KITÊBXANEYA ONLAYN ya Birca Qerewiliyê
KITÊBXANEYA ONLAYN
Ya Birca Qerewiliyê
Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
û
  • ê
  • î
  • û
  • ş
  • ç
  • û
  • KITÊBA PÎROZ
  • EDEBYET
  • CIVAT
  • 1 Korintî 4
  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”

Derheqa wê yekê tu vîdêo tune

Bibaxşînin wedê vêxistina vîdêo şaşî pêşda hat.

1 Korintî Naveroka Kin

      • Xizmetkar gerekê amin bin (1-5)

      • Milûktiya xizmetkarên Xwedê (6-13)

        • “Ji nivîsarê dernekevin” (6)

        • Mesîhî bûne temaşa têyatrê (9)

      • Pawlos derheqa zarên xweye ruhanî xem dike (14-21)

1 Korintî 4:1

Spartin

  • *

    Dêmek xulamê ku rêberiya malê dikir.

1 Korintî 4:15

Spartin

  • *

    Kesê ku cabdar bû bona xweykirin û şîretkirina zarê.

1 Korintî 4:17

Îndêks

  • Rêberiya Lêkolînkirinê

    “Birca Qerewiliyê (Bona Hînbûnê)”,

    1/2017, rûp. 30-31

  • Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
  • 1
  • 2
  • 3
  • 4
  • 5
  • 6
  • 7
  • 8
  • 9
  • 10
  • 11
  • 12
  • 13
  • 14
  • 15
  • 16
  • 17
  • 18
  • 19
  • 20
  • 21
Kitêba Pîroz Welgerandina “Dinya Teze”
1 Korintî 4:1-21

1 Korintî

4 Bira meriv me çawa xulamên* Mesîh hesab kin, kîjanara surên Xwedêye pîroz hatine tesmîlkirinê. 2 Ji wan xulamên bi îtbar tê xwestinê ku amin bin. 3 Bona min ferz nîne ku hûn, yan jî hakim min sûcdar dikin. Hela hê ez jî xwe sûcdar nakim. 4 Çimkî îsafa min rihet e. Lê ev yek îzbat nake ku ez merivekî rast im. Hakimê min Yehowa ye. 5 Ji bo vê yekê, pêşiya wextê kifşkirî dîwana tu kesî nekin, heta Xudan bê. Ew wê tiştên ku teriyêda veşartî ne, derxe ronayê û eşkere ke, ku dilê her merivekîda çi heye. Hingê her kes wê li gora şixulê xwe ji Xwedê pesina bistîne.

6 Birano, min ew tişt ça mesele ser xwe û Apolos nivîsî, seva kara we, wekî hûn vî qeydeyî hîn bin: “Ji nivîsarê dernekevin”. Hergê hûn xwe li vê yekê bigirin, hûnê nebine merivne babax, û hûnê yekî ser yekî dinra negirin. 7 Tu çida ji kesekî din cude dibî? Gelo tiştekî te heye, ku te nestandiye? Hergê te ji Xwedê standiye, lê çima tu payê xwe didî, tê bêjî te pê qewata xwe standiye?

8 Hûn difikirin hemû tiştên we hene? Hûn difikirin ku hûn dewletî bûne? Hûn difikirin ku we bêyî me destpêkiriye ça padşa serwêrtiyê bikin? Xwazil we bi rastî destpêkira ça padşa serwêrtî bikira. Hingê meyê jî tevî we serwêrtî bikira. 9 Minra usa tê kifşê ku em bona dinyayê, meriva û meleka bûne temaşa têyatrê. Xwedê ez û şandiyên din çawa mirinêra dayî, xilaziyêda derxistine temaşê. 10 Em ji bo Mesîh bêaqil in, lê hûn difikirin ku hûn Mesîhda serwaxt in. Em sist têne kifşê, lê hûn qewî têne kifşê. Hûn xweyîrûmet in, lê em bêrûmet in! 11 Heta niha em tî û birçî ne, bê kinc in, têne lêdanê, bê cî-sitar in, 12 û bi xîret dixebitin. Gava me bêhurmet dikin, em dua li wan dikin. Gava me dizêrînin, em sebir dikin. 13 Gava buxdana davêjine me, em bi nermî cabê didin. Heta niha dinya me hesab dike ça gemar û xweliya erdê.

14 Ez vê yekê wera dinivîsim, ne ku we bidime şermê, lê wekî we mîna zarên xweye delal şîret kim. 15 Hergê nava şagirtên Mesîhda 10 000 dersdarên* we hebin jî, yeke gelek bavên we tune ne. Lê ez bi saya Mesîh Îsa bûme bavê we bi wê yekê, ku min mizgînî wera anî. 16 Awa ez ji we reca dikim, ku hûn çev bidine min. 17 Lema jî ez Tîmotêyo dişînim bal we. Ew baweriya Xudanda zara mine delal û amin e. Ewê bîne bîra we ku ez çawa riya Mesîh Îsada diçim, û vê yekê ez hemû dera, hemû civatada hîn dikim.

18 Hinek qure bûne, çimkî difikirin ku ezê neyême cem we. 19 Lê hergê Yehowa bixwaze, ezê zûtirekê bême cem we. Ezê bêm ne ku xeberdana wan merivên qure bibihêm, lê dixwazim bivînim hela qewata Xwedê tevî wan e yan na. 20 Çimkî Padşatiya Xwedê ne ku xeberdanêda ye, lê qewata Xwedêda ye. 21 Hûn ça dixwazin? Ez pê şivê bême cem we, yan bi hezkirin û berbihêriyê?

Edebyetên Kurdî Kurmancî (2012-2025)
Derkevin
Bikevin
  • Kurdî Kurmancî (Kavkazûs)
  • Bişînin
  • Biqeydekirin
  • Copyright © 2025 Watch Tower Bible and Tract Society of Pennsylvania
  • Qeydê Xebitandinê
  • Elametiyên Konfêdênsîal
  • Privacy Settings
  • JW.ORG
  • Bikevin
Şandin