Li gora Yûhenna
9 Gava Îsa derbaz dibû, ewî merivek dît, kîjan ku ji bûyîna xweda kor bû. 2 Û şagirtên wî ji wî pirsîn: “Dersdar, kî gune kiriye ku ev meriv kor hatiye bûyînê, ewî yan dê-bavê wî?” 3 Îsa cab da: “Ne ewî gune kiriye, ne jî dê-bavê wî. Lê usa qewimî, wekî bi vê yekê kirên Xwedê bêne eyankirinê. 4 Heta ku hê roj e, em gerekê xwestina Wî, yê ku ez şandime bînin sêrî. Şev tê, hingê tu kes wê nikaribe kar bike. 5 Heta ku ez dinyayêda me, ez ronaya dinyayê me”. 6 Paşî wan giliya, ewî tûyî erdê kir, ji tûkê herî çêkir, ev herî li çevê wî xist 7 û wîra got: “Here serçevê xwe hewzê Sîlwamêda bişo” (Sîlwam tê welgerandinê: “Yê Şandî”). Ew jî çû serçevê xwe şûşt, û çaxê vegeriya îda didît.
8 Cînarên wî û kesên ku berê dîtibûn ku ewî pars dikir, digotin: “Eva evê kor nîne, ku rûdinişt û pars dikir?” 9 Hineka digotin: “Erê, ew e”. Hinekên din jî digotin: “Na, ev nîne, lê rengê wîda ye”. Lê ewî merivî digot: “Ew ez im”. 10 Hingê wana jê pirsî: “Îja çevên te çawa vebûn?” 11 Ewî got: “Ew merivê ku jêra dibêjin Îsa, herî çêkir, li çevên min xist û minra got: ‘Here Sîlwamê û serçevê xwe bişo’. Ez jî çûm, min serçevê xwe şûşt û çevên min vebûn”. 12 Wana ji wî pirsî: “Ku ye ev meriv?” Ewî got: “Ez nizanim”.
13 Wana ev merivê ku berê kor bû, birine cem Fêrisiya. 14 Ew roja ku Îsa herî çêkir û çevên wî vekirin, roja Şemiyê* bû. 15 Fêrisiya jî destpêkirin ji wî merivî bipirsin, hela çevên wî çawa vebûne. Ewî wanra got: “Ewî herî li çevên min xist, min serçevê xwe şûşt û niha ez divînim”. 16 Ji Fêrisiya hineka gotin: “Ev meriv ji Xwedê nîne, çimkî ew roja Şemiyê xwey nake”. Lê hine merivên din gotin: “Kesê gunekar çawa dikare keremetên usa bike?” Û nav wanda dutîretî çêbû. 17 Hingê wana dîsa ji merivê, ku kor bû pirsî: “Tuyê derheqa wî, yê ku çevên te vekirin, çi bêjî?” Ewî got: “Ew pêxember e”.
18 Lê Cihûya heta gazî dê-bavê wî nekirin, bawer nedikirin ku ew berê kor bû û niha çevên wî vebûne. 19 Û wana ji dê-bavê wî pirsî: “Eva kurê we ye, yê ku hûn dibêjin wekî ew ji bûyîna xweda kor e? Îja niha ew çawa divîne?” 20 Dê-bavê wî gotin: “Em zanin ku ew kurê me ye û ew ji bûyîna xweda kor bû. 21 Lê ew çawa niha divîne em nizanin, û kî çevên wî vekirine jî em nizanin. Ji wî bipirsin. Ew mezin e, bira xwexa bêje”. 22 Dê-bavê wî ji tirsa Cihûya usa gotin, çimkî Cihûya îda safî kiribûn, ku hergê kesek Îsa ça Mesîh qebûl ke, gerekê ji kinîştê* bê derxistinê. 23 Lema jî dê-bavê wî gotin: “Ew mezin e, ji wî bipirsin”.
24 Awa wana cara duda gazî wî merivî kirin, yê ku berê kor bû, û gotinê: “Rûmetê bide Xwedê û rast mera bêje. Em zanin ku ev meriv gunekar e”. 25 Ewî caba wan da: “Ez nizanim ew gunekar e, yan na. Lê ez tiştekî zanim, berê ez kor bûm, û niha ez dikarim bivînim”. 26 Hingê wana jê pirsî: “Ewî çi kir? Ewî çawa çevên te vekirin?” 27 Ewî caba wan da: “Min wera îda got, lê we guh neda min. Hûn çima dixwazin dîsa bibihên? Qey hûn jî dixwazin bibine şagirtên wî?” 28 Lê wana ew bêhurmet kir û gotin: “Tu yî şagirtê wî, lê em şagirtên Mûsa ne. 29 Em zanin ku Xwedê Mûsara xeber dida, lê ev meriv ji kîderê ye, em nizanin”. 30 Ewî jî wanra got: “Hema ev e ecêb, ku ewî çevên min vekirine, lê hûn nizanin ew ji kîderê ye. 31 Em zanin ku Xwedê guh nade gunekara, lê hergê kesek Xwedê ditirse û qirara wî tîne sêrî, Xwedê guh dide wî. 32 Hê berêda qe tu car nehatiye bihîstinê ku çevên kesekî ji bûyînêda kor, hatine vekirinê. 33 Hergê ev meriv ji Xwedê nîbûya, wê nikaribûya tiştek bikira”. 34 Wana jî wîra got: “Tu bi temamî nav guneda hatî bûyînê, û tu me hîn dikî?” Û wana ew avîtine derva!
35 Îsa bihîst ku wana ev meriv avîtine derva, û gava ewî lê dît, wîra got: “Tu baweriya xwe Kurê însên tînî?” 36 Ewî merivî got: “Ezxulam, ew kî ye, ku ez baweriya xwe wî bînim?” 37 Îsa jêra got: “Te ew dît, û niha ew tera xeber dide”. 38 Ewî got: “Xudan, ez baweriya xwe wî tînim”. Û serê xwe ber Îsa danî. 39 Hingê Îsa wîra got: “Ez bona wê dîwankirinê hatime dinyayê, seva ku kesên kor bivînin, û yên ku divînin, kor bin”. 40 Fêrisiyên ku wêderê bûn ev yek bihîstin û wîra gotin: “Bi gotina te em jî kor in?” 41 Îsa wanra got: “Hergê hûn kor bûna, gunên we wê tune bûna. Lê çimkî hûn dibêjin ‘Em divînin’, hûn gunên xweda dimînin”.