Hulda Gihîşt Armanca Xwe
LI ENDONEZYAYÊ, sê xwişkên me li girava Sangir Besarê dijîn. Berî çend salan, wan bi hev re li ber behrê kar dikir. Li wê girava biçûk, gelek kes dizanin ku ew sê xwişk alî mirovan dikin ku Kitêba Pîroz fehm bikin. Lê wê carê, wan karekî cuda dikir.
Girava Sangir Besarê li bakurê Endonezyayê
Pêşîn, wan kevirên giran ji avê derdixistin. Hin ji wan keviran bi qasî topeke futbolê mezin bûn. Piştre, jin li ser kursiyan rûdiniştin, û wan ew kevir bi çakûtan bi qasî hêkekê hûr dikirin. Piştî vê, wan kevirên hûrkirî dikirin satilan, da ku ew wan li ser derenceyan bibin malê. Dû re, wan ew kevir dikirin çewalan. Ew çewal li kamyonan dihatin barkirin û wek malzeme ji bo çêkirina rêyan dihatin bikaranîn.
Hulda li ber behrê keviran dide hev
Yek ji van xwişkan Hulda bû. Wê dikaribû vî karî ji xwişkên din zêdetir bike. Bi eslê xwe, wê pereyê ku qezenc dikir ji bo debara mala xwe xerc dikir. Lê vê carê, armanca wê ew bû ku tabletekê ji xwe re bikire, da ku bikare sepana JW Library® bi kar bîne. Huldayê dizanibû ku vîdeo û weşanên di vê programê de ji bo xizmeta wê û ji bo fehmkirina Kitêba Pîroz pir bifeyde ne.
Di mehek û nîv de, Huldayê her sibeh du saetan kar dikir. Wê ew qas kevir hûr dikirin ku kamyoneke biçûk tije dibû. Dawiya dawî, pereyên wê têra tabletê kir.
Hulda bi tableta xwe
Huldayê got: “Ez ji hûrkirina keviran pir westiyayî bûm, lê çaxê ku tableta nû ket destê min, min êşa xwe zû ji bîr kir. Êdî min dikaribû baştir xizmetê bikim û ji bo civînan xwe bi rihetî hazir bikim.” Wekî din, wê anî ziman ku di destpêka pandemiyê de ev tablet bifeyde bû, çimkî hemû civînên îbadet û xizmetê bi rêya vîdeokonferansê dihatin derbaskirin. Em gelek kêfxweş in ku Hulda gihîşt armanca xwe.