MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 46
Gelo Tu “Mertalê Baweriyê” Rind Xwedî Dikî?
“Mertalê baweriyê ... bigirin destê xwe” (EF. 6:16).
KILAM 119 Gere Baweriya Me Hebe
PÊŞGOTINa
1-2. (a) Li gor Efesî 6:16, em çima hewceyî “mertalê baweriyê” ne? (b) Li vê meqaleyê, emê kîjan pirsan muzakere bikin?
GELO di destê te de “mertalê baweriyê” heye? (Efesî 6:16 bixwîne). Bê guman heye. Wek mertalekî mezin, ê ku bedenê diparêze, bawerî dikare te ji bandora xwedênenasî, zordarî û bêexlaqiya vê dinyaya xerab biparêze.
2 Ji ber ku em li “rojên dawîn” dijîn, baweriya me her tim tê ceribandin (2. Tîm. 3:1). Em çawa dikarin kontrol bikin ka mertalê me saxlem e yan na? Gerek em çi bikin ku em mertalê xwe winda nekin? Bila em cewabên van pirsan bibînin.
MERTALÊ XWE KONTROL BIKE
Piştî cengê, leşkeran mertalên xwe tamîr dikirin (Li paragrafa 3yan binêre)
3. Leşkeran mertalên xwe çawa xwedî dikirin, û çima?
3 Li demên berê, rûyê gelek mertalan bi çerm dihat girtin. Leşkeran mertalên xwe rûn dikirin ku çerm bê xwedî kirin û perçeyên metal zeng negirin. Gava leşkerekî didît ku mertalê wî xera bûye, wî ew tamîr dikir ku mertal her tim ji bo cengê hazir be. Ev mîsal di heqê baweriya me de çi nîşan dide?
4. Çima lazim e ku em mertalê baweriyê kontrol bikin, û em çawa dikarin vêya bikin?
4 Wek leşkerên ku mertalên xwe xwedî dikirin, gerek em baweriya xwe kontrol bikin û xwedî bikin ku em her tim ji bo “cengê” hazir bin. Ji ber ku em şagirtên Îsa ne, em di cengeke ruhî de ne. Li hemberî me, “ordiyên ruhî yên xerabiyê hene” (Ef. 6:10-12). Kesên din nikarin li şûna me baweriya me xwedî bikin. Em çawa dikarin kontrol bikin ka em hazir in ku li hemberî tengasiyan dilsoz bimînin? A yekê, gerek em dua bikin ku Xwedê alî me bike. Paşê, ji bo ku em xwe wisa bibînin çawa ku Xwedê me dibîne, gerek em Kitêba Pîroz bi kar bînin (Îbr. 4:12). Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Bi hemûya dilê xwe, bi XUDAN ve ewle bibe û pişta xwe nesipêre aqilê xwe” (Mtl. 3:5, 6). Wê baş be ku em li ser hin qeraran bifikirin, ên ku me li van rojan dane. Mesela, eger em rastî tengasiyeke ekonomîk hatin, gelo hat bîra me ku Yehowa wisa soz daye: “Ez tu caran te nahêlim, ez tu caran te bernadim” (Îbr. 13:5). Bi saya vê sozê, gelo em bawer bûn ku Yehowa wê alî me bike? Eger wisa ye, ev yek tê maneya ku me mertalê xwe rind xwedî kiriye.
5. Gava em baweriya xwe kontrol dikin, dibe ku em çi bibînin?
5 Gava em baweriya xwe kontrol dikin, dibe ku em hin tiştên nehêvîkirî bibînin. Belkî emê di xwe de hin kêmasiyan tê derxin, ên ku me berê nedidîtin. Mesela, emê belkî fehm bikin ku baweriya me seba xemên nehewce, derew û bêcesaretiyê sist bûye. Eger tiştekî wisa qewimiye, gerek em çi bikin ku baweriya me hê jî sisttir nebe?
XEMÊN NEHEWCE, DEREW Û BÊCESARETÎ
6. Carinan çima baş e ku mirov xeman bikişîne?
6 Carinan baş e ku mirov ji bo tiştekî xeman bikişîne. Mesela, em dixwazin dilê Yehowa û Îsa şa bikin, û em ji bo vê xemê dixwin (1. Kor. 7:32). Gava em gunehekî giran dikin, xema me ev e ku dostaniya Xwedê ji nû ve qazanc bikin (Zeb. 38:18). Wekî din, em xema malbata xwe û xwişk û birayan dixwin ji ber ku em xêra wan dixwazin û naxwazin dilê wan biêşînin (1. Kor. 7:33; 2. Kor. 11:28).
7. Li gor Methelokên Silêman 29:25, gerek em çima ji mirovan netirsin?
7 Ji aliyê din ve, xemên nehewce dikarin baweriya me sist bikin. Mesela, dibe ku em her tim ji bo debara xwe xeman bikişînin (Met. 6:31, 32). Seba xemên wisa, em belkî bi zêdeyî bala xwe didin bidestxistina mal û milk. Ya herî xerab, hezkirina pere dikare di dilê me de mezin bibe. Eger em îznê bidin ku tiştekî wisa çêbe, baweriya me wê sist bibe û emê ji aliyê ruhî ve bikevin halekî pir xerab (Mar. 4:19; 1. Tîm. 6:10). Wekî din, em belkî bi zêdeyî xemê dikişînin ku kesên din di heqê me de çi difikirin. Li şûna ku em bitirsin ku dilê Yehowa biêşînin, belkî tirsa me ya herî mezin ev e ku mirov qerfên xwe bi me bikin yan zilmê li me bikin. Ji bo ku em xwe ji vê talûkeyê biparêzin, gerek em ji Yehowa re dua bikin ku ew bawerî û cesaretê bide me ku em ji mirovan netirsin (Methelokên Silêman 29:25 bixwîne; Lûqa 17:5).
(Li paragrafa 8an binêre)b
8. Em çawa dikarin xwe ji derewan biparêzin?
8 Îblîs, ê ku “bavê derewan” e, bi navgîniya bindestiyên xwe di heqê Yehowa û xwişk û birayên me de derewan belav dike (Yûh. 8:44). Mesela, kesên ku li hemberî rastiyê serî hildaye li înternetê û li televîzyonê li ser teşkîlata Yehowa derewan belav dikin. Derewên wisa wek “tîrên agirî” ne, yên ku Îblîs davêje (Ef. 6:16). Eger kesek bixwaze bi me re di heqê van derewan de sohbet bike, gerek em çi bikin? Gerek em guh nedin wan! Çima? Çimkî em baweriya xwe bi Yehowa û bi xwişk û birayan tînin. Ji ber vê yekê, em xwe bi temamî ji kesên ku li hemberî rastiyê serî hildaye, dûr digirin. Gerek em seba meraqê yan sebebên din bi wan re nekevin muneqaşeyê.
9. Bêcesaretî çawa dikare li ser me bandor bike?
9 Bêcesaretî dikare baweriya me sist bike. Seba problemên şexsî, em carinan dikarin cesareta xwe winda bikin. Em helbet nikarin problemên xwe ji nedîtî ve bên. Lê belê gerek em îznê nedin ku problemên şexsî me bixeniqînin û bibin sebeb ku em sozên Yehowa ji bîr bikin (Pey. 21:3, 4). Hingê bêcesaretî dikare qeweta me bişkîne û bibe sebeb ku em dev ji xizmeta Yehowa berdin (Mtl. 24:10). Gerek em çi bikin ku tiştekî wisa neqewime?
10. Nameya xwişkekê çi rêyî me dide?
10 Xwişkeke li Amerîkayê baweriya xwe çawa diparast gava wê li zilamê xweyî nexweş dinêrî? Li nameyeke ku wê ji buroyê re nivîsî, wê wisa got: “Halê me carinan pir bizehmet e, lê hêviya me xurt e. Ez seba melûmata ku baweriya me xurttir dike û cesaretê dide me, pir şikurdar im. Em bi rastî jî hewceyî van şîret û teşwîqan in. Bi saya van tiştan, em dikarin li hemberî tengasiyên ku Îblîs tîne serê me, sebir bikin.” Gotinên vê xwişkê rêyî me didin ku em dikarin bêcesaretiyê ji dilê xwe derxînin. Çawa? Gava Îblîs me bi tengasiyan diceribîne, gerek em xwe bispêrin Yehowa, yê ku çavkaniya teseliyê ye. Wekî din, gerek em xwarina ruhî, ya ku Yehowa tedarek dike, bistînin.
Gelo tu “mertalê baweriyê” xwedî dikî? (Li paragrafa 11an binêre)c
11. Ji bo ku em bibînin ku halê baweriya me çi ye, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?
11 Halê mertalê me çi ye? Li van mehan, gelo me xwe ji xemên nehewce parastiye? Gava kesên ku li hemberî rastiyê serî hildaye derewan belav dikin, gelo em xwe digirin ku em guh nedin wan û bi wan re nekevin muneqaşeyê? Gelo me serî bi bêcesaretiyê re derxist? Eger wisa ye, ev yek tê maneya ku halê baweriya me baş e. Dîsa jî, gerek em hay ji xwe hebin, çimkî Îblîs dikare bi çekên din hicûmî me bike. Niha emê bala xwe bidin yek ji van çekan.
XWE JI MALPERESTIYÊ BIPARÊZE
12. Malperestî dikare li ser me çawa tesîr bike?
12 Malperestî dikare bibe sebeb ku em mertalê baweriyê îhmal bikin. Pawlos wisa got: “Yê ku leşkeriyê dike, tevli karên vê jiyanê nabe, da ku li wî yê ku ew gazî leşkeriyê kiriye, xweş bê” (2. Tîm. 2:4). Li demên berê, îzin tune bû ku leşkerên Romayî tev li îşên din bibin. Çi dikaribû bihata serê leşkerekî ku guh nedida vî emrî?
13. Li demên berê, çima lazim bû ku leşker tev li îşên din nebin?
13 Bîne ber çavê xwe: Sibehê, çend leşker bi şûrên xwe îdmanê dikin, lê yek ji wan tune, çimkî ew li sûkê zebzeyan difiroşe. Êvarê, leşker çekên xwe kontrol dikin û şûrên xwe disûn, lê yê ku zebzeyan difiroşe haziriyê dike ji bo ku roja din dîsa here sûkê. Roja din, dijmin ji nişka ve hicûm dike. Bi îhtimaleke mezin, kîjan leşker hê hazirtir e ku şer bike, û fermandar wê ji kîjan leşker razî be? Eger tu li wê derê bûyayî, teyê bixwesta ku kîjan leşker li kêleka te bûya – yê ku ji bo cengê hazirî dikir yan yê ku bi îşên xwe mijûl dibû?
14. Ji bo me, tiştê herî biqîmet çi ye?
14 Wek leşkerên jîr û jêhatî, gerek em bala xwe her tim bidin armanca xwe ya sereke – ku em dilê fermandarên xwe Yehowa û Îsa şa bikin. Qîmeta vê ji tiştên ku dinya dikare bide me, pir mezintir e. Loma gerek em wext û qeweta xwe herî zêde ji bo xizmeta Yehowa veqetînin. Wekî din, lazim e ku em mertalê baweriyê û çekên ruhî yên din rind xwedî bikin.
15. Gotinên Pawlos me çawa hişyar dikin, û çima?
15 Gerek em her tim hişyar bimînin. Pawlos gotibû ku kesên “ku dixwazin dewlemend bibin ... ji baweriyê ketin” (1. Tîm. 6:9, 10). Belê, malperestî dikare bibe sebeb ku em bi zêdeyî bala xwe bidin tiştên nehewce. Seba vê, “xwestekên bêhiş û ziyanker” dikarin bikevin dilê me. Gerek em îznê nedin ku xwestekên wisa – ên ku bi eslê xwe çekên Îblîs in – bikevin dilê me û zerarê bidin me.
16. Gava em li ser serpêhatiya ku li Marqos 10:17-22 qeydkirî ye difikirin, wê baş be ku em ji xwe çi bipirsin?
16 Eger pereyê me hebe ku gelek tiştan bikirin, ma sûc e ku em hin tiştên nehewce ji xwe re bikirin? Kitêba Pîroz rasterast wisa nabêje. Dîsa jî, wê baş be ku em li ser van pirsan bifikirin: Her çi qas pereyê me hebe jî, gelo wext û qeweta me heye ku em van tiştan bi kar bînin û xwedî bikin? Wekî din, ma talûke tune ku dilê me bi zêdeyî bi van tiştan ve girêdayî be? Gelo malperestî dikare bibe sebeb ku em wek vî xortî bikin, yê ku teklîfa Îsa ku xizmeta xwe ji Xwedê re zêde bike, qebûl nekir? (Marqos 10:17-22 bixwîne). Wê baştir be ku em jiyaneke mutewazî bajon û wext û qeweta xwe ji bo pêkanîna daxwaza Xwedê bi kar bînin!
MERTALÊ BAWERIYÊ QAYÎM BIGIRE
17. Gerek em çi ji bîr nekin?
17 Gerek em tu caran ji bîr nekin ku em di “cengekê” de ne, û gerek em roj bi roj hazir bin ku micadele bikin (Pey. 12:17). Xwişk û birayên me nikarin mertalê me li şûna me hildin. Gerek em mertalê baweriyê xwe bi xwe qayîm bigirin.
18. Li demên berê, leşkeran mertalên xwe çima qayîm digirtin?
18 Li demên berê, leşkerên egîd dihatin bi rûmet kirin. Ji aliyê din ve, windakirina mertal wek şermeke mezin dihat dîtin. Dîrokzanekî Romayî wisa nivîsî: “Şerma herî mezin ev e ku kesek dev ji mertalê xwe berde.” Ji ber vê yekê, leşkeran mertalên xwe qayîm digirtin.
Xwişkeke me Kitêba Pîroz dixwîne, diçe hemû civînan û mizgînê bi xîret belav dike ji bo ku baweriya xwe xwedî bike (Li paragrafa 19an binêre)
19. Gerek em çi bikin ku em mertalê baweriyê winda nekin?
19 Ji bo ku em mertalê baweriyê winda nekin, gerek em herin hemû civînan û navê Xwedê û Padîşahiya wî ji mirovan re îlan bikin (Îbr. 10:23-25). Wekî din, gerek em Kitêba Pîroz her roj bixwînin û dua bikin ku Yehowa alî me bike ku em rêberî û şîretên wî her tim di jiyana xwe de bixebitînin (2. Tîm. 3:16, 17). Eger em wisa bikin, çekên Îblîs wê nikaribin zerara daîm bidin me (Îşa. 54:17). Mertalê baweriyê wê me biparêze. Emê tevî xwişk û birayên xwe saxlem bisekinin. Ji xeynî vê ku emê bi saya baweriya xwe serî bi tengasiyên rojane re derxînin, emê li aliyê Îsa bin gava ew li dijî Îblîs û bindestiyên wî bi ser bikeve (Pey. 17:14; 20:10).
KILAM 118 “Baweriya Me Zêde ke”
a Li demên berê, leşkeran xwe bi mertalan diparastin. Baweriya me mîna mertal e. Wekî ku leşkeran mertalên xwe rind xwedî dikirin, gerek em jî baweriya xwe xwedî bikin. Li vê meqaleyê, emê muzakere bikin ku em çawa dikarin “mertalê baweriyê” xwedî bikin.
b RESIM: Gava kesên ku li hemberî rastiyê serî hildaye li televîzyonê di heqê Şahidên Yehowa de derewan belav dikin, malbat televîzyonê digire.
c RESIM: Paşê, li îbadeta malbatê, bav ayetekê dixwîne ku baweriya malbata xwe xurttir bike.