MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 22
KILAM 127 Gerek Ez Bibim Yekî Çawa?
Dema Hevdûnaskirinê bi Awayekî Baş Derbas Bike
“Nêtê dilê mirovan mîna avên bîrekî kûr in” (METHELOKÊN SILÊMAN 20:5).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê hîn bibin ku kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin çawa dikarin bigihîjin qerareke baş, û xwişk û birayên din çawa dikarin destekê bidin wan.
1-2. Hin kes li dema hevdûnaskirinê çawa dinêrin?
DEMA hevdûnaskirinê ji bo gelek kesan demeke xweş e. Eger tu niha bi niyeta zewacê bi kesekî re hevaltiyê dikî, bê guman tu jî dixwazî ku ev dem xweş derbas bibe. Xwişkeke bi navê Tsiona, a ku li Etyopyayê dijî, dibêje: “Ji bo min, dema hevdûnaskirinê demeke pir xweş bû. Me hem li ser mijarên muhîm sohbet dikir hem jî kêf dikir. Ez dilşad bûm ku min kesekî wisa nas kir ku ez ji wî hez dikim û ew jî ji min hez dike.”
2 Ji aliyê din ve, birayekî bi navê Alessio, yê ku li Holendayê dijî, wisa dibêje: “Ji bo me, dema hevdûnaskirinê demeke xweş bû, lê carinan problem jî çêdibûn.” Di vê meqaleyê de, emê li ser hin problemên ku dikarin çêbin xeber bidin, û emê bala xwe bidin hin prensîpên Kitêba Pîroz, ên ku ji bo kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin, bifeyde ne. Wekî din, emê bibînin ku xwişk û birayên din çawa dikarin destekê bidin wan.
ARMANCA DEMA HEVDÛNASKIRINÊ
3. Armanca dema hevdûnaskirinê çi ye? (Methelokên Silêman 20:25)
3 Belê, dema hevdûnaskirinê hem xweş e hem jî cidî ye. Di roja zewacê de, jin û mêr li ber Yehowa sond dixwin ku ewê heta dawiya emrê xwe ji hevdû hez bikin û qedrê hev bigirin. Hemû sond cidî ne, û sonda zewacê jî wisa ye. Loma, berî ku jin û mêr sonda zewacê bixwin, gerek ew li ser vê qerarê rind bifikirin (Methelokên Silêman 20:25 ji wergera Mizgînî bixwîne). Armanca hevaltiya bi niyeta zewacê ev e ku qîz û xort hevdû baştir nas bikin, da ku ew qerareke baş bidin. Qerar carinan ev e ku ew bizewicin, carinan jî ev e ku dev ji hevaltiyê berdin. Eger ew qerarê bidin ku nezewicin, ev yek nayê maneya ku dema hevdûnaskirinê ne serkeftî bû. Bi eslê xwe, bi saya hevaltiya di nav xwe de, ew gihîştine qerareke baş.
4. Çima muhîm e ku em rind fehm bikin ku maneya hevdûnaskirinê çi ye?
4 Kesên azib gerek ji bîr nekin ku armanca dema hevdûnaskirinê çi ye. Loma, ewê bi kesekî ku niyeta wan tune ye ku pê re bizewicin, hevaltiyê nekin. Helbet lazim e ku ne tenê kesên azib, lê em gişt fehm bikin ku maneya dema hevdûnaskirinê çi ye. Mesela, hin kes difikirin ku madem ku qîz û xortek bi hev re hevaltiyê dikin, ew êdî mecbûr in ku bizewicin. Gelo nêrîneke wisa ser xwişk û birayên azib çawa tesîr dike? Xwişkeke azib a bi navê Melissa, ya ku li Amerîkayê dijî, dibêje: “Gava xwişk û birayek bi hev re hevaltiyê dikin, çavê her kesî li ser wan e. Ji ber vê yekê, hin kes fehm dikin ku ew ne li gor hev in, lê dîsa jî dev ji hevaltiya xwe bernadin. Hin kesên azib jî ditirsin ku bi kesekî re hevaltiyê bikin. Halê kesên azib carinan bi rastî jî pir zor e.”
HEVDÛ RIND NAS BIKIN
5-6. Kesên ku dixwazin hevdû nas bikin gerek di heqê hev de çi hîn bibin? (Methelokên Silêman 20:5)
5 Eger tu bi kesekî re bi niyeta zewacê hevaltiyê dikî, gelo tu çawa dikarî qerarê bidî ku pê re bizewicî yan na? Hevdû rind nas bikin. Bi îhtimaleke mezin, berî ku we dest bi hevdûnaskirinê kir, te jixwe di heqê wî de hin tişt dizanibûn. Lê niha, fersenda te heye ku “nêtê dilê” wî bizanî (Methelokên Silêman 20:5 bixwîne). Yanî, gerek tu pê derxî ku şexsiyet, fikir û nêrînên wî çi ne û ew çi qas qîmetê dide dostaniya xwe ya bi Yehowa re. Bi zeman re, tuyê cewabên van pirsan bizanî: “Gelo ew bi rastî li gor min e? (Methelokên Silêman 31:26, 27, 30; Efesî 5:33; 1. Tîmotêyos 5:8). Gelo emê hevdû rind fehm bikin? Gelo em hazir in ku kêmasiyên hevdû efû bikin?” (Romayî 3:23). Her ku hûn hevdû nas bikin, ji bîr neke: Ev yek ku hûn li gor hev in yan na, ne bi vê yekê ve girêdayî ye ku hûn çi qas dişibin hev, lê herî zêde bi vê yekê ve ku hûn çi qas hazir in ku rê bidin ferqiyên hev.
6 Wekî din, gerek tu di heqê hevalê xwe de çi hîn bibî? Berî ku hûn bi zêdeyî aşiqê hev bibin, li ser hin meseleyên muhîm xeber bidin, mesela li ser hedefên xwe. Gelo lazim e ku hûn hemen li ser meseleyên şexsî wek sihet, problemên madî yan tiştên xerab, ên ku hatibûn serê we, xeber bidin? Gava hûn nû dest bi hevdûnaskirinê dikin, ne lazim e ku hûn van tiştan hemen bînin zimên (li Yûhena 16:12 jî binêre). Eger tu difikirî ku hê zû ye ku tu cewaba hin pirsan bidî, vêya ji hevalê xwe re bibêje. Dîsa jî, gerek ew van tiştan jî bi zeman re bizane, da ku ew jî bikare qerareke baş bide. Loma, gerek tu dilê xwe zû dereng jê re vekî.
7. Kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin çawa dikarin hevdû baştir nas bikin? (Li çarçoveya “Hevaltiya ji Dûr ve” jî binêre.) (Li resiman jî binêre.)
7 Gelo tu çawa dikarî pê derxî ku hevalê te bi rastî yekî çawa ye? Rêyeke baş ev e ku hûn ji hevdû re dilvekirî û durist bin, pirsan bipirsin û rind guh bidin hev (Methelokên Silêman 20:5; Aqûb 1:19). Ji bo vê, hûn belkî dikarin fersendên ji bo sohbetkirinê çêkin. Mesela, hûn dikarin bi hev re xwarinê bixwin, li derve bigerin û mizgîniyê bi hev re belav bikin. Wekî din, gava hûn bi dost û hevalên xwe re û bi malbatên xwe re wextê derbas dikin, hûn dikarin hevdû baştir nas bikin. Bala xwe bidê ku hevalê te di rewşên cuda de û bi kesên cuda re çawa hereket dike. Birayekî bi navê Aschwin, ê ku li Holendayê dijî, li ser hevaltiya xwe ya bi Aliciayê re wisa dibêje: “Me mijûliyên wisa hildibijartin ku em bikarin hevdû baştir nas bikin. Mesela, me bi hev re xwarin çêdikir yan karên din bi hev re dikirin. Bi vî awayî, fersenda me çêdibû ku em hem sifetên baş hem jî kêmasiyên hevdû bibînin.”
Mijûliyên ku fersendê didin we ku hûn sohbetê bikin dikarin alî we bikin ku hûn hevdû baştir nas bikin (Li paragrafên 7 û 8an binêre)
8. Kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin çawa dikarin ji lêkolîna bi hev re feydeyê bibînin?
8 Wekî din, wexta ku hûn Kitêba Pîroz bi hev re lêkolîn dikin, hûn dikarin hevdû baştir nas bikin. Piştî ku hûn bizewicin, gerek hûn jixwe ji bo îbadeta malbatê wextê veqetînin, da ku Xwedê di zewaca we de cihekî xisûsî bigire (Waiz 4:12). Madem ku wisa ye, belkî hûn dikarin ji dema hevdûnaskirinê ve dest pê bikin. Helbet kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin hê nebûne jin û mêr. Loma, bira gerek ji bîr neke ku ew hê serê xwişkê nîne. Dîsa jî, eger ew Kitêba Pîroz her gav bi hev re lêkolîn bikin, ew dikarin bibînin ka her du çi qas qîmetê didin dostaniya bi Yehowa re. Laysa û Max, jin û mêrekî ku li Amerîkayê dijîn, ji lêkolîna bi hev re pir feyde didît. Max dibêje: “Wexta ku me nû dest bi hevdûnaskirinê kiribû, me weşanên li ser hevdûnaskirin, zewac û jiyana malbatê bi hev re lêkolîn dikirin. Bi saya wan weşanan, me li ser hin mijarên muhîm sohbet dikir, ên ku wê xwe bi xwe derneketana meydanê.”
PIRSÊN DIN
9. Kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin dikarin vê yekê ji kê re bibêjin?
9 Gerek hûn ji kê re behsa hevaltiya xwe bikin? Li ser vê, gerek hûn bi hev re qerarê bidin. Di serî de, hûnê belkî ji her kesî re behsa hevaltiya xwe nekin (Methelokên Silêman 17:27). Ev yek dikare bifeyde be, da ku mirovên din zorê li we nedin û we bi pirsên nelazim aciz nekin. Ji aliyê din ve, eger hûn ji tu kesî re behsa hevaltiya xwe nekin, hûnê belkî hewl bidin ku bi tena serê xwe bimînin, da ku kes we nebîne. Ev yek dikare bitalûke be. Loma, hûn belkî dikarin qet nebe melûmatê bidin kesên ku dikarin şîretên baş û destekê bidin we (Methelokên Silêman 15:22). Mesela, hûn dikarin ji hin dost yan merivên xwe re yan ji rîspiyên civatê re behsa hevaltiya xwe bikin.
10. Kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin çawa dikarin ji aliyê exlaqê ve paqij bimînin? (Methelokên Silêman 22:3)
10 Di dema hevdûnaskirinê de, hûn çawa dikarin ji aliyê exlaqê ve paqij bimînin? Her ku dilê we li ser hev germtir bibe, gerek hûn hay ji xwe hebin, da ku hûn ji aliyê exlaqê ve paqij bimînin (1. Korîntî 6:18). Ji sohbetên bêexlaq birevin, bi tena serê xwe nemînin, û bi zêdeyî alkolê venexwin (Efesî 5:3). Tiştên wisa dikarin xwestekên nerast xurttir bikin û bibin sebeb ku hûn bêexlaqiyê bikin. Loma, ji bo ku hevaltiya we paqij bimîne, car caran li ser vê yekê sohbetê bikin ku gerek hûn çi bikin û çi nekin (Methelokên Silêman 22:3 bixwîne). Ka binêre ku Almaz û Dawit, ên ku li Etyopyayê dijîn, çi dikir. Ew dibêjin: “Me li cihên qelebalix yan jî bi dost û hevalên xwe re wext derbas dikir. Em tu caran li erebeyê yan li malê bi tena serê xwe nediman. Bi vî awayî, em ji rewşên bitalûke direviyan.”
11. Çima muhîm e ku kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin hay ji xwe hebin?
11 Her ku hûn nêzîktirî hev bibin, hûn helbet dikarin îfadeyên hezkirinê nîşanî hev bidin (Helbesta Helbestan 1:2; 2:6). Lê belê, eger xwestekên we yên cinsî xurttir bin, hûnê êdî nikaribin bi awayekî bimantiq li hevalê xwe binêrin. Eger hûn dîqat nekin, hûn dikarin tiştekî nebaş bikin (Methelokên Silêman 6:27). Loma, di serî de qerarê bidin ku hûnê li gor prensîpên Kitêba Pîroz ji xwe re çi sînoran deyninb (1. Selanîkî 4:3-7). Ji xwe bipirsin: “Li cihê ku em lê dijîn, mirov li van tiştan çawa dinêrin? Gelo tiştên wisa dikarin di dilê me de xwestekên cinsî gur bikin?”
12. Eger problem çêbin, gerek hûn çi bikin?
12 Hûn çawa dikarin probleman safî bikin? Eger di nav we de carinan problem çêbin, gelo ev yek tê maneya ku hevaltiya we baş nameşe? Belkî na. Normal e ku nêrînên jin û mêr car caran ji hev cuda bin. Lê di zewaceke qewî de, jin û mêr hazir in ku qedrê nêrînên hev bigirin û problemên di nav xwe de safî bikin. Loma, ev yek ku hûn problemên xwe niha çawa safî dikin dikare nîşan bide ka zewaca we wê serkeftî be yan na. Ji xwe bipirsin: “Gelo em dikarin bi awayekî sakîn û hurmetdar li ser problemên xwe sohbetê bikin? Gelo em hazir in ku kêmasiyên xwe qebûl bikin û xwe serrast bikin? Gelo em maqûl in û hazir in ku hem ji hevdû efû bixwazin hem jî hevdû efû bikin?” (Efesî 4:31, 32). Dîsa jî, eger hûn di dema hevdûnaskirinê de her tim bi hev re şer bikin, ev rewş wê bi îhtimaleke mezin piştî dawetê jî dewam bike. Eger hûn fehm bikin ku hûn ne li gor hev in, ji bo we her duyan baştir be ku hûn hevaltiya xwe bidin sekinandin.
13. Hevaltiya bi niyeta zewacê gerek çi qas wext bikişîne?
13 Dema hevdûnaskirinê gerek çi qas wext bikişîne? Netîceyên qerarên biecele gelek caran xerab derdikevin (Methelokên Silêman 21:5). Loma, gerek têra xwe wext hebe ku hûn hevdû rind nas bikin. Lê belê, dema hevdûnaskirinê bi zêdeyî dirêj nekin. Kitêba Pîroz wisa dibêje: “Hêviya dereng dimîne, dil diêşîne” (Methelokên Silêman 13:12, Mizgînî). Wekî din, her ku wext derbas bibe, dibe ku zortir be ku hûn ji aliyê exlaqê ve paqij bimînin (1. Korîntî 7:9). Loma, li şûna ku hûn hesab bikin ku çi qas wext derbas bûye ku hûn hevaltiyê dikin, ji xwe bipirsin: “Heta ku ez qerara xwe bidim, dîsa çi lazim e ku ez di heqê hevalê xwe de bizanibim?”
KESÊN DIN ÇAWA DIKARIN DESTEKÊ BIDIN?
14. Em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayekî ku dixwazin hevdû nas bikin? (Li resim jî binêre.)
14 Em çawa dikarin destekê bidin kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin? Belkî em dikarin wan ji bo xwarinê, ji bo îbadeta malbatê yan ji bo ku em bi wan re wexteke xweş derbas bikin, teklîfî mala xwe bikin (Romayî 12:13). Ev yek dikare alî wan bike ku ew hevdû hê jî baştir nas bikin. Gava ew dixwazin bi hev re herin cihekî, gelo em dikarin bi wan re herin yan wan bibin wê derê? Yan jî, belkî ji wan re cihek lazim e ku bi hev re sohbetê bikin. Eger wisa be, gelo em dikarin alî wan bikin? (Galatî 6:10). Alicia dibêje ku çi li wê û li Aschwin xweş dihat: “Hin xwişk û birayan digot ku eger ji me re cihek lazim be ku em bi hev re wextê derbas bikin, lê bi tena serê xwe nemînin, em dikarin herin mala wan. Ev yek li me pir xweş dihat.” Eger ji te re bê xwestin ku tu çavdêriya wan bikî, vê yekê wek îmtiyazekê bibîne. Wan bi temamî bi tena serê xwe nehêle, lê fersendê bide wan ku ew di nav xwe de sohbetê bikin (Filîpî 2:4).
Bila em destekê bidin kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin (Li paragrafên 14 û 15an binêre)
15. Wekî din, em çawa dikarin destekê bidin xwişk û birayekî ku dixwazin hevdû nas bikin? (Methelokên Silêman 12:18)
15 Wekî din, em dikarin bi tiştên ku em dibêjin yan nabêjin destekê bidin wan. Carinan belkî lazim e ku em xwe bigirin, da ku em tiştekî nebêjin (Methelokên Silêman 12:18 bixwîne). Mesela, belkî em dixwazin ji kesên din re bibêjin ku xwişk û birayek bi hev re hevaltiyê dikin, lê dibe ku ew dixwazin vê yekê paşê xwe bi xwe ji xelkê re bibêjin. Gerek em di heqê wan de paşgotiniyê nekin û wan di meseleyên şexsî de rexne nekin (Methelokên Silêman 20:19; Romayî 14:10; 1. Selanîkî 4:11). Ji xeynî vê, dibe ku ew naxwazin ku kesek ji wan bipirse ka ewê bi hev re bizewicin yan na. Xwişkeke bi navê Elise û zilamê wê dibêjin: “Gava kesên din di heqê planên me yên ji bo dawetê de dipirsîn, em aciz dibûn, çimkî me hê li ser vê mijarê xeber nedabû.”
16. Eger xwişk û birayek qerarê bidin ku hevaltiya xwe bidin sekinandin, gerek em li vê meseleyê çawa binêrin?
16 Eger kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltî dikir qerarê bidin ku hevaltiya xwe bidin sekinandin, gerek em pozê xwe nexin vê meseleyê û nefikirin ku yek ji wan sûcdar e (1. Petrûs 4:15). Xwişkeke bi navê Lea dibêje: “Xeberek gihîşt guhê min ku kesên din dixwest pê derxista ka ez û birayek, me çima hevaltiya xwe da sekinandin. Ez ji vî halî pir aciz bûm.” Wek berê hatibû gotin, sekinandina hevaltiyê her tim nayê maneya ku ew xwişk û bira ne serkeftî bûn. Sekinandina hevaltiyê bi gelemperî tê maneya ku bi eslê xwe, ew gihîştine armanca hevdûnaskirinê. Hevaltiya wan alî wan kiriye ku ew qerareke baş bidin. Dîsa jî, dibe ku ew piştî vê qerarê xemgîn bin û xwe tenê hîs bikin. Loma, bila em destekê bidin wan (Methelokên Silêman 17:17).
17. Kesên ku bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin gerek çi bikin?
17 Wek me dîtiye, hevaltiya bi niyeta zewacê carinan ne hêsan e, lê dikare xweş be jî. Jessica dibêje: “Rast bêjim, hevdûnaskirin ji bo me qet ne hêsan bû, lê dîsa jî hêjayî wext û qeweta me bû.” Eger hûn niha bi niyeta zewacê bi hev re hevaltiyê dikin, xîret bikin ku hevdû rind nas bikin. Bi vî awayî, hevaltiya we wê serkeftî be û alî we bike ku hûn qerareke baş bidin.
KILAM 49 Dilê Yehowa Şa Bike
a Hin navên di vê meqaleyê de hatine guhertin.
b Mistdayîna organên cinsî yên kesekî din bêexlaqiya cinsî ye. Eger tiştekî wisa çêbe, gerek rîspiyên civatê komîteyeke edlî çêkin. Ji bo mistdayîna memikan û sohbetên bêexlaq bi mesaj yan bi telefonê jî carinan lazim e ku komîteyeke edlî bê çêkirin.