Babîla Mezin Çi ye?
Bersiva Kitêba Pîroz
Kitêba Peyxama Yûhena li ser “jineke” ku jê re “fahîşeya mezin” tê gotin dibêje ku “li ser eniya wê, ew navê bi sir nivîsî bû: BABÎLA MEZIN” (Peyxam 17:1, 3, 5, Mizgînî). Ev jin hemû dînên sexte, yên ku “rastiya Xwedê bi derewê guhert”, temsîl dikea (Romayî 1:25, Mizgînî). Dînên sexte her çi qas ji hev cuda bin jî, ew mirovan ji îbadeta Xwedayê rast Yehowa dûr dixin (5. Mûsa 4:35).
Kitêba Pîroz li ser Babîla Mezin çi dibêje?
Babîla Mezin tiştekî sembolîk e. Ji ber ku kitêba Peyxamê bi zimanekî sembolîk hatiye nivîsîn, eşkere ye ku Babîla Mezin jî tiştekî sembolîk e, yanî ne jineke herfî ye (Peyxam 1:1). Wekî din, ew ‘li ser gelek avan’ rûniştî ye. Ev av ‘gel, elalet, milet û zimanan’ temsîl dikin (Peyxam 17:1, 15, Mizgînî). Jineke herfî nikare tiştekî wisa bike.
Babîla Mezin teşkîlateke navneteweyî temsîl dike. Di heqê wê de “bajarê mezin … ku padîşahiya wî li ser padîşahên dinyayê heye” tê gotin (Peyxam 17:18, Mizgînî). Loma bandora wê li ser hemû dinyayê heye.
Babîla Mezin ne teşkîlateke siyasî yan ticarî, lê teşkîlateke dînî ye. Mirovên li bajarê Babîla kevnar mirovên pir dîndar bûn. Li wê derê cindarî û sêhrbazî berbelav bû (Îşaya 47:1, 12, 13; Yêremya 50:1, 2, 38). Xelkê Babîlê ne ji Yehowa Xwedê re, lê ji pûtan re îbadet dikir (1. Mûsa 10:8, 9; 11:2-4, 8). Hukimdarên Babîlê xwe bi quretî di ser Yehowa û îbadeta wî re digirt (Îşaya 14:4, 13, 14; Danîêl 5:2-4, 23). Babîla Mezin jî mîna Babîla kevnar bi cindarî û sêhrbaziya xwe ve tê naskirin. Ev yek nîşan dide ku ew teşkîlateke dînî ye (Peyxam 18:23).
Ne mumkin e ku Babîla Mezin teşkîlateke siyasî ye, çimkî gava ew bê helakkirin, “padîşahên dinyayê” wê şîna wê bigirin (Peyxam 17:1, 2; 18:9, Mizgînî). Babîla Mezin ne hêzeke ticarî ye jî, çimkî Kitêba Pîroz dibêje ku ew ji “bazirganên dinyayê” cihê ye (Peyxam 18:11, 15, Mizgînî).
Photograph taken by courtesy of the British Museum
Kevirê çikilandî yê Padîşahê Babîlê Nabûnaîd bi sembolên teslîsa îlahên Sîn, Îştar û Şemeş
Navê “Babîla Mezin” ji bo nasandina dînê sexte semboleke minasib e. Dînê sexte alî mirovan nake ku ew nêzîkî Xwedayê rast Yehowa bibin, lê ew wan dixapîne ku ew ji pûtan re îbadetê bikin. Kitêba Pîroz dibêje ku pûtperestî di çavê Xwedê de wek zinaya ruhî tê hesibandin (3. Mûsa 20:6; 2. Mûsa 34:15, 16). Koka gelek baweriyên dînên sexte digihîje Babîla kevnar, mesela wek teslîs (sêyane), ruhê nemir, cehenem, qeder û di îbadetê de bikaranîna sûretan. Wekî din, dînên sexte ji bo ku bigihîjin feydeyên xwe bûne dostên vê dinyayê. Kitêba Pîroz dibêje ku “dostaniya bi dinyayê re” wek zinaya ruhî tê hesibandin (Aqûb 4:4).
Di Kitêba Pîroz de tê gotin ku Babîla Mezin “cilên binefşî û sor” li xwe kirine û xwe “bi lal û duran” xemilandiye (Peyxam 17:4, Mizgînî). Bi rastî jî dînên sexte hem dewlemend in hem jî hez dikin ku dewlemendiya xwe nîşan bidin. Babîla Mezin çavkaniya “tiştên mekruh ên dinyayê” ye, yanî kirin û hînkirinên dînên sexte navê Xwedê bêrûmet dikin (Peyxam 17:5, Mizgînî). ‘Gel, elalet, milet û zimanên’ ku piştgiriya Babîla Mezin dikin, endamên dînên sexte ne (Peyxam 17:15, Mizgînî).
Babîla Mezin ji mirina ‘hemûyên ku li ser rûyê erdê hatine serjêkirin’ mesûl e (Peyxam 18:24, Mizgînî). Di dîrokê de dînên sexte ne tenê bûne sebebê şeran û piştgirên terorê, lê wan rastiya li ser Xwedayê hezkirinê Yehowa jî ji xelkê re negotiye (1. Yûhenna 4:8). Ji ber vê yekê, pir xwîn hatiye rijandin.
Xwedê Babîla Mezin çawa dibîne?
Di çavê Xwedê de, “gunehên wê [yanî gunehên Babîla Mezin] gîhaştin ezman” (Peyxam 18:4, 5, Mizgînî). Dînên sexte li ser Xwedê derewan dibêjin û tehdeyê li endamên xwe dikin.
Çi wê bê serê Babîla Mezin?
Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê hukmê Babîla Mezin daye (Peyxam 18:20). Kitêba Pîroz bi zimanekî mecazî dibêje ku Xwedê wê hemû dînên sexte tune bike (Peyxam 18:8). Ewê dilê cinawirê sor – yê ku teşkîlateke siyasî ya xurt temsîl dike – xurt bike ku ew li dijî dînên sexte rabe û wan bi temamî ji holê rake (Peyxam 17:16, 17). ‘Bajarê mezin Babîl wê bi ketineke wiha mezin bê avêtin û êdî tu caran xuya nebe’ (Peyxam 18:21, Mizgînî). Ji ber vê yekê, kesên ku dixwazin dilê Xwedê xweş bikin gerek “ji nav wan derkevin û veqetin”, yanî gerek ew xwe ji dînên sexte dûr bigirin (2. Korîntî 6:14-17).
a Binêre meqaleya “Gelo Kîjan Dîn û Bawerî Rast e?”