Romayara
8 Lema jî ewên ku tevî Îsa Mesîh yektiyêda nin, nayêne dîwankirinê. 2 Qanûna ruh, ya ku jîyînê dide yên ku tevî Îsa Mesîh yektiyêda nin, hûn ji qanûna gune û mirinê aza kirin. 3 Qanûna Mûsa nikaribû hûn aza kirana, çimkî meriv gunekar û sist in, lê Xwedê ew yek kir. Ewî Kurê xwe bi bedena mîna ya merivê gunekar şande dinyayê, wekî gune bide hildanê. Usa Xwedê dîwana gune kir, ku nava merivada ye, 4 seva ku em bikaribin dewakirinên Qanûnêye rast bînin sêrî û li gora ruh bijîn, ne ku li gora bedena gunekar. 5 Çimkî kesên ku li gora bedena gunekar dijîn, ser xwestinên bedena gunekar difikirin, lê kesên ku li gora ruh dijîn, ser tiştên ruhanî difikirin. 6 Çimkî gava hiş-aqil ser xwestinên bedena gunekar e, ew berbi mirinê dibe. Lê gava hiş-aqil ser tiştên ruhanî ye, ew berbi jîyînê û edilayê dibe. 7 Hiş-aqilê kê ser xwestinên bedena gunekar e, ew dibe dijminê Xwedê, çimkî bedena gunekar gura qanûna Xwedê nake, ne jî dikare bike. 8 Dêmek ewên ku li gora bedena xweye gunekar dijîn, nikarin Xwedê xweş bên.
9 Lê hûn li gora bedena gunekar najîn, hûn li gora ruh dijîn, hergê bi rastî ruhê Xwedê nav weda ye. Hergê bal kesekî ruhê Mesîh tune, ev meriv para Mesîh nîne. 10 Rast e bedena we ji bo gune mirî ye, lê hergê hûn tevî Mesîh yektiyêda nin, ruh we sax dike, çimkî hûn rast hatine hesabê. 11 Ruhê Xwedê, Îsa ji mirinê rakiriye. Hergê ew ruh nav weda ye, Ewê ku Mesîh Îsa ji mirinê rakiriye, wê bi vî ruhê xweyî ku nav weda ye, bedena we jî ya ku dimire, sax ke.
12 Lema jî birano, em borcdar nînin gura bedena xweye gunekar bikin. 13 Hergê hûn li gora bedena xweye gunekar bijîn, hûnê bimirin. Lê hergê hûn îzinê bidin, wekî qewata ruhê pîroz xwestinên bedena weye gunekar bikuje, hûnê bijîn. 14 Çimkî kesên ku bin rêberiya ruhê Xwedêda nin, kurên Xwedê ne. 15 We ruhekî usa nestandiye ku we dike xulam û ditirsîne. Lê we ew ruh standiye, yê ku we dike kurên Xwedê. Bi vî ruhî em dikine gazî: “Abba,* Bavo!” 16 Ruhê Xwedê mera eyan dike,* ku em zarên Xwedê ne. 17 Hergê em zarên wî ne, ev tê hesabê ku em him warên Xwedê ne, him jî tevî Mesîh xweyîwar in. Lê pêşiyê em gerekê mîna wî cefê bikişînin, wekî mîna wî bêne rûmetkirinê.
18 Bi texmîna min cefên ku em niha dikişînin, qe tiştek nînin himberî rûmeta ku wê mera eyan be. 19 Hemû efrîn* hizreta wî wedeyî ne, gava Xwedê rûmeta kurên xwe eyan ke. 20 Çimkî efirîn ber bayê boş-betaliyê ketin, ne ku bi xwestina xwe, lê Xwedê ew yek hîşt. Lê ewî guman jî da, 21 wekî efrîn ji dîltiya gune û mirinê aza bin, û çawa zarên Xwedê, azaya rûmetî bistînin. 22 Çimkî em zanin ku hemû efrîn heta niha dinalin û êşê dikişînin. 23 Me berê pêşin standiye, dêmek ruhê pîroz, û em jî dinalin. Lê em hizreta wî wedeyî ne, ku Xwedê me ça kurên xwe qebûl ke û aza ke ji bedenên me, çimkî Îsa bona me heq* da. 24 Em pê vê gumanê xilaz bûne. Lê ew gumana ku hatiye sêrî, îda guman nîne, çimkî gava gumana bende tê sêrî, ewê ça dîsa guman be? 25 Lê gava gumana me ser wan tişta ye, çi ku me nestandiye, em bi sebir berdewam dikin hîviyê bin.
26 Usa jî gava em sist in, ruhê pîroz alî me dike. Dibeke em zanin ku gerekê dua bikin, lê nizanin seva çi dua bikin. Û gava em dinalin û nizanin çi bêjin, ruhê pîroz xwexa bona me hîvî dike. 27 Xwedayê ku dila dixûne, zane ruh çi dixwaze, çimkî ruh vê yekê bona pîroza hîvî dike, çi ku li gora qirara Xwedê ye.
28 Em zanin ku Xwedê hemû kirên xwe usa hev tîne, wekî ew bona kara wan meriva be, yên ku wî hez dikin û li gora qirara wî hatine gazîkirinê. 29 Xwedê sêrîda ewana bijartin û sêrîda safî kir, ku ewana bibine mîna Kurê wî, wekî ew nixurî be nav gelek birada. 30 Xwedê gazî wan kir, yên ku ewî bijartibû û ewana rast hesab kirin. Axiriyêda Xwedê ewana rûmet kirin, yên ku ewî rast hesab kirin.
31 Îja em derheqa van tişta çi bêjin? Hergê Xwedê tevî me ye, kî dikare miqabilî me be? 32 Hergê ewî heyfa xwe Kurê xwe neanî û bona me hemûya kire qurban, gelo ewê ji qenciya xwe hemû tiştên din jî nede me? 33 Kî dikare bijartiyên Xwedê neheq derxe? Yê ku wana rast hesab dike, Xwedê ye. 34 Kî dikare wana sûcdar ke? Çimkî Mesîh Îsa mir û ji mirinê hate rakirinê, ewê ku aliyê milê Xwedêyî rastê ye û ewê ku bona me reca dike.
35 Çi dikare me ji hezkirina Mesîh biqetîne? Gelo tengasî, kul-derd, zêrandin, xelayî-celayî, kesîbî,* xofî, yan zordarî* dikare me ji hezkirina Mesîh biqetîne? 36 Nivîsarên Pîroz dibêjin: “Bona te em hertim ber mirinê ne. Meriv me hesab dikin ça pezên bona serjêkirinê”. 37 Bi saya wî, yê ku me hez dike, em van hemû tiştada bi temamî ser dikevin. 38 Çimkî ez bawer im ku tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê biqetîne: Ne mirin, ne jîyîn, ne melek, ne serwêrtî, ne tiştên niha, ne tiştên ku wê bên, ne qewat, 39 ne bilindayî, ne kûrayî, ne jî efrînekî din. Qe tu tişt nikare me ji hezkirina Xwedê biqetîne, ya ku bi saya Xudanê me Mesîh Îsa tê eyankirinê.