KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK a Birca Çavdêriyê
KITÊBXANEYA ELEKTRONÎK
a Birca Çavdêriyê
Kurdî (Kurmancî)
  • KITÊBA PÎROZ
  • WEŞAN
  • CIVÎN
  • ijwfq meqale 12
  • Pereyê ji bo Îşê Şahidên Yehowa ji Ku Derê Tê?

Ji bo vî qismî vîdeo tune.

Çi heyf e ku li dema hazirkirina vîdeoyê şaşiyek çêbû.

  • Pereyê ji bo Îşê Şahidên Yehowa ji Ku Derê Tê?
  • Pirsên Pir Tên Pirsîn
  • Sernivîs
  • Malzemeya Eleqedar
  • Metodên Bexşdayînê
  • “Hediyeyeke ji bo Yehowa”
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2018
  • Em Dikarin Çi Bidin Yehowa?
    Birca Çavdêriyê Padîşahiya Yehowa Xwedê Îlan Dike (Çapa Lêkolînê) – 2018
  • Qîmeta “Du Polan”
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2020
  • “Xwedê ji Yê ku bi Rûgeşî Dide, Hez Dike”
    Wek Îsa Mesîh Bijî û Xizmet Bike – Bernameya Civînê – 2019
Zêdetir Bibîne
Pirsên Pir Tên Pirsîn
ijwfq meqale 12
Jinikek pere davêje qutiya bexşan.

Pereyê ji bo Îşê Şahidên Yehowa ji Ku Derê Tê?

Îşê me herî zêde bi bexşên bidil ên Şahidên Yehowa tê fînansekirin.a Li cihên ku em li hev top dibin, qutiyên bexşan hene. Wekî din, bexş dikarin bi metodên din jî bên dayîn. Ji bo melûmata li ser bexşdayîna ji bo îşê me yê cîhanî yan ji bo mesrefên herêmî, ji kerema xwe re li rûpela me ya di heqê bexşan de binêre.

Şahidên Yehowa mecbûr nînin ku pareke pereyê xwe bibexşînin (2. Korîntî 9:7). Civînên me bêpere ne, û li civînan pere nayê top kirin. Wekî din, ji bo binavkirin, cenaze, dawet yan faeliyetên din pere nayê stendin. Em bi destê festîval, xwarinên xisûsî, lîstik yan bûyerên din pere top nakin, û em bexşan teleb nakin. Navên kesên ku bexşan didin nayên eşkerekirin (Metta 6:2-4). Di malper û weşanên me de reklam tune.

Li civînên Şahidên Yehowa – yên ku ji her kesî re vekirî ne – rewşa hesaba civatê her meh tê îlankirin. Wekî din, bikaranîna bexşan bi dewamî tê kontrolkirin (2. Korîntî 8:20, 21).

Metodên Bexşdayînê

  • Qutiyên bexşan: Bexş dikarin bên avêtin qutiyên bexşan, ên ku li Salonên Îbadetê, li salonên ji bo civînên mezin û li cihên din ên ku ji bo sazkirina civînan tên bikaranîn, hene.

  • Bexşên li ser Înternetê: Li gelek welatan, bexşên bi kartên krediyê, hewaleyên bankayê û metodên din ên elektronîk dikarin bi navgîniya rûpela “Bexşan Bide Şahidên Yehowa” bên dayîn.b Hin Şahidên Yehowa bi yek ji van metodan her meh bexşan didin (1. Korîntî 16:2).

    Zilamek li ser jw.org li rûpela ‘Bexşan Bide Şahidên Yehowa’ dinêre.
  • Bexşdayîna plankirî: Hin metodên bexşdayînê gerek ji berê de bên plankirin. Ji bo hin ji van metodan belkî şîreta hiqûqî lazim e. Li hin welatan, planeke wisa ji aliyê bacê ve bifeyde ye. Li gor van planan, bexş dikarin bên dayîn gava kesek hê sax e yan jî piştî mirina wî. Eger tu dixwazî bi metodên jêrîn bexşan bidî, ji kerema xwe re bi buroya Şahidên Yehowa re bikeve îrtibatê:

    • Hesabên bankayê

    • Polîçeyên sîgortayê û teqawidbûnê

    • Erd û xanî

    • Hîse û tehwîl

    • Wesyetname

Ji bo melûmata li ser metodên bexşdayînê, yên ku li herêma te hene, here rûpela “Bexşan Bide Şahidên Yehowa”.

a Hin kesên ku ne Şahidên Yehowa ne jî bi bexşên xwe piştgiriya îşê me dikin.

b Ji bo zêdetir melûmatê, li vîdeoya Rêberiya ji bo Bexşdayîna Elektronîk temaşe bike.

    Weşanên Kurdî (Kurmancî) (2010-2025)
    Derkeve
    Têkeve
    • Kurdî (Kurmancî)
    • Bişîne
    • Eyar
    • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of PA
    • Mercên Bikaranînê
    • Siyaseta Taybetîtiyê
    • Eyarên Veşarîtiyê
    • JW.ORG
    • Têkeve
    Bişîne