MEQALEYA LÊKOLÎNÊ 27
KILAM 73 Me Cesûr Bike
Wek Sadoq Cesûr Be
“Sadoq, xortekî qewî û cesûr [bû]” (1. DÎROKAN 12:28, NWT).
EMÊ ÇI HÎN BIBIN?
Emê bibînin ku mîsala Sadoq çawa dikare alî me bike ku em cesûr bin.
1-2. Sadoq kî bû? (1. Dîrokan 12:22, 26-28)
KA BÎNE ber çavê xwe: Zêdetirî 340.000 zilam li hev top bûbûn ku Dawid li ser temamiya miletê Îsraîlê bikin padîşah. Li çiyayên nêzîkî bajarê Hebronê, dengê sohbet, kêfxweşî û stranên pesnê sê roj dewam dikir (1. Dîrokan 12:39). Di nav van mirovan de, xortekî bi navê Sadoq hebû. Eger em li wê derê bûna, di nav ew qas mirovan de meyê Sadoq belkî nedîta. Lê belê, Yehowa ew didît, û ew dixwaze ku em bizanin ku Sadoq li wê derê bû (1. Dîrokan 12:22, 26-28 bixwîne). Gelo Sadoq kî bû?
2 Sadoq kahîn bû û bi kahînê mezin Abiyatar re hevkarî dikir. Wekî din, Sadoq zilamekî bihîkmet bû, yê ku fehm dikir ku daxwaza Xwedê çi ye (2. Samûyêl 15:27). Mirov diçûn ba wî ku jê aqil bistînin. Wekî din, Sadoq zilamekî cesûr bû, û di vê meqaleyê de, emê bala xwe bidin vê xisûsiyeta wî.
3. (a) Çima lazim e ku xizmetkarên Yehowa cesûr bin? (b) Di vê meqaleyê de, emê çi hîn bibin?
3 Di van rojên dawîn de, Îblîs her ku diçe zêdetir hicûmî xizmetkarên Xwedê dike (1. Petrûs 5:8). Heta ku Yehowa Îblîs û vê sîstema xerab ji holê rake, ji me re cesaret lazim e (Zebûr 31:24). Ka em bala xwe bidin sê warên ku em dikarin cesareta Sadoq ji xwe re emsal bigirin.
PIŞTGIRIYA HUKIMDARIYA XWEDÊ BIKE
4. Ji xizmetkarên Yehowa re çima cesaret lazim e ku piştgiriya Hukimdariya Xwedê bikin? (Li resim jî binêre.)
4 Ji ber ku em xizmetkarên Yehowa ne, em bi dil û can piştgiriya Hukimdariya wî dikin. Lê belê, ji me re cesaret lazim e ku em vêya bikin (Meta 6:33). Mesela, di vê dinyaya xerab de ji me re pir cesaret lazim e ku em li gor qanûnên Yehowa bijîn û mizgîniya Hukimdariya Xwedê belav bikin (1. Selanîkî 2:2). Wekî din, ji me re cesaret lazim e ku em ji aliyê siyasî ve bêteref bimînin (Yûhena 18:36). Ji ber ku Şahidên Yehowa tev li siyasetê nabin û naçin eskeriyê, ew carinan ji aliyê madî ve zerarê dibînin, zilm û zordariyê dibînin yan dikevin hebsê.
Gava kesên din li ser siyasetê sohbetê dikin û dixwazin ku tu jî fikra xwe bibêjî, tuyê çi bikî? (Li paragrafa 4an binêre)
5. Ji Sadoq re çima cesaret lazim bû ku ew piştgiriya Dawid bike?
5 Gava Sadoq çû Hebronê, armanca wî ne tenê ev bû ku padîşahiya Dawid pîroz bike. Wî çekên xwe bi xwe re birin, û ew hazir bû ku li cem Dawid şer bike û miletê Îsraîlê ji dijminan biparêze (1. Dîrokan 12:38). Sadoq belkî ne şervanekî bitecrûbe bû, lê ew zilamekî pir cesûr bû.
6. Ji aliyê cesaretê ve, Dawid çawa ji Sadoq re bû emsal? (Zebûr 138:3)
6 Sadoqê kahîn cesareta xwe ji ku derê standibû? Li derdora wî, zilamên qewî û cesûr hebûn, û wî bê şik ji mîsala wan ders distand. Mesela, Dawid bi cesaret rêberiya miletê Îsraîlê dikir, û ji ber vê yekê, temamiya milet hazir bû ku bi dil û can destekê bide wî (1. Dîrokan 11:1, 2, NWT). Dawid her tim bawer bû ku Yehowa wê alî wî bike ku ew li hemberî dijminan bi ser bikeve (Zebûr 28:7; Zebûr 138:3 bixwîne). Wekî din, Sadoq cesareta kesên wek Yehoyada, kurê wî Benaya û 22 serên eşîran, ên ku piştgiriya Dawid dikir, didît (1. Dîrokan 11:22-25; 12:26-28). Armanca wan hemûyan ev bû ku Dawid bikin padîşah.
7. (a) Ji aliyê cesaretê ve, îro kî ji me re emsal e? (b) Tu ji mîsala birayê Nsilu, yê ku vîdeo behsa wî dike, çi hîn dibî?
7 Gava em serpêhatiyên kesên ku bi cesaret piştgiriya hukimdariya Yehowa dikir, dixwînin, qewet û cesareta me jî zêde dibe. Mesela, gava Îsa Mesîh li dinyayê bû, ew tu car tev li siyaseta sîstema Îblîs nedibû (Meta 4:8-11; Yûhena 6:14, 15). Wî her tim ji Yehowa qewet û cesaret dixwest ku ya rast bike. Îro jî, gelek birayên me yên ciwan bi cesaret red kiriye ku herin eskeriyê yan tev li siyasetê bin. Li ser jw.org, tu dikarî çend serpêhatiyên van birayan bixwînî.a
ALÎ XWIŞK Û BIRAYAN BIKE
8. Ji rîspiyan re kengê cesaret lazim e ku ew destekê bidin xwişk û birayan?
8 Xizmetkarên Yehowa hazir in ku alî hevdû bikin (2. Korîntî 8:4). Lê belê, carinan ji wan re cesaret lazim e ku ew vêya bikin. Mesela, gava şer çêdibe, rîspî fehm dikin ku xwişk û bira hewceyî teşwîq û destekê ne. Wekî din, dibe ku ji wan re tedarekên madî yan manewî lazim bin. Ji ber ku rîspî ji miyan hez dikin, ew canê xwe davêjin talûkeyê, da ku van tiştên lazim bigihînin wan (Yûhena 15:12, 13). Ji vî aliyî ve, rîspiyên me cesareta Sadoq ji xwe re dikin emsal.
9. Li gor 2. Samûyêl 15:27-29, Dawid çi wezîfe da Sadoq? (Li resim jî binêre.)
9 Carekê, canê Dawid Padîşah ket talûkeyê. Kurê wî Abşalom hewl da ku padîşahiyê ji destê wî bigire (2. Samûyêl 15:12, 13). Ji ber vê yekê, lazim bû ku Dawid ji Orşelîmê bireve. Loma, wî ji xizmetkarên xwe re wisa got: “De em rabin û birevin! An na emê ji destê Avşalom xilas nebin” (2. Samûyêl 15:14, Mizgînî). Lê belê, gava ew diçûn, Dawid ji Sadoq û hin kahînên din re got ku bila ew li Orşelîmê bimînin, da ku di heqê planên Abşalom de xeberê bidin wî (2. Samûyêl 15:27-29 ji wergera Mizgînî bixwîne). Lazim bû ku ew pir bidîqat bin, çimkî wezîfeya wan bitalûke bû. Ka bîne ber çavê xwe ku eger Abşalom – ê ku yekî xwehez, kîndar û xayîn bû – fehm bikira ku ew ji bo xêra Dawid casûsiyê dikin, wiyê ka çi bianiya serê Sadoq û kahînên din!
Dawid wezîfeyeke bitalûke da Sadoq (Li paragrafa 9an binêre)
10. Sadoq û hevalên wî çawa Dawid parast?
10 Dawid ji Sadoq û ji dostekî xweyî din ê bi navê Hûşay got ku bila ew piştgiriya planeke wî bikin (2. Samûyêl 15:32-37). Hûşay li gor plana Dawid hereket kir û ket çavê Abşalom. Paşê, wî stratejiyek teklîfî Abşalom kir. Vê stratejiyê wext hişt ku Dawid xwe ji bo hicûma Abşalom hazir bike. Hûşay ji Sadoq û Abiyatar re jî got ku çi çêbûye (2. Samûyêl 17:8-16). Hingê van du zilaman xeber şand Dawid (2. Samûyêl 17:17). Bi alîkariya Yehowa, Sadoq û kahînên din Dawid parast (2. Samûyêl 17:21, 22).
11. Gava em alî xwişk û birayan dikin, em çawa dikarin cesareta Sadoq ji xwe re bikin emsal?
11 Eger di demên bitalûke de lazim be ku tu alî xwişk û birayan bikî, gelo tu çawa dikarî wek Sadoq cesûr bî? (1) Guh bide rêberiyê. Pir muhîm e ku em di demên wisa de yekîtiya xwe biparêzin. Loma, li gor rêberiya buroyê hereket bike (Îbranî 13:17). Mesela, buro nîşan dide ku gerek berî felaketan û di dema felaketan de çi bê kirin. Lazim e ku rîspî vê rêberiyê bi dewamî di ber çavan re derbas bikin (1. Korîntî 14:33, 40). (2) Cesûr be, lê bidîqat be (Methelokên Silêman 22:3). Rind bifikire berî ku tu tiştekî bikî. Serê xwe bêsebeb nexe belayê (3) Xwe bispêre Yehowa. Ji bîr neke ku Yehowa xema te û xwişk û birayan dixwe. Ew dikare alî te bike ku tu bi awayekî bidîqat destekê bidî xwişk û birayan.
12-13. Tu ji serpêhatiya Vîktor û Vîtaliy çi dersan distînî? (Li resim jî binêre.)
12 Ka binêre ku birayên me Vîktor û Vîtaliy çawa av û xwarin digihandin xwişk û birayên li Ûkraynayê. Vîktor dibêje: “Em li her derê li xwarinê digeriyan. Gelek caran dengê şer dihat guhê me. Birayekî ji dikana xwe erzaq dan me. Ji bo demekê, gelek xwişk û birayan bi van erzaqan îdare dikir. Gava me kamyona xwe bar dikir, roketek weke 20 metre ji me ket erdê. Wê rojê, min çend caran ji Yehowa rica kir ku bila ew cesaretê bide min, da ku ez bikarim destekê bidim xwişk û birayan.”
13 Vîtaliy dibêje: “Ji me re pir cesaret lazim bû. Sefera min a yekê 12 saet kişand. Heta ku em gihîştin hedefa xwe, min bê rawestin ji Yehowa re dua kir.” Vîtaliy cesûr bû, lê ew bidîqat bû jî. Ew dibêje: “Min bi dewamî ji Yehowa rica dikir ku bila ew hîkmetê bide min û alî min bike ku ez hedê xwe bizanim. Ez li ser rêyên ku dewletê îzin dabû, dimam. Hevkariya di nav xwişk û birayan de baweriya min xurttir kiriye. Wan ji bo me kolan vedikirin, erzaq, kinc û tiştên din top dikirin û ji me re xwarin û cihên îstirihetê tedarek dikirin.”
Gava talûke heye, bi cesaret alî xwişk û birayan bike, lê bidîqat be (Li paragrafên 12 û 13an binêre)
JI YEHOWA RE DILSOZ BIMÎNE
14. Gava hezkiriyekî me dev ji rêya Yehowa berdide, ev yek dikare ser me çawa tesîr bike?
14 Gava dost yan merivekî me dev ji rêya Yehowa berdide, em pir xemgîn dibin (Zebûr 78:40; Methelokên Silêman 24:10). Ji ber ku em ji vî kesî hez dikin, qet ne hêsan e ku em hînî vê rewşê bibin. Gava tiştekî wisa tê serê me, em dikarin dilsoziya Sadoq ji xwe re emsal bigirin.
15. Ji Sadoq re çima cesaret lazim bû ku ew ji Yehowa re dilsoz bimîne? (1. Qiralan 1:5-8)
15 Nêzîkî dawiya hukimdariya Dawid, gava ew êdî li ber mirinê bû, kurê wî Adoniya hewl da ku bibe padîşah. Lê belê, Yehowa soz dabû ku Silêman wê bibe padîşah (1. Dîrokan 22:9, 10). Çi heyf e ku Abiyatar piştgiriya Adoniya kir (1. Qiralan 1:5-8 bixwîne). Bi vî awayî, Abiyatar ne tenê li Dawid, lê li Yehowa jî îxanet kir. Lê belê, dostê Abiyatar Sadoq ji Yehowa re dilsoz ma. Ka bîne ber çavê xwe ku Sadoq ji ber vê çi qas xemgîn bû. Weke 40 sal, Sadoq û Abiyatar di karê kahîntiyê de bi hev re xizmet kiribû (2. Samûyêl 8:17). Wan bi hev re “Sindoqa Xwedê” hildabû (2. Samûyêl 15:29). Di serî de, wan her duyan jî destek dabû padîşahiya Dawid û di xizmeta Yehowa de gelek tişt bi hev re kiribûn (2. Samûyêl 19:11-14).
16. Dibe ku çi alî Sadoq dikir ku ew dilsoz bimîne?
16 Abiyatar her çi qas ji xwe re rêyeke din hilbijart jî, Sadoq ji Yehowa re dilsoz ma. Dawid tu car ji dilsoziya Sadoq şik nedikir. Gava plana Adoniya derket meydanê, Dawid ji Sadoq, Natan û Benaya re got ku bila ew Silêman wek padîşah tayîn bikin (1. Qiralan 1:32-34). Sadoq bê şik ji dilsoziya xizmetkarên Yehowa yên din qewet û teşwîq distand, mesela ji dilsoziya Natan û alîgirên din ên Dawid Padîşah (1. Qiralan 1:38, 39). Gava Silêman bû padîşah, wî Sadoq li şûna Abiyatar wek kahînê mezin tayîn kir (1. Qiralan 2:35).
17. Eger hezkiriyekî te dev ji rêya Yehowa berde, tu çawa dikarî Sadoq ji xwe re bikî emsal?
17 Gelo tu çawa dikarî Sadoq ji xwe re bikî emsal? Eger hezkiriyekî te dev ji rêya Yehowa berde, bi eşkereyî nîşanî Yehowa bide ku tu dixwazî jê re dilsoz bimînî (Yêşû 24:15). Yehowa wê qewet û cesaretê bide te. Bi destê duakirinê xwe bispêre wî û nêzîkî xwişk û birayan bimîne. Yehowa pir qîmetê dide dilsoziya te, û ewê te xelat bike (2. Samûyêl 22:26).
18. Tu ji serpêhatiya Marco û Sidseyê çi dersan distînî?
18 Serpêhatiya birayê me Marco û xwişka me Sidseyê bîne ber çavê xwe. Du keçikên wan ên gihîştî dev ji rêya rastiyê berda. Marco dibêje: “Ji roja ku zarok tên dinyayê, dê û bav ji wan pir hez dikin û çi ji destê wan tê dikin ku wan ji zerarê biparêzin. Loma, gava ew qerarê didin ku dev ji rêya Yehowa berdin, dê û bav pir xemgîn dibin.” Wekî din, ew dibêje: “Lê belê, Yehowa alî me dike. Bi saya desteka wî, gava ez zeîf im, pîreka min qewî ye, û gava ew zeîf e, ez qewî me.” Sidse jî wisa dibêje: “Bê alîkariya Yehowa, meyê nikaribûya dilsoz bimana. Ez carinan difikirîm ku her tişt sûcê min bû, loma min ji Yehowa re behsa hîsên xwe kir. Demeke kin piştî vê, xwişkeke ku min bi gelek salan nedîtibû hat ba min, destê xwe da ser milê min, li çavê min nêrî û got: ‘Ji bîr neke, Sidse, ev ne sûcê te ye!’ Bi alîkariya Yehowa, ez dikarim bi dilxweşî ji wî re xizmet bikim.”
19. Yehowa dixwaze ku em çi bikin?
19 Yehowa Xwedê dixwaze ku hemû xizmetkarên wî wek Sadoq cesûr bin (2. Tîmotêyos 1:7). Lê belê, ew naxwaze ku em xwe bispêrin qeweta xwe. Yehowa dixwaze ku em xwe bispêrin wî. Loma, eger ji bo tiştekî ji te re cesaret lazim be, ji Yehowa alîkariyê bixwaze. Bawer be ku ewê te bi qasî Sadoq cesûr bike! (1. Petrûs 5:10).
KILAM 126 Hişyar, Qayîm û Mêrxas Be
a Li ser jw.org, li vîdeoya bi navê Ji Şagirtên Îsa re Mêrxasî Lazim e – Ji bo ku Ew Bêteref Bimînin temaşe bike.