KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w18 Îlon r. 22
  • Saet Çi ye?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Saet Çi ye?
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
w18 Îlon r. 22

Saet Çi ye?

GAVA tu dixwazî bizanibî ku wext çi ye, tu çi dikî? Dibe ku tu li saeta xwe dinêrî. Eger hevalekî te ji te bipirsiya ku saet çi ye, teyê çawa cewab bidaya? Teyê bikaribûya bi cure cure awayan cewaba xwe bidaya.

Saet li her derê cuda cuda tê gotin. Mesela, saetek û nîv piştî nîvro, dibe ku tu bibêjî “nîvê diduyan e” an “yek û nîv e”. An jî, eger sîstema 24 saetan tê xebitandin, dibe ku tu bibêjî “13:30” ye.

Li dema nivîsandina Kitêba Pîroz, mirovan çawa digot ku saet çi ye? Wan saet bi cure cure awayan digot. Di Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî de, gotinên “sibehê zû”, “nîvroj” û “êvar” dihatin xebitandin (1. Mû. 8:11; 19:27; 43:16; 5. Mû. 28:29; 1. Qra. 18:26). Ji xeynî van, carinan saetên hê spesîfîktir jî dihatin gotin.

Li demên berê, nobedar hebûn, bîlhesa di şevê de. Gelek sedsal berî bûyîna Îsa, Îsraêliyan behsa sê “nobedariyên şevê” dikir (Zeb. 63:6, KP). Serweran 7:19 behsa “goyîna navîn” dike. Li rojên Îsa, Cihûyan wek Yewnanî û Romayiyan çar nobedariyên şevê hesab dikirin.

Încîl gelek caran behsa van nobedariyan dike. Mesela, Îsa “di dora çarê şevê de” li ser avê rê diçû berbi qeyîka şagirtên xwe (Met. 14:25, KP). Di mîsalekê de, Îsa wisa got: “Eger malxwê malê bizaniya ku bi şev çi çaxî [di kîjan nobedariyê de] diz wê bê, ewê hişyar bima û nedihişt ku ew bikeve xaniyê wî” (Met. 24:43).

Îsa behsa van çar nobedariyên şevê kirin gava wî ji şagirtên xwe re got: “Hişyar bimînin, çimkî hûn nizanin malxwê malê wê kengê bê, êvarê an nîvê şevê, an wextê bangdana dîkan, an serê sibê” (Mar. 13:35). “Êvar” nobedariya pêşîn bû, ya ku li dema rojavayê dest pê dikir û heta êvarê weke saeta nehan dewam dikir. “Nîvê şevê” nobedariya diduyan bû, ya ku weke êvarê saeta nehan dest pê dikir û heta nîvê şevê berdewam dikir. “Wextê bangdana dîkan” nobedariya sisêyan bû, ji nîvê şevê heta sibehê saeta sisêyan diajot. Dibe ku di vê nobedariyê de dîk bang kir gava Îsa hat girtin (Mar. 14:72). “Serê sibê” nobedariya çaran bû, ya ku weke saeta sisêyan dest pê dikir û heta rojhilatê berdewam dikir.

Belê, demjimêr berê tune bû, lê ji bo hesabkirina saetên şev û rojê dîsa jî sîstemek hebû.

Çar nobedariyên şevê
    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne