KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w20 Gulan r. 8-11
  • Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Malzemeya Eleqedar
  • “Padîşahê Bakur” di Dema Dawiyê de
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • “Padîşahê Bakur” Îro Kî ye?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
  • Li Gor Kitêba Peyxamê, Çi wê Bê Serê Dijminên Xwedê?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • Ji Wehdên Kitêba Pîroz Hîn Bibe
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2020
w20 Gulan r. 8-11

Du Padîşahên Reqîb di Dema Dawiyê de

Gotinên hin pêxemberiyên ku di vê cedwelê de tên nîşan dayîn di eynî wextê de pêk tên. Pêkhatina van pêxemberiyan îsbat dike ku em niha di dema dawiyê de ne (Dan. 12:4).

Cedweleke ku pêxemberiyan nîşan dide û eşkere dike ku padîşahê bakur û padîşahê başûr ji sala 1870yî de heta îro kî bûn.
  • Pêxemberiyên ku li cedwela 1ê tên nîşan dayîn ji sala 1870yî heta sala 1918an hatin cih, û hin ji wan di eynî demê de pêk hatin. Dema dawiyê di sala 1914an de dest pê kir. Pêxemberî 1: Cinawirekî bi heft seran, ê ku berî tarîxa pêşîn a cedwelê derketibû. Li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, serê heftan a cinawir tê birîndar kirin. Ji sala 1917an ve, serê heftan qenc dibe û cinawir dîsa xurt dibe. Pêxemberî 2: Padîşahê bakur di sala 1871ê de tê nas kirin, û padîşahê başûr di sala 1870yî de tê nas kirin. Di sala 1871ê de, Almanya dibe padîşahê bakur. Padîşahê başûr di serî de Brîtanya ye, lê di sala 1917an Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê dibe padîşahê başûr. Pêxemberî 3: Ji sala 1870yî ve, Charles Russel û hevalên wî dibin ‘xeberbêj’. Di sala 1881ê de, kovara ‘Zion’s Watch Tower’ xwendevanan teşwîq dike ku ew mizgînê belav bikin. Pêxemberî 4: Dema berhevkirinê di sala 1914an de dest pê dike. Zîwan ji genim tê cihê kirin. Pêxemberî 5: Ji sala 1917an ve, lingên ji hesin û gilê xuya dikin. Wekî din, resim bûyerên ji sala 1914an heta sala 1918an (Şerê Cîhanî yê Yekemîn) nîşan dike. Bûyerên ku li ser xizmetkarên Yehowa tesîr kir: Ji sala 1914an heta sala 1918an, Xwendekarên Kitêba Pîroz ên li Brîtanya û Almanyayê tên hebs kirin. Di sala 1918an de, birayên ji Beytela Amerîkayê tên hebs kirin.
    Pêxemberî 1.

    Ayet: Pey. 11:7; 12:13, 17; 13:1-8, 12

    Pêxemberî: Cinawir bi sedan salan li ser dinyayê hikm diajo. Li dema dawiyê, serê wî yê heftan tê birîndar kirin. Paşê, serê birîndar qenc dibe û dinya dikeve pey cinawir. Îblîs bi destê vî cinawirî bi meshkiriyan re şer dike, yên ku hê li dinyayê ne.

    Pêkhatin: Piştî Tofanê, dijminên Yehowa hikumdariyan saz dikin. Bi hezaran salan bi şûn de, li Şerê Cîhanî yê Yekemîn, Împaratoriya Brîtanyayê qeweta xwe winda dike. Lê belê, gava Amerîka piştgiriya Brîtanyayê dike, Brîtanya dîsa xurt dibe. Bi xisûsî li dema dawiyê, Îblîs bi destê sîstema siyasî zilm li xizmetkarên Xwedê dike.

  • Pêxemberî 2.

    Ayet: Dan. 11:25-45

    Pêxemberî: Di dema dawiyê de, padîşahê bakur û padîşahê başûr li dijî hev reqabetê dikin.

    Pêkhatin: Almanya li dijî Brîtanya- Amerîkayê reqabetê dike. Di sala 1945an de, Yekîtiya Komarên Sovyet û hevalbendên wê dibin padîşahê bakur. Di sala 1991ê de, Yekîtiya Komarên Sovyet hildiweşe. Bi zeman re, Rûsya û hevalbendên wê dibin padîşahê bakur.

  • Pêxemberî 3.

    Ayet: Îşa. 61:1; Malx. 3:1; Lûqa 4:18

    Pêxemberî: Berî sazkirina Padîşahiyê, Yehowa komekê wek “xeberbêj” tayîn dike û dişîne ku rê veke. Ev kom mizgînê “ji dilnizman re” îlan dike.

    Pêkhatin: Ji sala 1870yî û pê ve, Charles Russel û hevalên wî Kitêba Pîroz bi xîret lêkolîn dikin ku maneya wê zelal bikin. Di sala 1881ê de, ew fehm dikin ku pir muhîm e ku xizmetkarên Xwedê mizgînê belav bikin. Ew meqaleyên wek “1.000 Mizgînvan Lazim in!” û “Ji bo Îşê Mizgîndayînê Hatine Hilbijartin” diweşînin.

  • Pêxemberî 4.

    Ayet: Met. 13:24-30, 36-43

    Pêxemberî: Dijminek di nav genim de zîwanan diçîne. Ji ber ku zîwan û genim heta dema berhevkirinê bi hev re mezin dibin, genim xuya nake. Paşê, zîwan û genim ji hev tên cihê kirin.

    Pêkhatin: Ji sala 1870yî û pê ve, ferqa di nav şagirtên Îsa yên rastîn û yên sexte de eşkere dibe. Di dema dawiyê de, şagirtên Îsa tên ber hev kirin û ji yên sexte tên cihê kirin.

  • Pêxemberî 5.

    Ayet: Dan. 2:31-33, 41-43

    Pêxemberî: Lingên heykelê ku Nebûkadnetsar dît, ji hesin û gilê ne.

    Pêkhatin: Gil xelkê di bin hikumdariya Brîtanya û Amerîkayê de temsîl dike, yê ku li dijî hikûmetê protesto dike. Seba vê bandorê, ev hêza cîhanî nikare bi qeweta hesinî hereket bike.

  • Pêxemberiyên ku li cedwela 2yan tên nîşan dayîn ji sala 1919an heta sala 1945an hatin cih, û hin ji wan di eynî demê de pêk hatin. Heta sala 1945an, padîşahê bakur Almanya ye. Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê, padîşahê başûr e. Pêxemberî 6: Di sala 1919an de, şagirtên meshkirî tên ber hev kirin. Ji sala 1919an ve, belavkirina mizgînê berdewam dike û zêde dibe. Pêxemberî 7: Di sala 1920an, Komeleya Neteweyan tê saz kirin û heta destpêka Şerê Cîhanî yê Duyemîn heye. Wekî din, resim nîşan dike ku pêxemberî 1 (cinawirê bi heft seran) berdewam dike. Pêxemberî 5 (lingên ji hesin û gilî) berdewam dike. Bûyerên ji sala 1939an heta sala 1945an (Şerê Cîhanî yê Duyemîn). Bûyerên ku li ser xizmetkarên Yehowa tesîr kir: Ji sala 1933an heta sala 1945an, zêdetirî 11.000 Şahidên Yehowa tên hebs kirin. Ji sala 1939an heta 1945an, nêzikî 1.600 Şahidên Yehowa li Brîtanyayê tên hebs kirin. Ji sala 1940î heta sala 1944an, Şahidên Yehowa zêdetirî 2.500 carî rastî êrîşan tên.
    Pêxemberî 6.

    Ayet: Met. 13:30; 24:14, 45; 28:19, 20

    Pêxemberî: “Genim” li ‘embarê’ tê ber hev kirin û “xulamê dilsoz û şehreza” tê tayîn kirin ku rêberiya xizmetkarên Xwedê bike. Belavkirina mizgîna Padîşahiyê li seranserê dinyayê dest pê dike.

    Pêkhatin: Di sala 1919an de, “xulamê dilsoz” ser xizmetkarên Xwedê tê danîn. Ji wê demê û pê ve, Xwendekarên Kitêba Pîroz îşê belavkirina mizgînê zêde dikin. Îro, Şahidên Yehowa li zêdetirî 200 welat û herêmî mizgînê belav dikin û bi zêdetirî 1.000 zimanî weşanên li ser Kitêba Pîroz diweşînin.

  • Pêxemberî 7.

    Ayet: Dan. 12:11; Pey. 13:11, 14, 15

    Pêxemberî: Cinawirekî bi du striyan ji mirovan re dibêje ku bila ew sûretekî cinawir bikin û nefesê dide wî.

    Pêkhatin: Hêza Cîhanî ya Brîtanya- Amerîkayê dest bi sazkirina Komeleya Neteweyan dike. Miletên din jî piştgiriya vê teşkîlatê dikin. Di sala 1926an de, padîşahê bakur jî dikeve Komeleya Neteweyan, lê di sala 1933yan de dîsa derdikeve. Komeleya Neteweyan û paşê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî pesnê ku bi eslê xwe aîdî Padîşahiya Xwedê ye, distîne.

  • Pêxemberiyên ku li cedwela 3an tên nîşan dayîn ji sala 1945an heta sala 1991ê hatin cih, û hin ji wan di eynî demê de pêk hatin. Heta sala 1991ê, Yekîtiya Komarên Sovyeta û hevalbendên wê padîşahê bakur in. Paşê, Rûsya û hevalbendên wê vê rolê distînin. Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê padîşahê başûr e. Pêxemberî 8: Ewra ji bombeyeke nukleer nîşan dide ku Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê çi qas zerar daye. Pêxemberî 9: Di sala 1945an de, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî tê saz kirin û cihê Komeleya Neteweyan digire. Wekî din, resim nîşan dike ku pêxemberî 1 (cinawirê bi heft seran) berdewam dike. Pêxemberî 5 (lingên ji hesin û gilî) berdewam dike. Pêxemberî 6: Di sala 1945an de, zêdetirî 156.000 hebûn. Di sala 1991ê de, zêdetirî 4.278.000 mizgînvan hebûn. Bûyerên ku li ser xizmetkarên Yehowa tesîr kir: Ji sala 1945an heta sala 1951ê, bi hezaran Şahidên Yehowa li Sîbîryayê hatin sirgûn kirin.
    Pêxemberî 8.

    Ayet: Dan. 8:23, 24

    Pêxemberî: Padîşahekî rûsert bi awayekî nedîtî wêran dike.

    Pêkhatin: Hêza Cîhanî ya Brîtanya- Amerîkayê gelek însanan dikuje û gelek cihan wêran dike. Mesela, di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de, Amerîka du bombeyên nukleer diavêje ser dijminê xwe.

  • Pêxemberî 9.

    Ayet: Dan. 11:31; Pey. 17:3, 7-11

    Pêxemberî: Cinawirê sor, ê ku 10 striyên wî hene, ji kortalê derdikeve û dibe padîşahê 8an. Kitêba Danîêl vî padîşahî wek “tiştê mekrûh yê ku xera dike” bi nav dike.

    Pêkhatin: Komeleya Neteweyan di Şerê Cîhanî yê Duyemîn de betal dibe. Piştî şer, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî tê saz kirin. Wek Komeleya Neteweyan, Rêxistina Neteweyên Yekbûyî jî pesnê ku aîdî Padîşahiya Xwedê ye, distîne. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wê hicûmî dînê sexte bike.

  • Pêxemberiyên ku li cedwela 4an tên nîşan dayîn ji roja îro heta Harmegedonê wê bên cih, û hin ji wan wê di eynî demê de pêk bên. Rûsya û hevalbendên wê padîşahê bakur in. Hêza Cîhanî ya Brîtanya-Amerîkayê padîşahê başûr e. Pêxemberî 10: Lîderên dinyayê ‘aştî û ewledariyê’ îlan dikin. Paşê, tengahiya mezin dest pê dike. Pêxemberî 11: Miletên dinyayê hicûmî dînên sexte dikin. Pêxemberî 12: Hikumdariyên dinyayê hicûmî xizmetkarên Xwedê dikin. Meshkiriyên mayî diçin ezmanan. Pêxemberî 13: Harmegedon. Ê ku li ser hespekî spî sîwar bûye bi ser dikeve. Cinawirê bi heft seran tê helak kirin; heykela mezin ji lingên hesin û gilî tê perçe perçe kirin. Wekî din, resim nîşan dike ku pêxemberî 1 (cinawirê bi heft seran) heta Harmegedonê berdewam dike. Pêxemberî 5 (lingên hesin û gilî) heta Harmegedonê berdewam dike. Pêxemberî 6: Îro zêdetirî 8.580.000 mizgînvan hene. Bûyerên ku li ser Şahidên Yehowa tesîr dikin: Di sala 2017an de, dewleta Rûsyayê Şahidên Yehowa hebs kirin û avahiyên bûroyê ji destê wan girtin.
    Pêxemberî 10 û 11.

    Ayet: 1. Sel. 5:3; Pey. 17:16

    Pêxemberî: Miletên dinyayê ‘aştî û ewledariyê’ îlan dikin, û 10 strî û cinawir hicûmî fahîşeyê dikin û wê helak dikin. Paşê, miletên dinyayê tên helak kirin.

    Pêkhatin: Miletên dinyayê wê belkî bibêjin ku wan aştî û ewledarî bi dest xistine. Paşê, miletên ku piştgiriya Rêxistina Neteweyên Yekbûyî dikin wê teşkîlatên dînên sexte wêran bikin. Bi vî awayî, tengahiya mezin wê dest pê bike. Di dawiya tengahiya mezin de, temamiya dinyaya Îblîs wê li Harmegedonê bê helak kirin.

  • Pêxemberî 12.

    Ayet: Hêz. 38:11, 14-17; Met. 24:31

    Pêxemberî: Gog dikeve welatê xizmetkarên Xwedê. Paşê, melek ‘bijartiyan’ top dikin.

    Pêkhatin: Padîşahê bakur wê tevî hikumdariyên din hicûmî xizmetkarên Xwedê bike. Demeke piştî destpêkirina vê hicûmê, meshkiriyên mayî wê herin ezmanan.

  • Pêxemberî 13.

    Ayet: Hêz. 38:18-23; Dan. 2:34, 35, 44, 45; Pey. 6:2; 16:14, 16; 17:14; 19:20

    Pêxemberî: Siwarê hespê spî Gog û ordiyên wî helak dike. Cinawir tê avêtin gola êgir, û heykel tê perçe kirin.

    Pêkhatin: Îsa Mesîh, ê ku Padîşahê Padîşahiya Xwedê ye, wê xizmetkarên Xwedê xelas bike. Ewê tevî 144.000 hevpadîşahên xwe û melekan koalîsyona miletan û temamiya sîstema siyasî helak bike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne