DERS 36
Di Her Tiştî de Rast û Durist Be
Her kes dixwaze ku dostên wî durist bin. Yehowa Xwedê jî dixwaze ku dostên wî durist bin. Lê gelek kes derewan dikin. Loma ji bo me ne hêsan e ku em tim durist bin. Gelo çima ji bo me baş e ku em di her tiştî de rast û durist bin?
1. Çima gerek em rast û durist bin?
Gava em bi kesên din re rast bin, emê nîşan bidin ku em ji Yehowa hez dikin û qedrê wî digirin. Jixwe Yehowa dizane ku em çi difikirin û çi dikin (Îbranî 4:13). Gava Yehowa dibîne ku em rast û durist in, dilê wî xweş dibe. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “XUDAN ji rêşaşan dikerihe, lê belê hevaltiya wî bi rastan re ye” (Methelokên Silêman 3:32).
2. Em çawa dikarin di jiyana xwe de rast û durist bin?
Yehowa ji me re dibêje: “Bila her kes ya rast ji cîranê xwe re bibêje” (Zekerya 8:16, 17). Gelo maneya van gotinên hanê çi ye? Gava em bi malbata xwe, hevalkarên xwe, xwişk û birayên xwe yan bi memûr û wezîfedarên hukûmetê re xeber didin, gerek em derewan nekin û melûmatên şaş nedin wan. Însanên rast ji tu kesî tiştekî nadizin û tu kesî naxapînin (Methelokên Silêman 24:28 û Efesî 4:28 bixwîne). Wekî din, ew hemû bacên dewletê didin (Romayî 13:5-7). Wek ku Kitêba Pîroz dibêje, “em dixwazin di her tiştî de bi awayekî rast rêve herin” (Îbranî 13:18).
3. Çima baş e ku em rast û durist bin?
Gava em rast û durist bin, kesên din wê baweriya xwe bi me bînin. Gava em rast û durist bin, emê alî xwişk û birayan bikin ku ew xwe di civatê de rihet hîs bikin. Gava em rast û durist bin, wijdanê me wê her tim rihet be. Duristiya me dikare ‘hînkirina Xilaskarê me Xwedê bixemilîne’ û li ser kesên din tesîr bike ku ew bixwazin Yehowa Xwedê nas bikin (Tîtos 2:10).
HÛR Û KÛR BIFIKIRE
Gelo duristî li ser me çawa tesîr dike û dilê Yehowa çawa xweş dike? Gelo em çawa dikarin di her hal û rewşa jiyana xwe de rast û durist bin?
4. Yehowa ji însanên rast û durist hez dike
Zebûr 44:21 û Maleyaxî 3:16 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Tu çi dibêjî, gelo em dikarin rastiyê ji Yehowa veşêrin?
Tu çi difikirî, eger em di rewşên zor û zehmet de rastiyê bibêjin, gelo dilê Yehowa xweş dibe?
Gava zarok rastiyê dibêjin, dê û bav pir kêfxweş dibin. Gava em rastiyê dibêjin, Yehowa pir kêfxweş dibe
5. Her tim rast û durist be
Gelek kes bawer dikin ku qet ne mumkin e ku însan her tim durist be. Lê çima gerek em her tim durist bin? VÎDEOYÊ vêxe.
Îbranî 13:18 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:
Em çawa dikarin bi malbata xwe re rast û durist bin?
Em çawa dikarin li cihê kar û li mektebê rast û durist bin?
Em çawa dikarin di meseleyên din de rast û durist bin?
6. Duristî ji bo me baş e
Carinan, tu dibêjî qey feydeya duristiyê nîne. Lê di dawiya dawîn de, serê mirovê rast tim bilind e. Zebûr 34:12-16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:
Çima ji bo me baş e ku em rast û durist bin?
Jin û mêrên rast û durist zewaca xwe xurttir dikin
Xebatkarên rast û durist îtibara serkarên xwe qezenc dikin
Welatiyên rast û durist ji xwe re navekî baş li cem memûran çêdikin
HINEK WISA DIBÊJIN: “Derewên biçûk mala tu kesî xera nakin.”
Tu çima bawer dikî ku Yehowa ji hemû derewan nefret dike?
BI ÇEND GOTINAN
Yehowa dixwaze ku dostên wî di hemû gotin û kirinên xwe de rast û durist bin.
Tu çi elimî?
Em çawa dikarin di jiyana xwe de rast û durist bin?
Fikra ku em dikarin rastiyê ji Yehowa veşêrin, çima ne baş e?
Tu çima dixwazî her tim rast û durist bî?
ZÊDETIR HÎN BIBE
Dê û bav çawa dikarin zarokên xwe bielimînin ku ew rast û durist bin?
Çima gerek em li ser soza xwe bisekinin?
Eger bac bi awayekî rast neyên bikaranîn jî, çima gerek em wan bidin?
“Gelo Hewce ye ku Em Bacê Bidin?” (Birca Çavdêriyê, 1 Îlon 2011)
Çi alî zilamekî xapînok kir ku ew bibe yekî rast û durist?
“Ez Hîn Bûm ku Yehowa Dilrehm û Efûker e” (Birca Çavdêriyê, 1 Gulan 2015)