SERPÊHATÎ
Min Gavên Xwe li Gor Daxwaza Yehowa Diavêtin
ROJEKE xweş a sala 1984an, ez sibehê ji malê derketim ku herim îşê xwe. Mala me li taxeke zengîn a bajarê Caracasê bû (Venezuela). Wexta ku ez li kolanê dimeşiyam, ez li ser meqaleyeke ji Birca Çavdêriyê difikirîm, a ku çendek berê derketibû. Meqaleyê behsa vê dikir ku cîran me çawa dibînin. Min li xaniyên li derdora xwe mêze dikir û meraq dikir: “Gelo cîran min tenê wek bankaciyekî serkeftî dibînin? Yan gelo ew min wek xizmetkarekî Xwedê dibînin, ê ku li bankayê dixebite ku debara mala xwe bike?” Min fehm kir ku ew min tenê wek bankacî didît, û ev yek li min xweş nehat. Loma, min qerar da ku hin gavan bavêjim ku vêya biguherînim.
Ez li 19ê Gulana sala 1940î li bajarê Amyûnê (Libnan) hatim dinyayê. Çend sal bi şûn de, malbata me derbasî bajarê Trablûsê bû. Malbata min malbateke bextewar bû û ji Yehowa hez dikir. Sê xwişk û birayekî min ên mezin hebûn. Dê û bavê min debara malê wek tiştê herî muhîm nedidît; ji bo wan, lêkolîna Kitêba Pîroz, civîn û xizmet hê muhîmtir bûn.
Li civata me çend xwişk û birayên meshkirî hebûn. Yek ji wan, Mîşel Abûd bû, yê ku Lêkolîna Kitêbê ya Civatê îdare dikir. Ew li New Yorkê bûbû Şahidê Yehowa, û di sala 1921ê de, ew ji bo belavkirina mizgînê vegeriyabû Libnanê. Tê bîra min ku wî çawa qedrê du xwişkên ku Mekteba Gîleadê xelas kiribû – Anne û Gwen Beavor – digirt û alî wan dikir. Ev du xwişk bûn hevalên me. Gelek sal bi şûn de, min Anne li Amerîkayê dît, û paşê jî, ez rastî Gwenê hatim, a ku bi Wilfred Gooch re mêr kiribû û li Beytela Londonê xizmet dikir.
XIZMETA LI LIBNANÊ
Gava ez ciwan bûm, li Libnanê Şahidên Yehowa hindik bûn. Dîsa jî, me mizgîn bi xîret û bi coşî belav dikir. Hin alimên dînî ji me hez nedikir, lê me dev ji xizmeta xwe bernedida.
Rojekê, ez û xwişka min Sana, me li avahiyekê xizmet dikir. Gava me bi mirovan sohbet dikir, keşîşek hat ba me. Xuya ye ku kesekî gazî wî kiribû. Keşîş li xwişka min heqaret kir. Paşê, wî xwişka min ji merdîwanê avêt xwarê, û ew birîndar bû. Polîs hat gazîkirin, û gava ew hatin, wan ji kesekî re got ku bila alî xwişka min bike. Paşê, wan keşîş bir qereqolê, û li wê derê, wan dît ku çekê wî heye. Komîser ji wî pirsî: “Ma tu kî yî? Tu keşîş î yan mafya yî?”
Careke din, em tevî civata xwe bi otobusê çûn bajarekî dûr ku mizgînê li wê derê belav bikin. Xizmeta me xweş derbas bû heta ku keşîş bihîst ku em çi dikin. Hingê wî mirov top kirin ku hicûmî me bikin. Wan kevir avêtin me, û bavê min birîndar bû. Tê bîra min ku rûyê wî xwîn bû. Ew bi diya min re vegeriya otobusê, û em jî li pey wan çûn. Gava diya min rûyê bavê min paqij dikir, wê got: “Yehowa, wan efû bike. Ew nizanin ku ew çi dikin.”
Dîsa careke din, em çûn bajarê xwe ku merivên xwe ziyaret bikin. Li mala kalikê min, pîskoposek hebû. Wî dizanibû ku dê û bavê min Şahidên Yehowa ne. Wê demê, ez hê şeş salî bûm, lê wî ji min pirsî: “Kurê min, tu çima bin av nebûyî?” Min got ku ez hê zarok im, û ji bo ku ez bin av bibim, lazim e ku ez Kitêba Pîroz rind hîn bibim û baweriya xwe xurt bikim. Cewaba min lê xweş nehat, û wî ji kalikê min re got ku ez zarokekî zimandirêj im.
Lê belê, serpêhatiyên me yên nebaş hindik bûn. Xelkê Libnanê bi gelemperî nazik û mêvanhez in. Loma, me gelek caran sohbetên xweş dikirin, û me gelek kursên Kitêba Pîroz îdare dikirin.
EM DERBASÎ WELATEKÎ DIN DIBIN
Gava ez diçûm mektebê, birayekî ciwan ê ji Venezuelayê hat Libnanê. Ew hat civînên me, û wî bi xwişka min Wafayê re hevaltî kir. Bi zeman re, ew zewicîn û çûn Venezuelayê. Wafayê pir bêriya me dikir, loma wê di nameyên xwe de ji bavê min re digot ku bila em jî derbasî Venezuelayê bibin. Li dawiyê, wê em îqna kirin, û me qerar da ku emê herin.
Di sala 1953yan de, em derbasî Venezuelayê bûn, û em li Caracasê, nêzîkî qesra serokkomar, cihwar bûn. Ez hê biçûk bûm, û min bi kêfxweşî dinêrî ku serokkomar çawa bi erebeya xwe dihat û diçû. Lê belê, li dê û bavê min zor dihat ku hînî welat, ziman, kultur, xwarin û hewaya nû bibin. Gava ew hêdî hêdî hîn dibûn, tiştekî xerab qewimî.
Ji aliyê çepê ve: Bavê min. Diya min. 1953: Ez, gava ku em derbasî Venezuelayê bûn
DERDEKÎ GIRAN
Ji nişka ve, bavê min nexweş ket. Em ecêbmayî man, çimkî sihet û qeweta wî her tim baş bû. Berê, ew tu caran nexweş neketibû. Nexweşiya wî, kansera pankreasê bû, loma ew hat emeliyatkirin. Lê çi heyf e ku heftiyek bi şûn de, bavê min canê xwe ji dest da.
Gava bavê min mir, ez hê 13 salî bûm. Em gelekî xemgîn bûn û bi rastî jî bêçare man. Heta wextekê, li diya min zor dihat ku mirina bavê min qebûl bike. Lê belê, me hêdî hêdî didît ku jiyan dewam dike, û bi alîkariya Yehowa, em bi ser ketin. Gava ez 16 salî bûm, min lîse xelas kir, û min dixwest ji bo debara malbatê bixebitim.
Xwişka min Sana û zilamê wê Rubén pir alî min dikir ku ez ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herim
Xwişka min Sanayê bi birayekî bi navê Rubén Araujo re mêr kir, ê ku Mekteba Gîleadê xelas kiribû û vegeriyabû Venezuelayê. Piştî ku ew zewicîn, ew derbasî New Yorkê bûn. Malbata min qerar da ku gerek ez herim zanîngehê, loma ez ji bo xwendinê çûm New Yorkê û li cem xwişka xwe dimam. Gava ez li wê derê bûm, xwişka min û zilamê wê pir alî min dikir ku ez ji aliyê ruhî ve bi pêş ve herim. Em li Brooklynê diçûn civata bi zimanê Spanî, û li civata me gelek birayên bitecrûbe hebûn. Mesela, Milton Henschel û Frederick Franz li civata me bûn, û her diduyan jî li Beytela Brooklynê xizmet dikir.
1957: Binavbûna min
Nêzîkî xelasbûna sala min a pêşîn a zanîngeha li New Yorkê, ez difikirîm ka gerek ez jiyana xwe çawa bajom. Min li kovara Birca Çavdêriyê xwendibû ku gerek em ji xwe re hedefên bimane deynin, û ez li ser vê yekê kûr difikirîm. Min didît ku pêşeng û Beytelvanên li civata me çi qas dilşad in, û min jî dixwest mîna wan bim. Lê belê, ez hê bin av nebûbûm. Loma, min fehm kir ku gerek ez jiyana xwe bidim destê Yehowa, loma li 30yê Adarê ya sala 1957an, ez bin av bûm.
QERARÊN MUHÎM
Piştî vê gava muhîm, min berê xwe da gaveke din: Min êdî dixwest bibim pêşeng, lê min fehm kir ku ev yek wê çetin bibe. Gelo minê çawa bikaribûya hem xizmeta xwe bibim serî hem jî li zanîngehê bixwînim? Min ji diya xwe re û ji xwişk û birayên xwe re got ku ez dixwazim dev ji zanîngehê berdim, vegerim Venezuelayê, û bibim pêşeng.
Li meha Hezîranê ya sala 1957an, ez vegeriyam Caracasê. Lê belê, ji ber ku hal û rewşa malbata min ne baş bû, lazim bû ku ez jî ji xwe re îşekî bibînim û piştgiriya wan bikim. Min li bankayê ji xwe re îşek dît, lê min dixwest pêşengiyê jî bikim, çimkî ez ji bo vê armancê vegeriyabûm Venezuelayê. Loma, min hem li bankayê tam roj kar dikir hem jî pêşengî dikir. Ez her çi qas mijûl bûm jî, dilê min pir şa bû!
Wekî din, ez rastî xwişkeke xweşik a bi navê Sylvia hatim, a ku bi dê û bavê xwe re ji Almanyayê derbasî Venezuelayê bûbû. Sylviayê ji Yehowa pir hez dikir. Bi zeman re, em zewicîn, û du zarokên me çêbûn, kurê me Michel (Mike) û qîza me Samira. Ji xeynî vê, diya min li ba me dima. Seba mesûliyetên malbatê, lazim bû ku ez dev ji xizmeta pêşengiyê berdim. Dîsa jî, min xîreta xwe winda nedikir, û li dema tatîlê, ez û Sylvia, me gelek caran wek pêşengên alîkar xizmet dikir.
GAVEKE MUHÎM
Di sala 1984an de, zarokên me hê diçûn mektebê. Jiyana me pir rihet bû, û bankaciyên din qedrê min digirt. Dîsa jî, wek min li destpêka vê meqaleyê gotibû, min dixwest ku mirov min ne tenê wek bankacî, lê herî zêde wek xizmetkarekî Yehowa bibînin. Ev fikir ji hişê min nediçû. Loma, ez û Sylvia, em rûniştin û me sohbet kir ka em dikarin çi bikin. Min dizanibû ku eger ez dev ji îşê xwe berdim, ezê tezmînatê bistînim. Ji ber ku deynê me tunebû, em difikirîn ku eger em jiyaneke sade bajon, pereyê me wê heta wextekê têrî me bike.
Ev yek gaveke ne hêsan bû, lê Sylvia û diya min dîsa jî qayîl bûn ku em vê gavê bavêjin. Ez pir şa bûm ku ezê dîsa bibûma pêşeng. Em difikirîn ku êdî tu tişt nikare riya me bigire. Lê belê, pir wext derbas nebû ku me mizgînek stand.
MIZGÎN!
Zarokê me yê sisêyan Gabriel ji me re surprîz bû
Rojekê, doktor ji me re got ku Sylvia bihemle ye. Vê mizgînê dilê me pir şa kir, lê me meraq dikir ka ev yek wê li ser pêşengiya min çawa tesîr bike. Em zû hînî vê rewşa nû bûn, û em bi kêfxweşî li bendê diman ku zarokê me bê dinyayê. Lê belê, gelo meyê bikaribûya li gor plana xwe hereket bikin?
Piştî ku me bi hev re şêwir kir, me qerar da ku emê li gor plana xwe ya eslî hereket bikin. Kurê me Gabriel li meha Nîsanê ya sala 1985an hat dinyayê. Dîsa jî, min dev ji îşê li bankayê berda, û li meha Hezîranê ya sala 1985an, ez dîsa bûm pêşengê daîmî. Bi zeman re, ez bûm endamekî Komîteya Buroyê. Ji ber ku buro li bajarekî dûrî Caracasê bû, ez her hefte du yan sê rojan weke 80 kîlometre diçûm û dihatim.
EM DERBASÎ BAJAREKÎ DIN DIBIN
Ji ber ku buro li bajarê La Victoria bû, me qerar da ku derbasî wê derê bibin, da ku em nêzîktirî Beytelê bin. Ev yek ji bo me gaveke mezin bû, lê malbata min tam destek da qerara me. Xwişka min Baha hazir bû ku li diya me binêre. Mike zewicî bû û ji me cihê bûbû, lê Samira û Gabriel hê bi me re diman. Loma, gava em derbasî La Victoriayê bûn, ew ji dost û hevalên xwe yên li Caracasê dûr ketin. Wekî din, lazim bû ku Sylvia dev ji jiyana bajarê mezin berde û hînî jiyana li bajarekî biçûk bibe. Xaniyê me jî, ji xaniyê meyî berê biçûktir bû. Ji bo me bi rastî jî gaveke mezin bû ku em li bajarekî din cihwar bin.
Paşê, halê me dîsa guherî. Gabriel zewicî, û Samira jî derbasî maleke din bû. Di sala 2007an de, ez û Sylvia, em hatin dawetkirin ku li Beytelê xizmet bikin, û em heta îro jî li Beytelê ne. Kurê meyî mezin Mike rîspî ye û tevî pîreka xwe Monicayê pêşengiyê dike. Gabriel jî rîspî ye û tevî pîreka xwe Ambrayê li Îtalyayê xizmet dike. Samira hem pêşeng e hem jî ji dûr ve îşê Beytelê dike.
Ji aliyê çepê ve: Ez û Sylvia li buroya Venezuelayê. Kurê meyî mezin Mike û pîreka wî Monica. Qîza me Samira. Kurê me Gabriel û pîreka wî Ambra
EZ QET POŞMAN NEBÛM
Di jiyana xwe de, min gelek gavên mezin avêtin, lê ez qet poşman nebûm. Eger fersenda min hebûya, minê ev gav dîsa bavêtana. Ez pir qîmetê didim mesûliyet û îmtiyazên ku min di xizmeta Yehowa de standine. Bi salan, min dîtiye ku çi qas muhîm e ku dostaniya me ya bi Yehowa re qewî bimîne. Gavên ku gerek em bavêjin biçûk bin yan mezin bin, Yehowa dikare hizûra “ku di ser her têgihîştinê re ye” bide me (Filîpî 4:6, 7). Ez û Sylvia, em ji xizmeta li Beytelê kêfê distînin, û me dîtiye ku gavên ku me li gor daxwaza Yehowa avêtine, hatin bibereketkirin.