KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • wp20 no. 3 r. 4-5
  • Xwedayê Dilovan Xema Me Dixwe

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Xwedayê Dilovan Xema Me Dixwe
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
  • Sernivîs
  • 1. XWEDÊ ŞEWQA TAVÊ DIDE
  • 2. XWEDÊ BARANÊ DIBARÎNE
  • 3. XWEDÊ XWARIN Û KINCAN JI ME RE TEDAREK DIKE
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Umûmî) – 2020
wp20 no. 3 r. 4-5
Roj li ser çiyayan hiltê.

Xwedayê Dilovan Xema Me Dixwe

1. XWEDÊ ŞEWQA TAVÊ DIDE

Bê şewqa tavê jiyan nabe. Bi saya enerjiya ku dar ji tavê distînin, ew pel, gul, mêwe û toximên xwe tînin meydanê. Wekî din, bi saya vê enerjiyê, ava ku dar bi destê kokên xwe ji axê dikişînin, digihîje hemû pelan û paşê dibe buxar.

Zeviya çayê li kêleka çiyayekî.

2. XWEDÊ BARANÊ DIBARÎNE

Baran hediyeyeke biqîmet a ji Xwedê ye. Bi saya baranê, erd xwarinê tîne meydanê. Xwedê ji ezmanan baranê dibarîne û demsalên berdar dide me. Bi vî awayî, ew nên dide me û dilê me şa dike.

Çivîkek li ser şaxekê rûniştî ye.

3. XWEDÊ XWARIN Û KINCAN JI ME RE TEDAREK DIKE

Gelek kes pir dixebitin ku ji bo malbatên xwe xwarin û kincan tedarek bikin. Bala xwe bide van gotinên Kitêba Pîroz: “Li teyrên ezmanan binêrin! Ew ne diçînin, ne didirûn û ne jî di embaran de dicivînin. Dîsa jî Bavê we yê li ezmanan wan têr dike. Ma hûn ne di ser wan re ne?” (Metta 6:25, 26).

“Li sosinên çolê binêrin ku çawa mezin dibin ... ez ji we re dibêjim ku Silêman [pêxember] jî di hemû rûmeta xwe de wek yeke ji wan cil li xwe nekirin. Îcar, eger Xwedê giyayê çolê ... bi vî awayî bi cil dike, ma ew we hê bêtir bi cil nake?” (Metta 6:28-30).

Madem ku Xwedê dikare ji me re xwarin û kincan tedarek bike, ew bêguman dikare hewcedariyên me yên din jî tedarek bike. Eger em li gor daxwaza Xwedê bijîn, ew dikare keda me bibereket bike ku em karibin debara xwe bikin (Metta 6:32, 33).

Gava em li tav, baran, çivîk û gulan dinêrin, em dibînin ku gelek sebeb hene ku em ji Xwedê hez bikin. Li meqaleya din, emê bibînin ku Xwedê çawa fikrên xwe ji me re daye xuyakirin.

Xwedê “tava xwe dertîne û barana xwe dibarîne” (METTA 5:45).

Xwedê ji me pir hez dike û xema me dixwe. Wek bavekî dilovan û destvekirî, ew malbata xwe xwedî dike. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê “hê berî ku hûn ji wî bixwazin bi hewcedariya we dizane” (Metta 6:8).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne