1 Yûhenna
2 Zarên mine delal, ez van tişta wera dinivîsim, wekî hûn gune nekin. Lê hergê kesek gune bike jî, alîkarekî meyî heq heye, dêmek Îsa Mesîh, yê ku bal Bavê me ye. 2 Û ew ne tenê bona gunên me, lê bona gunên temamiya dinyayê qurbana lihevhatinê ye. 3 Hergê em berdewam kin temiyên wî bînin sêrî, ev yek îzbat dike ku em wî nas dikin. 4 Kî ku dibêje: “Ez wî nas dikim”, lê temiyên wî nayne sêrî, ew derewîn e û rastî dilê wîda tune. 5 Lê kî ku xwe li xebera wî digire, îzbat dike ku ew bi rastî Xwedê hez dike. Hergê em jî usa bikin, emê bidine kifşê ku em tevî wî yektiyêda nin. 6 Kî ku dibêje: “Ez tevî wî yektiyêda dimînim”, gerekê usa bijî ça Îsa dijît.
7 Birên delal, ez wera ne ku temîke nû dinivîsim, lê vê temiya kevin, ya ku hê ji destpêkêva bal we heye. Ev temiya kevin ew xeber e, ya ku we bihîstiye. 8 Dîsa jî ev temiya ku ez wera dinivîsim, ça temiya nû ye, kîjan ku Îsa xwexa dianî sêrî û hûn jî tînin sêrî. Çimkî terî derbaz dibe û ronaya rast îda şewq dide.
9 Ewê ku dibêje: “Ez ronayêda me”, lê birê xwe nefret dike, ew hê teriyêda ye. 10 Ewê ku birê xwe hez dike ronayêda dimîne, û wîda tu sebebê likumandinê tune. 11 Lê yê ku birê xwe nefret dike, ew teriyêda ye. Ew teriyêda digere û nizane kuda diçe, çimkî teriyê çevên wî kor kirine.
12 Zarên mine delal, ez wera dinivîsim, çimkî bona xatirê navê wî* gunên we hatine baxşandinê. 13 Bavno, ez wera dinivîsim, çimkî we ew nas kiriye, yê ku hê ji destpêkêva heye. Xortno, ez wera dinivîsim, çimkî hûn miqabilî Mîrê-cina* serketine. Zarno, ez wera dinivîsim, çimkî we Bav nas kiriye. 14 Bavno, ez wera dinivîsim, çimkî we ew nas kiriye, yê ku hê ji destpêkêva heye. Xortno, ez wera dinivîsim, çimkî hûn qewî ne, xebera Xwedê dilê weda dimîne û hûn miqabilî Mîrê-cina serketine.
15 Dinyayê û tiştên ku dinyayêda hene hez nekin. Hergê kesek dinyayê hez dike, ew Bav hez nake. 16 Çimkî her tiştê ku dinyayêda heye, mesele xwestina bedenê, xwestina çeva, qurebûna pê hebûkê, ne ji Bav e, lê ji dinyayê ye. 17 Dinya û xwestina wê jî wê derbaz be, lê yê ku qirara Xwedê tîne sêrî, wê heta-hetayê bimîne.
18 Zarno, îda siheta xilaziyê ye. We bihîstiye ku neyarê Mesîh wê bê, û bi rastî gelek neyarên Mesîh îda derketine, ji bo çi jî em zanin ku niha siheta xilaziyê ye. 19 Ewana ji nav me derketin, lê mîna me nîbûn, çimkî hergê ewana mîna me bûna, wê bal me bimana. Lê ewana çûn, wekî eşkere be, ku ewana mîna me nînin. 20 Hûn aliyê Xwedayê pîrozda hatine bijartinê, û hûn hemû jî rastiyê zanin. 21 Ez wera dinivîsim ne bona vê yekê ku hûn rastiyê nizanin, lê bona vê yekê ku hûn rastiyê zanin, û tu derewî ji rastiyê nayê.
22 Kî ye derewîn? Ne hema ew e derewîn, yê ku înkar dike wekî Îsa Mesîh e? Ew neyarê Mesîh e, û ew Bav û Kur înkar dike. 23 Her kesê ku Kur înkar dike, Bav jî wî qebûl nake. Lê her kesê ku Kur qebûl dike, Bav jî wî qebûl dike. 24 Lê çi we dikeve, tiştên ku we destpêkêda bihîstine, bira dilê weda bimînin. Hergê tiştên ku we destpêkêda bihîstine dilê weda bimînin, hûnê him tevî Kur him jî tevî Bav yektiyêda bin. 25 Û ewî soz daye me, ku ewê jîyîna heta-hetayê bide me.
26 Ez van tişta wera dinivîsim, çimkî hine kes dixwazin we bixapînin. 27 Lê hûn ji aliyê Xwedêda bi saya ruhê pîroz hatine bijartinê û ruhê wî tevî we ye, lema jî nelazim e ku kesek we hîn ke. Lê Xwedê bi saya vî ruhî her tiştî we hîn dike, û ew rast e, derew nîne. Çawa ku ruh hûn hîn kirine, berdewam kin tevî wî yektiyêda bimînin. 28 Awa zarên mine delal, tevî wî yektiyêda bin, wekî gava ew xuya be, em bikaribin bi mêrxasî xeber din û wextê hatina wî şermî nemînin û xwe veneşêrin. 29 Hergê hûn zanin ku ew yekî rast e,* usa jî zanibin wekî her kesê ku rastiyê dike, ew zara Xwedê ye.