JI ARŞÎVÊN ME
“Dilê Me Bi Hezkirin û Xîreta Nû Tije Bû”
DI SALA 1922an de, meha Îlonê, roja Îniyê şebeqê 8.000 mirov top bibûn. Hewa êdî germ dibû. Nazirê bernamê elam kir ku dema vê bernama muhîm, kê dixwaze dikare ji odê derê, lê paşda êdî nikare vegere.
Dema destpêka “Xizmetiya Rûmet” kilam hatine stiranê. Paşê Joseph F. Rutherford derkete ser sênê. Bi rastî jî gelek germ bû, lê heçî zehf rûniştibûn û gelek hîviya gotarê bûn, tenê hinek diçûn-dihatin. Xebervan ji wan re digot ku rûnên û bibihên. Çaxa gotar destpêbû, perda mezin ya sênê jorê topkirî bû.
Navê gotara Rutherford wisa bû “Padîşahiya Ezmana Nêzîk e”. Wî sihet û nîvekî bi dengê xweyî bilind ku di odê de belav dibû, şirovedikir ku çawa pêxemberên berê bi mêrxasî der heqê hatina Padîşahiyê de elam dikirin. Di xilaziyê de, wî pirseke wisa da: “Hûn bawer dikin ku Padîşahê rûmetkirî êdî dest pê hikumtiya xwe kiriye?” Guhdarvanan bi dengê bilind cewaba xwe dan: “Belê!”
Paşê Rutherford bi dengê bilind got: “Eger wisa ne, vegerin deştê, gelî zarokên Xwedêyê herî mezin! Ahan, Padîşah hikumtiyê dike! Hûn elamdarên wî ne. Loma jî elam kin, elam kin, elam kin der heqê Padîşah û Padîşahiya wî!”
Wê gavê, perda mezin berdan û li ser nivîsar bû: “Elam kin der heqê Padîşah û Padîşahiya wî!”
Ray Bopp, tîne bîra xwe: “Guhdarvan zendegirtî man.” Lê Anna Gardner got ku “ji gime-gima desthevxistinê stûne dihejiyan”. Fred Twarosh wisa got: “Hemû guhdarvan tevayî rabûne ser piya.” Evangelos Scouffas digot: “Tê bêjî qewetekê em ji cî rakirin, em rabûne piya û çavên me tije hêsir bûn.”
Gelekên ku ser vê civata mezin bûn, mizgîniya Padîşahiyê êdî belav dikirin. Lê paşî vê yekê xîreta wana hê zêde bû. Ethel Bennecoff digot ku dilê Lêkolînkarên Kitêba Pîroz “bi hezkirin û xîreta nû tije bû”. Odessa Tuck ku wî demî 18 salî bû, paşî vê civata mezin mexsed danî pêşiya xwe ku cewaba vê pirsê bide “Kê wê here?” Wê got: “Min nizanibû kîderê û çawa mizgîniyê belav kim û çi bêjim. Lê min sed selefî zanibû ku ez dixwazim bibime mîna Îşaya, kîjan got: ‘A vay ez, min bişîne’” (Îşa. 6:8). Ralph Leffler got: “Ew roj destpêka kampaniya mezin bû ya Elamkirina Padîşahiyê, û îro ew êdî li ser temamiya erdê belav bûye.”
Bêşik, ew civata mezin ya sala 1922an de ku di Cedar Pointê de (Ohio) bû, kete nava terîxiya teşkîlatê û gelek mexsûs bû! George Gangas got: “Ew civata mezin dil da min, ku tu car civatên mezin bernedim.” Û çawa tê bîra wî, bi rastî jî wî tu car berneda. Julia Wilcox nivîsî: “Her car çaxa di edebyetên me de tê gotinê der heqê civata mezine di Cedar Pointê de ya sala 1922an, ez gelek dilgeş dibim. Ez timê dixwazim bêjim ‘Zehf razî me Yehowa, ku te mecal da min ku ez vêderê bûm’.”
Îro jî gelek ji me mîna wan xwişk-bira tînin bîra xwe civatên mezin, kîjan ku gelek dilê me girtine û em bi xîret û hezkirin tije kirine hindava Xwedêyê me û Îsa Padîşah. Gava em difikirin ser wan civatên mezin, em jî teşwîq dibin bêjin: “Zehf razî me Yehowa, ku te mecal da min ku ez vêderê bûm.”