14-20 TÎRMEHÊ
METELOK 22
Kilama 79 û Dua | Pêşxeber (deqek)
1. Prînsîpên Kêrhatî bona Mezinkirina Zara
(10 deqe)
Zarên xwe bona çetinayên jîyînê hazir kin (Mtl. 22:3; w20.10 27 ¶7)
Destpêkin zarên xwe ji bûyînê hîn kin (Mtl. 22:6; w19.12 26 ¶17-19)
Bi hezkirinê zarên xwe şîret kin (Mtl. 22:15; w15 11/1 9 ¶6)
2. Xizna Kitêba Pîroz
(10 deqe)
Mtl. 22:29—Em ça dikarin evê metelokê bona şixulên civatê bidine xebatê û ev yek çi karê tîne? (w21.08 22 ¶11)
Ji xwendina Kitêba Pîroze vê heftiyê, kîjan fikirên qîmet te xweş hat?
3. Xwendina Kitêba Pîroz
(4 deqe) Mk. 14:12-26 (th dersa 10)
4. Xeberdanê Destpêkin
(3 deqe) MAL BI MAL (lmd dersa 5, abzasa 4).
5. Xeberdanê Destpêkin
(4 deqe) ŞEDETIYA NEFORMAL. Nîşanî meriv ke ku ça ew dikare ser malpera me jw.org. înformasiya kêrhatî bona dê-bava bivîne (lmd dersa 1, abzasa 4).
6. Gotar
(5 deqe) ijwyp 100—Têma: Çi Bikim Hergê Min Qeydekî Malbetê Teribandiye? (th dersa 20)
Kilama 134
7. Bi Sebir bin, lê Sînora jî Daynin
(15 deqe) Şêwirkirin.
Seva ku zara şîret kin û mezin kin, sebira mezin lazim e. Dê-bav gerekê timê êpêce wede bivînin, wekî tevî zarên xwe xeber din (Qn.Dc. 6:6, 7). Seva ku dê-bav bizanibin, ku çi dilê zarên wanda ne, ewana gerekê pirsa bidine zara û rind guh bidine wan (Mtl. 20:5). Çaxê dê-bav tiştekî zarên xwe hîn dikin, dibeke lazim be wekî ewana vê yekê gelek car zarên xwera bêjin, heta ku zar fem kin û emirê xweda bidine xebatê.
Rast e dê-bav gerekê sebirê bidine kifşê, lê gerekê bîr nekin ku hine sînora jî daynin. Yehowa hukum daye dê-bava wekî bêjine zarên xwe çi bikin û çi na, û çaxê zar gura wan nakin, wana şîret kin û temiya bidine wan (Mtl. 6:20; 23:13).
Bixûne Efesî 4:31. Paşê pirsê bide guhdara:
Çira dê-bav gerekê bi hêrsê zarên xwe şîret nekin?
Bixûne Galatî 6:7. Paşê pirsê bide guhdara:
Çira dê-bav gerekê zarên xwe hîn kin, ku axiriya kirên wan dikare yan baş yan jî xirab be?
Vêxe VÎDÊO “Bi Sebirê Hizkirinêda li ber Hev Daxin”—Zarên We. Paşê pirsê bide guhdara:
Hûn ji vê vîdêoyê çi hîn bûn?
8. Hînbûna Kitêba Pîroz Civatêda
(30 deqe) lfb “Nema ji Koma Rêberiyê”, pêşxebera para 1, û dersa 1