2 Yûhenna
1 Ez kalemêr,* xanima bijartîra û zarên wêra dinivîsim, kîjana ez bi rastî hez dikim, û ne tenê ez, lê hemû kesên ku hatine ser riya rastiyê. 2 Em we hez dikin, çimkî rastî dilê meda ye û ewê heta-hetayê bimîne. 3 De bira kerema mezin, rem û edilayî ji Xwedê Bavê me, û ji Kurê wî Îsa Mesîh, bi rastiyê û hezkirinê tevî me be.
4 Gava min bihîst ku hine zarên te li gora temiya ku me ji Bav standiye, riya rastiyêda diçin, ez gelek şa bûm. 5 Niha ez hîvî te dikim, xanim, ew temiya ku mera hatiye dayînê wekî hevdu hez bikin, xwey kin. (Ez ne ku temîke nû, lê temiya ku me ji destpêkê standibû, tera dinivîsim.) 6 Hezkirin ev e, ku em berdewam kin li gora temiyên Bav bijîn. Temiya ku we ji destpêkê bihîstiye, ev e: Berdewam kin ser riya hezkirinê bin. 7 Çimkî gelek merivên xapînok derketine dinyayê. Ewana qebûl nakin ku Îsa Mesîh ça meriv* hatiye dinyayê. Ewên ku vê yekê înkar dikin, xapînok in û neyarê Mesîh ne.
8 Haj xwe hebin ku hûn keda destê me unda nekin, lê xelata xwe bi temamî bistînin. 9 Her kesê ku xwe li hînkirina Mesîh nagire û ji sînorê wê derdikeve, Xwedê tevî wî nîne. Lê kesê ku xwe li vê hînkirinê digire, him Bav him jî Kur tevî wî ye. 10 Hergê kesek bê bal we û li gora hînkirina Mesîh hîn neke, wî kesî ne gazî mala xwe bikin, ne jî wî silav kin. 11 Çimkî kî ku wî silav dike, dibe hevparê kirên wîye xirab.
12 Ez dixwazim gelek tişta wera bêjim, lê ez naxwazim vê yekê pê kaxaz û hubirê binivîsim. Gumana min heye ku ezê bême bal we û rû bi rû tevî we xeber dim, seva ku hûn gelek şa bin.
13 Zarên xûşka teye bijartî te silav dikin.