KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w21 Cotmeh r. 29-31
  • 1921 – Sed Sal Berê

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • 1921 – Sed Sal Berê
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • MIZGÎNVANÊN BÊTIRS
  • LÊKOLÎNA ŞEXSÎ Û LÊKOLÎNA MALBATÊ
  • KITÊBEKE NÛ
  • ÎŞEKÎ MEZIN
  • Gava Em Daxwazên Yehowa Tînin Cih, Em Kereman Distînin
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2017
  • 1922 – Sed Sal Berê
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2022
  • 1923 – Sed Sal Berê
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
w21 Cotmeh r. 29-31

1921 Sed Sal Berê

“GELO emê îsal çi îşî bikin?” Ev pirs, li kovara Watch Tower a 1 Çile 1921 derbas bû. Cewaba vê pirsê anî bîra Lêkolînerên Kitêba Pîroz ku gerek ew mizgînê belav bikin û bala wan kişand ser van gotinên Kitêba Pîroz: “Xudan ez kifş kirim. Wî ez şandim ku mizgîniyê bidim bindestan ... sala razîbûnê ya Xudan û roja tolstandinê ya Xwedayê me” (Îşaya 61:1, 2, Mizgînî).

MIZGÎNVANÊN BÊTIRS

Ji bo ku Lêkolînerên Kitêba Pîroz karibin wezîfeya xwe bînin cih, lazim bû ku ew bêtirs bin, çimkî wanê ji kesên dilnizm re “mizgîn”, lê ji kesên xerab re “roja tolstandinê” îlan bikira.

Li Kanadayê, birayê John Henry Hoskin mizgîn li gel muxalefetê bê tirs belav dikir. Li bihara sala 1921ê, ew rastî keşîşekî Metodîst hat. Birayê Hoskin bi van gotinan dest bi sohbetê kir: “Bila em bi zarşîrînî li ser Nivîsarên Pîroz sohbetê bikin, û eger fikrên me ji hev cuda bin jî, were em aştiya di nav xwe de xera nekin.” Lê belê, wisa derneket. Birayê Hoskin wisa got: “Piştî çend deqeyan, [keşîş] derî ew qas sert girt ku hindik ma ku cam wê biketa erdê.”

Keşîş wisa kir qîrîn: “De here ba pûtperestan û bi wan re xeber bide!” Birayê Hoskin dengê xwe nekir, lê piştî ku ew ji wê derê çû, wî ji xwe re got: “Min jixwe bi pûtperestekî re xeber dida!”

Rojek bi şûn de, gava keşîş li dêrê xeber dida, wî dîsa hicûmî birayê me kir. Birayê Hoskin got: “Keşîş ji mirovan re got ku bila ew guh nedin min. Wî got ku ez mirovekî pir xerab im, û bi dîtina wî, gerek ez bihatama kuştin.” Birayê me qet netirsî. Wî xizmeta xwe berdewam kir û netîceyên baş bi dest xistin. Wî got: “Xizmet pir baş diçû. Hin kesan digot: ‘Ez dizanim ku tu xizmetkarê Xwedê yî!’ Wekî din, wan ji min dipirsî ka hewcedariya min bi tiştekî heye yan na.”

LÊKOLÎNA ŞEXSÎ Û LÊKOLÎNA MALBATÊ

Ji bo ku kesên eleqedar bi pêş ve herin, Lêkolînerên Kitêba Pîroz li kovara The Golden Agea bernameyên ji bo lêkolîna Kitêba Pîroz diweşandin. Li bernameya Lêkolîna Kitêba Pîroz ji bo Zarokan, pirs dihatin nîşandayîn, ên ku dê û bavan dikaribû bi zarokên xwe re muzakere bikirana. Ji dê û bavan re dihat gotin ku bila ew “van pirsan ji zarokên xwe bipirsin û alî wan bikin ku ew cewaban li Kitêba Pîroz bibînin”. Hin pirs – mesela pirsa “Di Kitêba Pîroz de çend kitêb hene?” – bala wan dikişand ser rastiyên esasî. Pirsên wek “Gelo her Mesîhiyê rastîn wê rastî zilmê bê?” alî zarok û ciwanan dikir ku ew bibin mizgînvanên bêtirs.

Wekî din, ji bo xwişk û birayên bitecrûbe jî bernameya lêkolînê dihat weşandin. Cewabên pirsên vê bernameyê li cîlda yekê ya Studies in the Scriptures derbas dibûn. Bi hezaran xwendevanan ji van bernameyan feyde distand, lê di kovara The Golden Age a 21 Kanûn 1921 de hat îlankirin ku her du bername wê bên qedandin. Gelo çima?

KITÊBEKE NÛ

Kitêba The Harp of God

Karteke bi wezîfeya xwendinê

Kartên bi pirsan

Birayên ku rêberî dikir fehm kir ku xwendekarên nû gerek rastiyên esasî bi awayekî sîstematîk hîn bibin. Ji bo vê, li meha Mijdarê ya sala 1921ê, kitêbeke bi navê The Harp of God hat weşandin. Wekî din, kesên eleqedar, ên ku ev kitêb qebûl dikir, dest bi kurseke lêkolîna şexsî dikir. Vê kursê alî xwendekaran dikir ku ew fehm bikin ku mexseda Xwedê ev e ku însan heta bi hetayê bijîn. Gelo ev kurs, kurseke çawa bû?

Gava kesekî ev kitêb qebûl dikir, ji wî re wezîfeyeke xwendinê dihat dayîn, a ku li ser karteke biçûk nivîsî bû. Heftiyek bi şûn de, wî karteke bi çend pirsan distand, ên ku bi wezîfeya xwendinê ve girêdayî bû. Wekî din, li ser karta ji bo heftiya din dîsa wezîfeyeke xwendinê hebû.

Di nav 12 hefteyan de, civatan her hefte ji xwendekaran re karteke nû dişand. Carinan, xwişk û birayên extiyar yan nexweş ev îş dikir. Mesela, xwişka Anna Gardner, a ku li Millvale’ê (Pennsylvaniya, DYA) dijiya, wisa got: “Gava kitêba The Harp of God derket, fersend ket destê xwişka min a nexweş Thayle’ê ku her hefte kartan bişîne û bi vî şeklî zêdetir xizmet bike.” Wexta ku kurs xelas bû, xwendekar dihat ziyaretkirin, da ku ji Kitêba Pîroz zêdetir melûmatê bistîne.

Thayle Gardner li erebeya seqetan

ÎŞEKÎ MEZIN

Li dawiya sala 1921ê, birayê Joseph Rutherford ji hemû civatan re nameyek şand. Wî got ku “şahidiya ku îsal di heqê Padîşahiyê de hat dayîn li gor hemû salên berê berfirehtir û tesîrdartir bûye.” Wekî din, wî got: “Îş hê pir e. Loma, dilê kesên din xurt bikin ku ew jî vê xizmeta pîroz pêk bînin.” Eşkere ye ku Lêkolînerên Kitêba Pîroz guh da vê şîretê, çimkî di sala 1922yan de, wan mizgîna Padîşahiyê bê tirs bi awayekî xisûsî îlan kir.

Hevalên Mêrxas

Lêkolînerên Kitêba Pîroz ji hevdû hez dikir û alî hevdû dikir. Wek serpêhatiya jêrîn nîşan dide, ew “di roja teng de” bi rastî jî hevalên mêrxas bûn (Methelokên Silêman 17:17).

Li 31ê Gulanê ya sala 1921ê, li bajarê Tulsayê (Oklahoma, DYA) di nav mirovên çermespî û çermereş de tevlihevî derket. Zilamekî çermereş seba îdîaya ku wî jinikeke çermespî tacîz kiribû, hat hebskirin. Zêdetirî 1.000 zilamên çermespî bi komeke zilamên çermereş re şer kir, û şer zû belav bû. Li taxa Greenwoodê, zêdetirî 1.400 mal û dikanên mirovên çermereş hatin talankirin û şewitandin. Li gor hejmarên resmî, 36 mirov hatin kuştin, lê îhtimal heye ku bi eslê xwe bi sedan mirov hatin kuştin.

Birayekî çermereş ê bi navê Richard Hill, ê ku li Greenwoodê dijiya, got ku çi qewimî: “Li şeva teşqeleyê, me civîna xwe wek her gav derbas kir. Piştî civînê, ji merkeza bajêr dengê guleyan hat. Dengê guleyan heta nîvê şevê dewam kir.” Rojek bi şûn de, rewşa bajêr hê jî xerabtir bû. “Hin kesan ji me re got ku eger em dixwazin bên parastin, gerek em zû herin Salona Kongreyê.” Loma, birayê Hill tevî jina xwe û pênc zarokên xwe reviya Salona Kongreyê a bajarê Tulsayê. Li wê derê, weke 3.000 mirovên çermereş ji aliyê Nobedarên Milî ve hatin parastin, ên ku ji aliyê dewletê ve hatibûn şandin.

Wê demê, birayekî çermespî yê bi navê Arthur Claus qerareke mêrxas da: “Min bihîst ku li Greenwoodê teşqele derketiye û malên mirovan talan dikin û dişewitînin. Hingê min qerar da ku herim mala hevalê xwe Richard.”

Bi alîkariya kitêba The Harp of God, Arthur Claus sinifeke bi 14 zarokan hîn dikir

Gava ew gihîşt mala Richard Hill, ew rastî cîranekî wî hat, ê ku di destê wî de tifing hebû. Ev cîran jî hevalekî birayê Hill bû, û ew difikirî ku Arthur jî yek ji serhildêran e. Wî got: “Tu çima ketî hewşa vî zilamî?”

Arthur anî bîra xwe: “Eger cewaba min li wî xweş nehata, wiyê ez bikuştama. Min jê re got ku ez hevalê birayê Hill im û ku ez gelek caran hatibûm mala wî.” Vî cîranî û Arthur mala birayê me li dijî kesên ku dixwest malê talan bikin, parast.

Paşê, birayê Arthur bihîst ku birayê Hill û malbata wî li Salona Kongreyê ne. Ji Arthur re gotin ku mirovên çermereş nikarin bê fermana General Barrett ji wê derê derkevin. Arthur got: “Pir zor bû ku ez rastî general bibim û bi wî re xeber bidim. Gava min ji wî re behsa planên xwe kir, wî pirsî: ‘Gelo tuyê li vê malbatê xwedî derkevî û hewcedariyên wan tedarek bikî?’ Min helbet got ‘Erê’.”

Arthur ji general kaxiza îznê stand û zû çû Salona Kongreyê. Li wê derê, wî ev kaxiz nîşanî leşkerekî da. Leşker got: “Wa, general ev kaxiz bi xwe îmza kiriye! Tu zanî ku îro, mirovê pêşîn, ê ku kesekî ji vir dibe, tu yî?” Arthur birayê Hill û malbata wî li erebeya xwe siwar kirin û ew birin malê.

“Di nav xizmetkarên Xwedê de, em gişt wek hev bûn”

Vê yekê ku birayê Arthur Claus bi mêrxasî ji bo emniyeta birayê Hill û malbata wî xîret kir, bala kesên din jî kişand. Arthur got: “Cîranê ku mala birayê Hill bi min re parast nêzîktirî rastiyê bû. Çend kesên din jî dixwest di heqê Padîşahiyê de melûmatê bistînin, çimkî wan dît ku di nav me de cihêtî tune. Di nav xizmetkarên Xwedê de, em gişt wek hev bûn.”

a Navê kovara Golden Age di sala 1937an de wek Consolation û di sala 1946an de wek Awake! hat guherandin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne