KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp20 no. 2 r. 14-15
  • Piştgiriya Padîşahiya Xwedê Bike!

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Piştgiriya Padîşahiya Xwedê Bike!
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • JI HER TIŞTÎ ZÊDETIR LI PADÎŞAHIYÊ BIGERE
  • Padîşahiya Xwedê Çi ye?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • “Bila Padîşahiya Te Bê” – Duaya bi Milyonan Însanan
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
wp20 no. 2 r. 14-15
Zilamek dua dike berî ku ew Kitêba Pîroz dixwîne.

Piştgiriya Padîşahiya Xwedê Bike!

Ferz bike ku firtoneyeke mezin nêzikî herêma te dibe. Dewlet îlan dike ku gerek her kes zû bireve cihekî emîn. Di halekî wisa de, teyê çi bikira? Ma tuyê neçûyayî cihekî emîn?

Îro, temamiya dinyayê ber “firtoneyeke” mezin e, a ku Îsa Mesîh wek ‘tengasiya mezin’ bi nav kiribû (Metta 24:21). Em helbet nikarin ji ‘tengasiya mezin’ birevin, lê em dikarin tiştekî bikin ji bo ku em bên parastin. Gelo çi?

Îsa Mesîh wisa gotibû: “Berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerin” (Metta 6:33). Gelo em çawa dikarin vêya bikin?

Berî her tiştî li Padîşahiya Xwedê bigere. Gerek em ji her tiştî zêdetir bala xwe bidin Padîşahiya Xwedê (Metta 6:25, 32, 33). Gelo çima? Çimkî însan nikarin problemên dinyayê safî bikin. Tenê Padîşahiya Xwedê dikare vêya bike.

Li rastdariya wî bigere. Gerek em çi ji destê me tê bikin ku li gor qanûnên Xwedê bijîn. Eger em li gor dilê xwe bijîn, netîce wê xerab be (Methelokên Silêman 16:25). Lê eger em li gor qanûnên Xwedê bijîn, emê hem dilê Xwedê şa bikin hem jî feydeyê bibînin (Îşaya 48:17, 18).

Bi dewamî li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigere. Îsa Mesîh gotibû ku tiştên wek mal û milk yan xemên jiyanê dikarin bibin sebeb ku hin kes bala xwe nedin Padîşahiya Xwedê (Metta 6:19-21, 25-32).

Lê belê, Îsa Mesîh soz daye ku hewcedariyên kesên ku piştgiriya Padîşahiya Xwedê dikin wê bên tedarek kirin, û ewê bereketên bêdawî bistînin (Metta 6:33).

Li sedsala yekê, şagirtên Îsa Mesîh ji her tiştî zêdetir li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî digeriyan. Kul û derdên dinyayê di rojên wan de xelas nebûn, lê ew dîsa jî dihatin parastin. Gelo çawa?

Ji ber ku ew li gor qanûnên Xwedê dijiyan, ew ji tengasiyên ku tên serê kesên ku guh nadin Xwedê, dihatin parastin. Bi saya baweriya wan ku rojekê, Padîşahiya Xwedê wê bê, ew hazir bûn ku li hemberî hemû zehmetan li ber xwe bidin. Wekî din, Xwedê qewet dida wan, da ku ew karibin sebir bikin (2. Korîntî 4:7-9).

JI HER TIŞTÎ ZÊDETIR LI PADÎŞAHIYÊ BIGERE

Li sedsala yekê, şagirtên Îsa Mesîh mizgîna Padîşahiya Xwedê li her derê belav dikir (Kolosî 1:23). Gelo îro kesên ku vê mizgînê belav dikin hene?

Belê! Şahidên Yehowa dizanin ku di demeke nêzik de, Padîşahiya Xwedê wê vê sîstema xerab helak bike. Loma, ew xîret dikin ku van gotinên Îsa Mesîh bînin cih: “Ev Mizgîniya Padîşahiyê wê li seranserê dinyayê bê dayîn, da ku ji hemû miletan re bibe şahidî û hingê dawî wê bê” (Metta 24:14).

Gelo tu li mizgîna Padîşahiya Xwedê çawa dinêrî? Li sedsala yekê, gava mirovên li bajarê Beroyayê mizgîna Padîşahiyê bihîst, wan ev mizgîn “ji dil û can qebûl kir û her roj li ser Nivîsarên Pîroz lêkolîn kirin, ka gelo ev tişt wisa ne”. Paşê, ew li gor tiştên ku ew hîn bûne, dijiyan (Karên Şandiyan 17:11, 12).

Li seranserê dinyayê, bi milyonan însan piştgiriya Padîşahiya Xwedê dikin

  1. Şahidên Yehowa li ber deriyê malekê bi zilamekî re sohbetê dikin.

    Guh bide mizgîna Padîşahiyê

  2. Zilam li mala xwe bi Kitêba Pîroz bi Şahidên Yehowa re lêkolîn dike.

    Kitêba Pîroz lêkolîn bike

  3. Zilam diçe civîneke li Salona Îbadetê.

    Bi piştevanên Padîşahiyê re hevaltiyê bike

  4. Zilam dua dike berî ku ew Kitêba Pîroz dixwîne.

    Nîşanî Xwedê bide ku tu dixwazî ji wî re xizmet bikî

Tu jî dikarî wisa bikî! Eger tu ji her tiştî zêdetir li Padîşahiya Xwedê û li rastdariya wî bigerî, tuyê ji gelek tengasiyan bêyî parastin, û tuyê heta bi hetayê di selamet û emniyetê de bijî.

Eger tu dixwazî di heqê fealiyetên Şahidên Yehowa de zêdetir melûmatê bistînî, ji kerema xwe re here malpera jw.org.

Li vê malperê, bi zêdetirî 1.000 zimanî melûmat heye.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne