê xwe hez dike

Em ji Îsa Mesîh dielimin ku gerek em çawa hezkirina xwe ji Xwedê re nîşan bidin. Lûqa 6:12 û Yûhena 15:10; 17:26 bixwîne. Piştî xwendina her ayetê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Em çawa dikarin wek Îsa Mesîh nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin?

Îsa Mesîh dua dike.

Îsa Mesîh ji Bavê xweyî ezmanî pir hez dikir û bi saya duayê tim pê re dipeyivî

5. Îsa Mesîh xema kesên muhtac dixwe

Îsa Mesîh berî xwe pêşî li ser xêra însanan difikirî. Gava ku ew westiyayî bû jî, wî wext û qeweta xwe xerc dikir ku alî însanan bike. Marqos 6:30-44 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Îsa Mesîh çawa nîşan dida ku ew xema kesên din dixwe? (Li ayetên 31, 34, 41 û 42yan binêre.)

  • Îsa Mesîh çima alî kesên din dikir? (Li ayeta 34an binêre.)

  • Ji ber ku Îsa Mesîh li Yehowa çûye, em ji vê yekê li ser Yehowa çi dielimin?

  • Em çawa dikarin wek Îsa Mesîh xema kesên din bixwin?

Îsa Mesîh bi mucîzeyekê bi hezaran însanan têr dike, ew pênc perçeyên nan û du masiyên biçûk zêde dike. Şagirt xwarinê li jin, mêr û zarokan belav dikin.

6. Îsa Mesîh yekî comerd û destvekirî ye

Mal û milkê Îsa Mesîh kêm bû, lê dîsa jî ew yekî destvekirî bû, û ew ji me re dibêje ku gerek em jî destvekirî bin. Karên Şandiyan 20:35 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Li gor Îsa Mesîh, em çawa dikarin kêfxweş û bextewar bin?

VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

VÎDEO: “Bextewariya Dayînê Mezintir e” (Bi Qismî) (4:00)

  • Eger mal û milkê me kêm be jî, em çawa dikarin comerd û destvekirî bin?

Hêjayî gotinê ye

Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em bi navê Îsa Mesîh ji Yehowa re dua bikin (Yûhena 16:23, 24 bixwîne). Ji bo ku em bibin dostên Yehowa, Îsa Mesîh ji bo me gelek tişt kirine. Gava ku em bi navê wî dua dikin, em nîşan didin ku em wî qebûl dikin.

HINEK WISA DIBÊJIN: “Bela gişt ji Xwedê tên.”

  • Em dizanin ku Îsa Mesîh li Bavê xwe çûye. Gotin û kirinên wî çawa îsbat dikin ku bela ji Yehowa Xwedê nayên?

BI ÇEND GOTINAN

Îsa Mesîh ji Yehowa pir hez dike, û ew ji însanan jî gelekî hez dike. Ew li Bavê xwe çûye. Loma, gava ku em Îsa Mesîh çêtir nas bikin, emê Yehowa jî çêtir nas bikin.

Tu çi elimî?

  • Em çawa dikarin wek Îsa Mesîh nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin?

  • Em çawa dikarin wek Îsa Mesîh nîşan bidin ku em ji însanan hez dikin?

  • Tu ji şexsiyeta Îsa Mesîh herî zêde çi diecibînî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Bala xwe bide hin sifetên Îsa Mesîh û ji wan hîn bibe.

“Wek Îsa Mesîh Be” (Îsa Mesîh – Rê, Rastî û Jiyan, rûpel 317)

Gelo çima gerek em bi navê Îsa Mesîh ji Xwedê re dua bikin?

“Çima Gerek Em bi Navê Îsa Mesîh Dua Bikin?” (Birca Çavdêriyê, 1 Sibat 2008)

Gelo Kitêba Pîroz li ser bejn û bala Îsa Mesîh tiştekî dibêje?

“Bejn û Bala Îsa Mesîh Çawa Bû?” (Meqaleya Înternetê)

Îsa Mesîh ji jinan re çawa bû? Em dikarin ji wî çi hîn bibin?

“Di Çavên Xwedê de bi Qedir û bi Qîmet in” (Birca Çavdêriyê, 1 Îlon 2012)

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne