Jiyana Mutewazî Bextewar Dike
DANIEL Û MIRIAM hev standin meha Îlonê di sala 2000î de, û ew di Barselonê de (Spanya) bi jîyanê rihet û komfort dijîtin. Daniel dibêje: “Me jiyaneke baş dijît. Xebata me wisa baş bû ku me xwarin di rêstoranên biha de dixwar, di cûre-cûre welatan de hêsa dibûn, û kincê biha xwe dikir. Em wisa jî timê diçûne xizmetiyê”. Lê paşê tiştek qewimî ji bo çi jî jîyanê wan hate guhastinê.
Ser civata mezin ya sala 2006an de, Daniel di gotarê de gotinên wisa bihîst ku dilê wî girtin. Di gotarê de pirs hate dayînê: “Gelo hûn her tiştî dikin da ku ‘yên ku li ber mirinê ne’ bînin li ser riya jiyana heta bi hetayê?” (Mtl. 24:11) Vê gotarê de hate şirovekirinê ku em borcdar in mizgîniya Kitêba Pîroz ji mirova re bêjin, çimkî jîyanê wan vê yekê ve girêdayî ye (Kar. 20:26, 27). Daniel dibêje: “Min difikirî ku Yehowa tevî min xeber dida”. Di vê gotarê de wisa jî dihate gotinê, ku çaxa em di xizmeta Xwedê de gelek kar dikin, em diha dilşad dibin. Daniel zanibû ku ew yek wisa ne, çimkî Miriam ku êdî çawa pêşeng xizmet dikir gelek bextewar bû.
Daniel dibêje: “Min fehm kir ku ez gerek jîyanê xwe lapte biguhêzim”. Û wî wisa jî kir. Wî sihetên xebata xwe kêm kir, dest pê kir çawa pêşeng xizmet ke. Ew wisa jî difikirî ku tevî Miriam derbasî wî cîyî be, kîderê ku hewcetiya mizgînvanan heye.
PÊŞIYÊ ÇETINAYÎ, PAŞÊ MALÛMETA PIR BAŞ
Di meha Gulanê sala 2007an de, Daniel û Miriamê xebata xwe hiştin û derbasî Panamayê bûn, kîderê ku carekê ew êdî çûbûn. Giravên Behra Karîbê di nava têrîtoriya wan de bûn. Li wêderê heçî zehf cimeta Ngabe dijîn. Daniel û Miriam difikirîn, ku bi perê ku wana top kiriye, ew dikarin di Panamayê de weke heyşt meha bimînin.
Ew di nava giravan de bi qeyikê û pê bîsîklêtê diçûn-dihatin. Heta îro tê bîra wan, çaxa ew cara pêşin di qije-qije germê de pê bîsîklêtê 32 kîlomêtra ser tepa re çûn. Daniel wisa vestiyayî bû, ku hinek mabû bixeriqe. Lê mirovên Ngabe mêvanheziya mezin ji wan re nîşan dikirin, bi taybetî çaxa ew çend peyv bi zimanê wan dielimîn. Zûtirekê wana êdî tevî 23 mirovan elimandina Kitêba Pîroz derbas dikirin.
Gava perê wan xilaz bû, ew gelek berxwe ketin. Daniel dibêje: “Çaxa em difikirîn ku gerek vegerine Spanyayê, hêsir çavê me dihatin. Dilê me diêşiya ku emê 23 mirova bihêlin, tevî kîjanan em elimandina Kitêba Pîroz derbas dikin”. Lê mehek derbas bû, û wana malûmeta pir baş stand. Miriam dibêje: “Em kifş kirin çawa pêşengên mexsûs. Em gelek dilşad bûn ku dikaribûn dîsa li wêderê bimînin û xizmet bikin!”
ŞABÛNEKE LAPE MEZIN
Di sala 2015an de, ji bo guhastinên teşkîlatê de, ji Daniel û Miriam re gotin ku ew xizmetiya xwe çawa pêşeng berdewam kin. Gelo wana çi kir? Wana îtbariya xwe sozê Xwedê anîn, kîjan nivîsar e di Zebûr 37:5an de: “Riya xwe ji wî re bihêle xwe bispêre Xudan, ewê bîne cîh hemû pêwistiyan”. Wana herdu jî xebat dîtin da ku bikaribin çawa pêşeng xizmet kin, û îro ew di civata Veraguas de, (Panama) xizmet dikin.
Daniel dibêje: “Pêşiya ku em ji Spanyayê biçûna, em bawer bûn ku emê nikaribin bi jiyana nedewletî bijîn. Niha em hema wisa jî dijîn, lê em di çi de hewce ne, hemû tiştên me hene”. Lê şabûna wane lape mezin çi ye? Ew dibêjin: “Çaxa alî mirovên dilnizm dikî ku der heqê Yehowa de bielimin, ew şabûneke lape mezin e, kîjan ku tevî tu tiştî nikarî beramber kî”.