1 Têsalonîkî
5 Birano, hewce nîne ku em derheqa wext û zemana tiştekî wera binivîsin. 2 Çimkî hûn xwexa rind zanin, ku roja Yehowa wê mîna dizê şevê bê. 3 Gava meriv bêjin: “Edilayî û bêxofî ye!”, hingê nişkêva çawa sancûyê kulfeta hemle destpêdibe, wê qira wan bê, û ewana wê nikaribin xilaz bin. 4 Lê hûn birano, teriyêda nînin, lema jî ew roj wê mîna diza nişkêva ser weda neyê. 5 Çimkî hûn hemû kurên ronayê û kurên rojê ne. Em ne para şevê ne, û ne jî para teriyê ne.
6 De were em mîna kesên din ranezên, lê hişyar bimînin û ser hişê xwe bin. 7 Kesên ku radizên, şev radizên, û kesên ku serxweş dibin, şev serxweş dibin. 8 Lê em ku para rojê ne, were em ser hişê xwe bimînin û zirihê baweriyê û hezkirinê li xwe kin û kumzirihê gumana xilazbûnê jî bidine serê xwe. 9 Çimkî Xwedê em ne bona xezebê bijartine, lê bona vê yekê ku em bi saya Xudanê me Îsa Mesîh xilaz bin. 10 Ew bona me mir, wekî em, dixwazî hişyar bin yan jî razayî* bin, tevî wî bijîn. 11 Lema jî berdewam kin dil bidine hev û hevdu qewî kin, çawa ku hûn niha dikin.
12 Niha jî birano, em hîvî ji we dikin, wekî hûn qedirê wan kesa bigirin, yên ku nav weda bi xîret şixul dikin, xizmetiya Xudanda rêberiyê we dikin û we şîret dikin. 13 Wana gelek qîmet kin û hez kin bona şixulê wan. Hevra edilayêda bin. 14 Usa jî em hîvî ji we dikin, birano, ku hûn kesên neguhdar şîret kin, ber dilê dilşkestiyada bên, alîkariyê bidine sista, û hindava hemûyada bi sebir bin. 15 Bira tu kes ber xirabiyêva tu kesîra xirabiyê neke, lê her gav hevdura û hemûyên dinra qenciyê bikin.
16 Timê şa bin. 17 Her gav dua bikin. 18 Bona her tiştî şêkirdar bin. Çimkî Xwedê ji şagirtên Îsa Mesîh vê yekê dixwaze. 19 Agirê ruhê pîroz netemirînin. 20 Pêxembertiya bêhurmet nekin. 21 Her tiştî bicêribînin, têderxin çi qenc e û xwe qayîm li vê bigirin. 22 Xwe ji her cûre xirabiyê dûr bigirin.
23 Bira Xwedayê edilayê we bi temamî pîroz ke. Û bira ruh, nefs* û bedena we, birano, heta wedê hatina Xudanê me Îsa Mesîh, hemû aliyava saxlem û bêqisûr bimîne. 24 Yê ku gazî we dike amin e, û ewê eseyî vê yekê bike.
25 Birano, her gav bona me dua bikin.
26 Bi hezkirinê* silavê bidine hemû bira.
27 Ez bi navê Xudan temiyê didime we, ku hûn vê nemê hemû birara bixûnin.
28 Bira kerema mezin ya Xudanê me Îsa Mesîh ser we be!