KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Yûhenna 5
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Yûhenna Naveroka Kin

      • Kesê ku Îsa bawer dike, dinyayê alt dike (1-12)

        • Hezkirina Xwedê çi tê hesabê (3)

      • Qewata dua mezin e (13-17)

      • Vê dinya xirabda haj xwe hebin (18-21)

        • Temamiya dinyayê bin destê Mîrê-cinada ye (19)

1 Yûhenna 5:3

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, dersa 8

    “Hizkirina Xwedêda Bimîne”, rûp. 5-12

    “Çi Hîn Dike”, rûp. 186-187

    “Hezkirina Xwedê”, rûp. 5-12

1 Yûhenna 5:6

Spartin

  • *

    Vira “av” besa nixumandina Îsa dike û “xûn” besa qurbanbûna wî dike.

1 Yûhenna 5:7

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê)”,

    № 4 2016, rûp. 6-7

1 Yûhenna 5:14

Spartin

  • *

    Yan “Em dikarin bi serbestî tevî Xwedê xeber din”.

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Belakirinê)”,

    № 1 2021 rûp. 10

    “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, dersa 9

1 Yûhenna 5:18

Spartin

  • *

    Raste-rast “yê xirab”.

1 Yûhenna 5:19

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, dersa 26

    “Hişyar Bin!”,

    № 1 2021 rûp. 10-11

1 Yûhenna 5:21

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Şa be Jîyînêra Heta-Hetayê!”, dersa 45

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Yûhenna 5:1-21

1 Yûhenna

5 Her kesê ku bawer dike wekî Îsa Mesîh e, ew zara Xwedê ye. Û her kesê ku Bav hez dike, zarên wî jî hez dike. 2 Hergê em Xwedê hez dikin û temiyên wî tînin sêrî, bi vê yekê em zanin ku em zarên Xwedê hez dikin. 3 Hezkirina hindava Xwedê ew e, ku em temiyên wî bînin sêrî, û temiyên wî çetin nînin. 4 Çimkî her zareke Xwedê dinyayê alt dike. Û em bi baweriya xwe dinyayê alt dikin.

5 Kî dikare dinyayê alt ke? Ne ewê ku bawer dike, wekî Îsa Kurê Xwedê ye? 6 Îsa Mesîh pê avê û xûnê hat,* ne tenê bi avê, lê bi xûnê jî hat. Ruh şedê vê yekê ye, çimkî ruh rastiyê eşkere dike. 7 Sê tişt hene, yên ku şedetiyê didin, wekî Îsa kî ye: 8 Ruh, av û xûn. Şedetiya van hersêka yek e.

9 Bê şik şedetiya Xwedê ji şedetiya meriva, ya ku em qebûl dikin, mezintir e, çimkî Xwedê xwexa derheqa Kurê xwe şedetiyê dide. 10 Kesê ku baweriya xwe Kurê Xwedê tîne, her tiştê ku Xwedê jêra gotiye, dilê wîda ye. Lê kesê ku Xwedê bawer nake, Xwedê derewîn derdixe, çimkî ew baweriya xwe şedetiya Xwedê derheqa Kurê wî, nayne. 11 Şedetî ev e: Xwedê jîyîna heta-hetayê daye me, û em vê jîyînê bi saya Kurê wî distînin. 12 Kesê ku Kur qebûl dike, gumana wîye jîyîna heta-hetayê heye. Lê kesê ku Kur qebûl nake, gumana wîye jîyîna heta-hetayê tune.

13 Ez van tişta wera dinivîsim, yên ku baweriya xwe navê Kurê Xwedê tînin, seva ku hûn bizanibin wekî gumana weye jîyîna heta-hetayê heye. 14 Em bawer dikin* ku gava em tiştekî li gora qirara Xwedê jê bixwazin, ew guh dide me. 15 Û hergê em zanin wekî çi jî em ji wî hîvî dikin, ew guh dide me, em usa jî zanin ku emê van tişta bistînin, çi ku me ji wî hîvî kiriye.

16 Hergê kesek bivîne ku birê wî gunekî usa dike, kîjan ku berbi mirinê nabe, bira ew bona wî dua bike, û Xwedê wê jîyînê bide vî birayî. Erê, Xwedê wê jîyînê bide wan kesa, gunên kîjana nabine berbi mirinê. Lê heye gune, ku berbi mirinê dibe. Ez nabêjim ku ev kes gerekê bona wan, yên ku gunekî usa dikin, dua bike. 17 Her neheqî gune ye, lê heye gune ku berbi mirinê nabe.

18 Em zanin wekî her kesê ku zara Xwedê ye, gune nake, lê Kurê Xwedê wî diparêze, û Mîrê-cina* nikare ziyanê bide wî. 19 Em zanin ku em ji Xwedê ne, lê temamiya dinyayê bin destê Mîrê-cinada ye. 20 Em zanin ku Kurê Xwedê hatiye ser erdê, û ewî femkarî daye me, ku em bizanibin, wekî Xwedayê rast kî ye. Û em pê Kurê wî, Îsa Mesîh, tevî Xwedayê rast yektiyêda nin. Erê, ew Xwedayê rast e û kaniya jîyîna heta-hetayê ye. 21 Zarên mine delal, xwe ji pûta dûr bigirin.

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin