KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • w25 Hezîran r. 26-31
  • Temamiya Jiyana Me, Mamosteyê Mezin Em Hîn Kirine

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Temamiya Jiyana Me, Mamosteyê Mezin Em Hîn Kirine
  • Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • EMSALA DÊ Û BAVÊ MIN
  • DESTPÊKA XIZMETA TAMROJÎ
  • JIYANA WEK MIZGÎNVANÊN WEZÎFEDAR
  • EWROPA, PAŞÊ AFRÎKA
  • ROJHILATA NAVÎN
  • EM DÎSA VEDIGERIN AFRÎKAYÊ
  • Destên Min Sist Nebûne
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Yehowa Bereketên Mezin Dane Min
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2019
  • Yehowa Riya Min Rast Kir
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2021
  • Bereketên Mezin û Dersên ji Xizmeta Yehowa
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2023
Zêdetir Bibîne
Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2025
w25 Hezîran r. 26-31
Franco Dagostini.

SERPÊHATÎ

Temamiya Jiyana Me, Mamosteyê Mezin Em Hîn Kirine

VEBÊJ: FRANCO DAGOSTINI

DI XIZMETA xwe de, ez û jina min, em li ber gelek asteng û talûkeyan man. Mesela, em rastî nuqteyên kontrolê, barîkatên ku dihatin pêxistin, firtoneyên mezin û şerên hundirîn hatin, û carinan lazim bû ku em ji malê birevin. Dîsa jî, meyê jiyaneke din nexwesta. Li hemberî hemû zehmetiyan, Yehowa tim piştgiriya me kiriye û bereketa xwe daye me. Wekî din, Mamosteyê Mezin dersên muhîm dane me (Eyûb 36:22; Îşaya 30:20).

EMSALA DÊ Û BAVÊ MIN

Di sala 1957an de, dê û bavê min ji Îtalyayê derbasî Kanadayê bûn û di bajarekî biçûk ê bi navê Kindersley de cihwar bûn. Pir wext derbas nebû ku ew rastiya Kitêba Pîroz hîn bûn, û rêya rastiyê di jiyana me de bû tiştê herî muhîm. Tê bîra min ku gava ez biçûk bûm, ez gelek caran bi malbata xwe re heta êvarê di xizmetê de bûm. Qey ez bûm pêşengê alîkar gava ez 8 salî bûm!

Franco, di biçûktiya xwe de, bi dê û bav, bira û xwişkên xwe re.

Teqrîben 1966: Ez û malbata min

Dê û bavê min feqîr bûn, lê dîsa jî, wan ji bo Yehowa pir fedakarî dikir. Mesela, di sala 1963yan de, wan gelek tiştên xwe firotin ku herin komcivîna navneteweyî ya li bajarê Pasadenayê (Kalîforniya, DYA). Di sala 1972yan de, me mala xwe bar kir û em çûn bajarekî pir dûr ê bi navê Trail (British Columbia, Kanada) ku mizgîniyê bidin Îtalyanên ku li wê derê dijiyan. Bavê min wek dergevan dişixulî. Ji bo ku ew bikare bala xwe bide xizmetê, wî karên baştir qebûl nedikirin.

Ez ji bo emsala ku dê û bavê min li ber me 4 zarokan danî, şikirdar im. Wê demê min derseke muhîm stand, a ku temamiya emrê min ji min re bû rêber: Eger ez ji her tiştî zêdetir li Hukimdariya Yehowa bigerim, ewê her tim li min xwedî derkeve (Meta 6:33).

DESTPÊKA XIZMETA TAMROJÎ

Di sala 1980yî de, ez bi xwişkeke bedew a bi navê Debbie re zewicîm. Armanca wê tim ev bû ku bi dil û can ji Yehowa re xizmet bike. Me dixwest bibin xizmetkarên tamrojî, loma sê meh piştî daweta me, Debbieyê dest bi pêşengiyê kir. Gava em salek zewicî bûn, em derbasî civateke biçûk bûn ku destekê bidinê, û min jî dest bi pêşengiyê kir.

Franco û Debbie, di daweta xwe de.

1980: Daweta me

Piştî demekê, me cesareta xwe winda kir, û me qerar da ku ji wê derê herin. Lê berî vê, me bi çavdêrê herêmê re sohbet kir. Wî bi dilovanî lê bi eşkereyî ji me re wisa got: “Problem di we de jî heye. Hûn tim bala xwe didin aliyên negatîf ên halê xwe. Eger hûn li tiştên pozîtîf bigerin, hûnê wan bibînin.” Em bi rastî jî hewceyî vê şîretê bûn (Zebûr 141:5). Me di cih de li gor vê şîretê hereket kir, û pir wext derbas nebû ku me gelek tiştên pozîtîf dîtin. Mesela, gelek xwişk û birayan dixwest zêdetir xizmetê bikin, û di nav wan de çend zarok û xwişkên ku mêrên wan ne Şahidên Yehowa bûn, hebûn. Ev yek ji bo me derseke pir muhîm bû. Em hîn bûn ku gerek em li tiştên baş bigerin û li benda Yehowa bisekinin heta ku ew rewşên zor serrast bike (Mîka 7:7). Em dîsa dilxweş bûn, û her tişt baştir bû.

Gava em cara pêşîn çûn kursa xizmeta pêşengiyê, mamosteyên kursê birayên bitecrûbe bûn, ên ku li welatên din jî xizmet kiribû. Wan hin slayt nîşanî me dan û behsa tengasî û bereketên xizmeta xwe kir. Vê yekê daxwaza me zêde kir ku em jî bibin mizgînvanên wezîfedar.

Otoparka paqijkirî ya Saloneke Îbadetê, piştî ku pir berf barîbû.

British Columbia, 1983: Li ber Saloneke Îbadetê

Ji bo ku em bigihîjin vê hedefê, em di sala 1984an de derbasî Quebecê bûn. Ev herêm, zêdetirî 4.000 km ji British Columbiayê dûr e, û xelkê wê derê bi zimanê Fransî xeber dide. Loma, lazim bû ku em hînî kultur û zimanekî nû bibin. Problemeke din jî ev bû ku gelek caran, di destê me de pere tune bû. Carekê, em mecbûr man ku di zeviya cotkarekî de kartolên mayî top bikin. Debbie êdî hîn bû ku bi van kartolan cure cure xwarinên tehmxweş çêke. Li hemberî van tengasiyan, me xîret dikir ku bi dilxweşî tehemul bikin, û Yehowa bi rastî jî li me xwedî derdiket (Zebûr 64:10).

Rojekê, ji me re telefon kirin û gazî me kirin ku em li Beytela Kanadayê xizmet bikin. Berê, me ji bo Mekteba Gîleadê miraceet kiribû, loma pir hewesa me tune bû ku em herin Beytelê. Dîsa jî, me teklîfa Beytelê qebûl kir. Gava em gihîştin Beytelê, me ji birayê Kenneth Little, ê ku endamê Komîteya Buroyê bû, pirsî ka miraceeta me ya ji bo Gîleadê wê çi be. Wî got: “Eger gazî we bikin, emê binêrin.”

Hefteyek bi şûn de, wan em gazî Gîleadê kirin. Îcar lazim bû em qerarekê bidin. Birayê Kenneth ji me re got: “Hûn her çi hilbijêrin jî, hûnê carinan bibêjin ‘xwezî ku me ya din hilbijarta’. Bi eslê xwe her du rê jî baş in. Yehowa dikare her du rêyan bibereket bike.” Hingê em çûn Gîleadê, û me dîtiye ku gotinên birayê Kenneth çi qas rast in. Gava lazim e ku xwişk û bira hilbijêrin ka kîjan wezîfeyê qebûl bikin, em gelek caran behsa gotinên birayê Kenneth dikin.

JIYANA WEK MIZGÎNVANÊN WEZÎFEDAR

(Çep) Ulysses Glass

(Rast) Jack Redford

Em di nav 24 xwendekarên sinifa 83yan a Mekteba Gîleadê de bûn, a ku di meha Nîsanê ya sala 1987an de li Brooklynê (New York) dest pê kir. Birayên me Ulysses Glass û Jack Redford mamosteyên me yên sereke bûn. Pênc meh zû derbas bûn, û di 6ê Îlonê ya sala 1987an de, em mezûn bûn û tevî John û Marie Goode hatin şandin Haîtiyê.

Li Haîtiyê, Franco û Debbie li kêleka behrê xizmet dikin.

Haîtî, 1988

Di sala 1962yan de, mizgînvanên wezîfedar ji Haîtiyê hatibûn derxistin. Ji wê demê û pê ve, kesên nû nehatibûn şandin wê derê. Sê hefte piştî mezûniyeta me, me di nav çiyayên Haîtiyê de, li civateke bi 35 mizgînvanan dest bi xizmeta xwe kir. Em ciwan û bêtecrûbe bûn, û em bi tena serê xwe li mala mizgînvanên wezîfedar diman. Xelk feqîr bû, û piraniya mirovan nexwendî bûn. Gava em li wê derê bûn, rewşa siyasî pir tevlihev bû. Mirovan protesto dikir, û hinekan dixwest hukûmetê biqulipînin. Wekî din, carinan firtoneyên mezin çêdibûn.

Me ji xwişk û birayên li Haîtiyê dersên biqîmet standin. Jiyana wan her çi qas zor bû jî, wan ji Yehowa û ji xizmetê hez dikir, û wan bi dilxweşî li hemberî tengasiyan tehemul dikir. Xwişkeke emirmezin hebû, ya ku nikaribû bixwîne, lê wê 150 ayet ezber kiribûn. Gava me problemên jiyanê didîtin, daxwaza me xurt dibû ku em mizgîniya Hukimdariya Xwedê belav bikin, çimkî tenê ew dikare hemû probleman safî bike. Em pir şa ne ku hin kesên ku me wê demê bi wan re kursa Kitêba Pîroz derbas dikir paşê bûn pêşengên daîmî, pêşengên xisûsî û rîspî.

Li Haîtiyê, ez rastî xortekî bi navê Trevor bûm, ê ku mîsyonerekî Mormon bû, û me çend caran li ser Kitêba Pîroz sohbet kir. Gelek sal bi şûn de, min ji wî nameyek stand. Wî wisa got: “Ezê di demeke nêzîk de li komcivînekê vaftîz bibim. Ez dixwazim vegerim Haîtiyê û li herêma ku ez berê mîsyonerekî Mormon bûm, bibim pêşengê xisûsî.” Bi rastî jî, wî gelek sal bi jina xwe re wisa kir.

EWROPA, PAŞÊ AFRÎKA

Franco li ber maseya xwe dixebite.

1994: Xebata li Slovenyayê

Paşê, em hatin şandin Slovenyayê. Li wê derê, îzin nû hatibû dayîn ku Şahidên Yehowa mizgîniyê belav bikin. Di sala 1992yan de, em gihîştin bajarê Ljubljanayê. Berî ku dê û bavê min derbasî Îtalyayê bûn, ew nêzîkî wê derê dijiyan. Li hin herêmên Yûgoslavyaya kevn de şer hê dewam dikir. Berê, buroya Viyanayê (Awistirya) û ofîsên li Zagreb (Xirwatistan) û Belgradê (Sirbistan) ji fealiyetên li wê herêmê mesûl bûn. Lê niha, lazim bû ku li her welatê serbixwe Beyteleke cihê bê tesîskirin.

Ji ber vê yekê, lazim bû ku em dîsa hînî ziman û kultureke nû bibin. Xelkê herêmê digot “Jezik je težek”, yanî “Ziman zor e”. Bi rastî jî wisa bû! Em ji dilsoziya xwişk û birayan re heyran diman. Ew tim hazir bûn ku rêberî û guhertinên teşkîlatê qebûl bikin, û Yehowa ew bibereket dikirin. Dîsa, me dît ku Yehowa meseleyan çawa bi dilovanî û di wexta rast de safî dike. Li Slovenyayê, me dersên ku me berê standibûn hê jî baştir fehm kirin, û me hin dersên nû jî standin.

Piştî vê, jiyana me dîsa guherî. Di sala 2000î de, teşkîlatê em şandin Perava Diranfîl, li Afrîkaya Rojava. Paşê, di meha Mijdarê ya sala 2002yan de, ji ber şerê hundirîn, em hatin birin Sierra Leoneyê. Li wê derê, şerê hundirîn, ê ku 11 sal kişandibû, nû xelas bûbû. Ji bo me zor bû ku ji nişka ve ji Perava Diranfîl herin. Lê belê, dersên ku em hîn bûbûn alî me kir ku em dilxweşiya xwe winda nekin.

Me bala xwe dida mirovên ku hazir bûn ku guh bidin mizgîniyê û xwişk û birayên me, yên ku bi gelek salan di nav şer de mabûn. Ew ji aliyê madî ve feqîr bûn, lê dîsa jî, wan dixwest çi di destê wan de hebû bi kesên din re parve bikin. Mesela, Xwişkekê dixwest hin kincan bide Debbieyê. Wê şerm kir, lê xwişka me got: “Di dema şer de, xwişk û birayên li welatên din destek dida me. Niha dora me ye ku em alî mirovan bikin.” Me jî qerar da ku wan ji xwe re emsal bigirin.

Paşê, em vegeriyan Perava Diranfîl, lê piştî demekê, şer dîsa dest pê kir. Loma, di meha Mijdarê ya sala 2004an de, em bi helîkopter hatin tehliyekirin. Di destê her yekî me de bi tenê çenteyekî 10 kîlo hebû. Şevê em li eskergeheke Fransî li erdê raketin, û roja din, em bi teyare çûn Swîsreyê. Nîvê şevê, gava em gihîştin Beytelê, Komîteya Buroyê û mamosteyên Kursa Perwerdeya Xizmetê tevî jinên xwe bixêrhatina me kir, li ber me sifreyeke xweş danî û çîkolataya Swîsreyî pêşkêşî me kir. Dilgermiya wan bi rastî jî ser dilê me tesîr kir.

Li Perava Diranfîl, Franco ji sehneya Saloneke Îbadetê gotarekê pêşkêş dike.

Perava Diranfîl, 2005: Pêşkêşkirina gotareke li ber penaberan

Dû re, em ji bo demekê hatin şandin Ganayê, û piştî ku şerê hundirîn xelas bû, em dîsa çûn Perava Diranfîl. Di wan rojên zehmet de, qenciya xwişk û birayan pir alî me kir. Ez û Debbie, me fehm kir ku di teşkîlata Yehowa de, ev hezkirin her çi qas tiştekî normal be jî, gerek em tu caran ji bîr nekin ku ew tiştekî çi qas biqîmet e. Çend sal bi şûn de, me fehm kir ku tengasiyên ku me kişandibûn qismekî muhîm ê perwerdeya me bûn.

ROJHILATA NAVÎN

Li Rojhilata Navîn, Franco û Debbie di nav xirbeyên kevnar de digerin.

2007: Li Rojhilata Navîn

Di sala 2006an de, me nameyeke ji merkeza cîhanî stand. Teşkîlatê em ji bo wezîfeyeke nû şandin Rojhilata Navîn. Dîsa lazim bû ku em hînî rewş û tengasiyên nû, zimanên nû û kulturên nû bibin, çimkî ev herêm ji aliyê siyasî û dînî ve pir tevlihev e. Me ji zimanên cuda, yên ku li civînan dihatin bikaranîn, pir hez dikir, û me yekîtiya ku ji îtaeta ji rêberiya teşkîlatê re tê, bi çavê xwe dît. Em ji xwişk û birayan re heyran man, çimkî gelek ji wan li hemberî muxalefeta meriv, hevalders, hevalkar û cîranên xwe bi cesaret tehemul dikir.

Di sala 2012an de, em çûn komcivîna xisûsî ya li Tel Avîvê (Îsraîl). Ji Pentîkosta sala 33yan û pê ve, ev cara pêşîn bû ku li wê herêmê ew qas xizmetkarên Yehowa li cihekî li hev top bûn. Bi rastî jî komcivîneke pir xweş bû!

Wan salan, teşkîlatê em şandin welatekî ku karê Şahidên Yehowa di bin hin qedexeyan de ye. Me hin weşan derbasî wê derê dikirin, diçûn xizmetê û diçûn komcivînên biçûk. Li her derê şervan û nuqteyên kontrolê hebûn, lê gava em bi mizgînvanên herêmî re bi dîqat vir de wê de diçûn, em neditirsiyan.

EM DÎSA VEDIGERIN AFRÎKAYÊ

Franco li ser kompîtura xwe dinivîse.

Kongo, 2014: Hazirkirina gotarekê

Di sala 2013an de, me wezîfeyeke nû stand: Em hatin tayînkirin ku li buroya Kinshasayê (Kongo) xizmet bikin. Kongo welatekî pir mezin e û ji aliyê tebîetê ve pir dewlemend e, lê çi heyf e ku xelk feqîr e, û gelek caran şer çêdibe. Di serî de, me digot: “Em Afrîkayê rind dizanin, em hazir in.” Dîsa jî, lazim bû ku em hînî gelek tiştên nû bin. Mesela, lazim bû ku em li cihên ku rê û dirb tune bûn, rêwîtiyê bikin. Dîsa jî, me gelek tiştên xweş jî dîtin, mesela tehemul û dilxweşiya ku xwişk û birayan li hemberî tengasiyan nîşan dida, hezkirina wan a li hemberî xizmetê û xîreta wan ku herin civîn û komcivînan. Bi saya destek û bereketa Yehowa, karê Hukimdariya Xwedê li wî welatî rind bi pêş ve diçe. Di salên ku me li Kongoyê derbas kirin de, me gelek dersên muhîm standin, û xwişk û birayên wê derê bi rastî jî ji me re bûn malbat.

Franco ji bo belavkirina mizgîniyê bi çend xwişk û birayan re ber bi gundekî ve diçe.

Afrîkaya Başûr, 2023: Belavkirina mizgîniyê

Di dawiya sala 2017an de, em dîsa gihîştin cihê wezîfeyeke nû: Afrîkaya Başûr. Heta niha, buroya herî mezin a ku em lê xizmet kiriye, ev e, û karê ku ji me re hat dayîn jî ji bo me nû bû. Dîsa lazim bû ku em gelek tiştan hîn bibin, lê ji bo vê, dersên ku me berê standibûn, rêberiya me kir. Em ji xwişk û birayên ku gelek sal bi dilsozî xizmet kiriye, pir hez dikin. Wekî din, gava em dibînin ku mirovên ji gelek kok û kulturên cuda çawa bi yekîtî li Beytelê dixebitin, dilê me şa dibe. Eşkere ye ku Yehowa aştî daye xizmetkarên xwe, yên ku xîret dikin ku şexsiyeta nû li xwe bikin û li gor prensîpên Kitêba Pîroz hereket bikin.

Bi salan, ez û Debbie, me wezîfeyên balkêş standin, em hînî kulturên cuda bûn û em zimanên nû hîn bûn. Carinan ne hêsan bû, lê bi destê teşkîlata Yehowa û xwişk û birayan, me hezkirina Yehowa her tim dîtiye (Zebûr 144:2). Em bawer in ku perwerdeya ku me di xizmeta tamrojî de standiye alî me dike ku em bi awayekî baştir ji Yehowa re xizmet bikin.

Ez pir qîmetê didim perwerdeya ku min ji dê û bavê xwe standiye, desteka ku jina min a delal Debbie dide min û emsalên baş ên malbata me ya cîhanî. Gava em li pêşerojê dinêrin, qerara me ev ku em her tim ji Mamosteyê Mezin hîn bibin.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne