Te Zanibû?
Kenîşteya Sedsala Yekê: Ev wêne hin taybetiyên kenîşteyên kevn nîşan dide. Kenîşteyeke wisa li Gamlayê, weke 10 km ji Gola Celîlê, hat dîtin
Kenîşte kengê û ji bo çi derketin?
PEYVA “kenîşte” an “sînagog” ji peyveke Yewnanî tê, ya ku tê maneya “civîn” an jî “li hev top bûn”. Bi hezaran salan, Cihû li kenîşteyan li hev top dibin û îbadetê dikin. Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Îbranî rasterast behsa kenîşteyan nakin, lê ji Nivîsarên Pîroz ên bi zimanê Yewnanî tê fehm kirin ku li sedsala yekê ya P.M., ev cihên civînê ji zû de ve hatibûn saz kirin.
Li gor piraniya zanyaran, kenîşte li dema sirgûnbûna Cihûyan li Babîlê derketibûn. Encyclopaedia Judaica wisa dibêje: “Kesên sirgûnkirî êdî bê perestgehê mabûn. Li vî welatê xerîb, ew carinan li hev top dibûn – bi îhtimaleke mezin li roja Sebtê – ji bo ku Nivîsarên Pîroz bixwînin û teseliyê bibînin.” Piştî ku Cihû azad bûn, xuya ye ku ew dîsa jî ji bo dua û xwendina Nivîsarên Pîroz li hev top dibûn, û wan li her derê kenîşte saz dikirin.
Li sedsala yekê ya P.M., kenîşte bûn merkezên dînî û civakî yên Cihûyên ku li derdora Behra Spî, li Rojhilata Navîn û li welatê Îsraêl dijiyan. Lee Levine, profesorekî li Zanîngeha Îbranî ya li Orşelîmê, wisa dibêje: “[Kenîşte] ji bo lêkolîn, xwarinên pîroz, dozên mehkemeyê, xwedîkirina pereyên civakê û civînên siyasî û civakî ... dihatin bi kar anîn. Ji her tiştî zêdetir, kenîşte ji bo civînên dînî dihatin bi kar anîn.” Îsa Mesîh jî gelek caran diçû kenîşteyan (Mar. 1:21; 6:2; Lûqa 4:16). Îsa li kenîşteyan hîn dikir û şîret û teselî dida mirovan. Piştî sazkirina civata şagirtên Îsa, Pawlos jî gelek caran mizgîn li kenîşteyan belav dikir. Gava Pawlos nû dihat bajarekî, ew bi gelemperî serê pêşîn diket kenîşteyê ji bo ku mizgînê belav bike, ji ber ku kesên ku bi mijarên ruhî eleqedar bûn li wê derê li hev top dibûn (Kar. 17:1, 2; 18:4).