-
Dîlê ku Xwedêra Amin maDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 14
Dîlê ku Xwedêra Amin ma
Ûsiv yek ji kurên Aqûb bû. Birên wîyî mezin didîtin, wekî Aqûb ji wana gişka zeftir Ûsiv hiz dike. Ça tu dişirmîş dibî, wana çi ser xwe texmîn dikir? Wana dexesî dikir û wî nefret dikirin. Carekê Ûsiv çend xewn dît û derheqa wan xewna birên xwera gilî kir. Ji xeberdana wî wana têderxistin, wekî wedekî usa wê bê, ku ewana gerekê serê xwe ber wî daxin. Gava wana ew yek bihîst, destpêkirin hê zêde wî nefret kin!
Rojekê nêzîkî şeherê Şekemê, birên Ûsiv pezên xwe diçêrandin. Aqûb, Ûsiv şand, wekî pêbihese hela ewana çanin. Wana dîna xwe dayê, wekî Ûsiv berbi wan tê û hevdura gotin: “Hela dîna xwe bidinê, xweyê xewna tê, were em wî bikujin!” Wana wî girtin û avîtine çelê. Lê birakî wan, Cihûda, gote wan: “Wî nekujin, werên em wî çawa dîl bifiroşin!” Û wana Ûsiv ser 20 zîvî firotine bazirganê Midyanî, yên ku diçûne Misirê.
Paşê birên Ûsiv kincê wî hildan, xûna bizinê lêxistin, nîşanî bavê xwe kirin û gotine wî: “Eva kincê kurê te nîne?” Aqûb fikirî, wekî terewila Ûsiv xwarine. Û ji derdê cegerê, êşa giran kete dilê wî. Tu kesî nikaribû êşa wî sivik kira.
Misirêda, Ûsiv çawa dîl firotine Potîfarê nav û deng. Lê Yehowa tevî Ûsiv bû. Potîfar têderxist, wekî Ûsiv xebatçîkî baş e û meriv dikare îtbariya xwe wî bîne. Wede şûnda Potîfar, Ûsiv ser hemû hebûna xwera kifş kir.
Jina Potîfar dît, wekî Ûsiv xortekî bedew û qewat e. Her roj ewê digote Ûsiv, wekî ew serê xwe pêra dayne. Gelo Ûsiv çi kir? Ewî înkar kir û got: “Na! Ew yek nerastî ye. Xweyê min îtbariya xwe min tîne û tu jina wîyî. Hergê ez serê xwe tera daynim, ezê ber Xwedê gunekî mezin bikim!”
Rojekê jina Potîfar dest avîte Ûsiv û xwest zorê wî bike, wekî ew serê xwe pêra dayne. Ewê dest avîte kincê wî, lê Ûsiv ji wê revî. Gava Potîfar vegeriya mal, jina wî got, wekî Ûsiv dixwest dest bavêje wê. Ewê şer avîte wî. Potîfar gelek hêrs ket, lema jî Ûsiv avîte kelê. Lê Yehowa Ûsiv bîr nekir.
“Bin destê Xwedêyî zor ta bin, ku ew wextda we bilind ke” (1 Petrûs 5:6).
-
-
Yehowa Ûsiv Bîr NekirDersên Qîmet ji Xebera Xwedê
-
-
DERSA 15
Yehowa Ûsiv Bîr Nekir
Gava Ûsiv kelêda bû, Firewin xewn dît, şirovekirina kîjanî tu kesî nizanibû. Xulamê Firewin gote wî, wekî Ûsiv dikare xewnên wî şiroveke. Firewin pêra-pêra şande pey Ûsiv.
Firewin ji wî pirsî: “Tu dikarî xewnên min şirovekî?” Ûsiv caba wî da û got: “Misirêda heft sala xwarin wê têr-tije be, lê paşê, heft salên din wê birçîbûn destpêbe. Merivekî bîlan kifş ke, wekî wan heft sala xwarinê top ke, seva cimeta te birçî nemîne”. Firewin gote wî: “Ez te dijbêrim! Tuyê bibî merivê duda Misirêda!” Ça tu dişirmîş dibî, Ûsiv ji ku zanibû şirovekirina xewnên Firewin? Yehowa alî wî kir.
Nava wan heft salada, Ûsiv destpêkir gelek xwarin top ke. Paşî wê yekê, ser erdê birçîbûn destpêbû, çawa ku Ûsiv pêşda gotibû. Merivên ji her welatî destpêkirin bêne bal Ûsiv, wekî xwarinê bikirin. Gava bavê wî Aqûb pêhesiya, wekî Misirêda xwarin heye, ewî deh kurên xwe şande wêderê, wekî xwarinê bikirin.
Kurên Aqûb hatine bal Ûsiv, û ewî derbêra wana nas kir. Lê birên wî nizanibûn, wekî ew Ûsiv e. Ewana serê xwe ber wî daxistin, çawa ku ewî pêşda xewnêda dîtibû. Ûsiv dixwest pêbihese, hela birên wî dîsa usa zulm in. Lema jî ewî gote wan: “Hûn cesûs in. Hûn hatine vira, wekî pêbihesin hela çida welatê me sist e”. Lê wana got: “Na! Em 12 birane, ji welatê Kenanê. Birakî me miriye, lê yê biçûk tevî bavê me maye”. Paşê Ûsiv gote wan: “De herin û birên xweye biçûk bînin bal min, wekî ez we bawer kim”. Paşî wê yekê, ewana vegeriyane cem bavê xwe.
Hinek wede şûnda xwarina wan xilaz bû. Aqûb dîsa kurên xwe şand e Misirê. Wê carê, wana birê xweyî biçûk Binyamîn jî tevî xwe birin. Ûsiv, seva ku birên xwe bicêribîne, kasa xweye zîv kire torbê Binyamîn û şer avîte wan, wekî wana diziya wî kiriye. Gava xulamên Ûsiv kasa wî torbê Binyamînda dîtin, birên wî gelek tirsiyan. Wana lavaya Ûsiv kirin, wekî dewsa Binyamîn wana ceza ke.
Ûsiv têderxist, wekî birên wî hatine guhastinê. Kela Ûsiv tije bû û ewî nikaribû xwe bigirta. Ew kele-kel giriya û got: “Ez Ûsiv im, birê we me. Bavê min hê sax e?” Birên wî gelek ecêbmayî man. Ûsiv gote wan: “Xemgîn nebin bona wê yekê, ku we çi serê min kir. Xwedê min şande vira, wekî emirê we xwey ke. Niha lez kevin herin û bavê min bînine vira”.
Ewana vegeriyane mal û mizgîniya baş gîhandine bavê xwe, wî hildan û paşda vegeriyane Misirê. Paşî haqas sal, Ûsiv û Aqûb dîsa hev dîtin.
“Lê heger hûn neheqiyêd meriva nebaxşînin, Bavê we jî neheqiyêd we nabaxşîne” (Metta 6:15).
-