KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • ijwfq meqale 7
  • Gelo Şahidên Yehowa Mesîhî ne?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Gelo Şahidên Yehowa Mesîhî ne?
  • Pirsên Pir Tên Pirsîn
  • Malzemeya Eleqedar
  • Îsa Mesîh Kî ye?
    Kitêba Pîroz bi Rastî Çi Dibêje?
Pirsên Pir Tên Pirsîn
ijwfq meqale 7
Jinikek Kitêba Pîroz lêkolîn dike

Gelo Şahidên Yehowa Mesîhî ne?

Belê. Peyva “Mesîhî” tê maneya kesekî ku li pey Îsa Mesîh diçe. Ji ber vê yekê, em Mesîhî ne, yanî em şagirtên Îsa Mesîh in. Ka bala xwe bide van nuqteyan:

  • Em xîret dikin ku li gor gotin û kirinên Îsa Mesîh bijîn (1. Petrûs 2:21).

  • Em bawer dikin ku Îsa Mesîh rêya xelasiyê vekiriye û em dikarin tenê bi navgîniya wî xelas bibin (Karên Şandiyan 4:12).

  • Gava mirov dibin Şahidên Yehowa, ew bi navê Îsa Mesîh tên bin av kirin, yanî îmadkirin (Metta 28:18, 19).

  • Gava em ji Xwedê re dua dikin, em vêya bi navê Îsa Mesîh dikin (Yûhenna 15:16).

  • Em adet û baweriyên ku li hemberî Kitêba Pîroz in red dikin. Mesela, em di îbadeta xwe de xaç yan sûretan bi kar naynin (2. Mûsa 20:3-6).

Em ji aliyên din ve jî ji dêrên ku xwe wek Mesîhî bi nav dikin, cuda ne. Mesela, em bi Teslîsê bawer nakin, çimkî li gor Kitêba Pîroz Xwedê yek e û Îsa Mesîh ne Xwedê ye (Marqos 12:29). Wekî din, em bawer nakin ku ruh yan can piştî mirinê sax dimîne, ku Xwedê însanan di cehenemê de dişewitîne yan ku alimên dînî gerek ji xelkê bilindtir bên dîtin (Waiz 9:5; Hêzekîêl 18:4; Metta 23:8-10).

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne